NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojhilatê Kurdistanê di encama hêzên rejîma Îranê di nava hefteyekê de 4 kolber hatin qetilkirin.
Li rojhilatê Kurdistanê êrişa hêzên rejîma Îranê ya li dijî kolberên kurd didome. Di encama guleyên ji serê meha gulanê ve hatine berdan de 4 kolberan jiyana xwe ji dest da.
Agahiyên têkildarî kolberên hatin qetilkirin wiha ne:
* 1’ê gulanê: Kolberê bi navê Hêmin Ehmedî li devera sinorî ya Bestamî ya girêdayî Seqizê di encama gulebarana hêzên Îranê hate qetilkirin.
* 2’yê gulanê: Kolberê bi navê Celal Suhrabî yê ji gundê Tajanî ya ser bi Bane li devera sinorî ya Surkêwî di gulebarana hêzên rejîmê de hate qetilkirin.
* 5’ê gulanê: Kolberê Kurd yê bi navê Eta Rustempur yê xelkê Seqiz li sinorê Hengejal a Bane di encama gulebarana hêzên Îranê de hate qetilkirin.
* 7’ê gulanê: Kolberê kurd ê bi navê Mihemed Qadirî yê ji gundê Şiwê ya girêdayî Bane li devera sinorî ya Gelesure di êrişa hêzên Îranê de hate qetilkirin.