ENQERE - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê ku ev demekî dirêje bi çalakiya xwe ya bêîteatiya sivîl bûye sembola lêgerîna edaletê, dikeve roja 100’emîn.
Xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 946’an de didome. Şenyaşar, ji bo edaletê li Rihayê 846 rojan çalakiya xwe domand û di 26’ê tîrmeha 2023’yan jî çalakiya xwe veguhest Enqereyê. Çalakiya Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Edaletê jî dikeve roja 100’emîn.
Emîne Şenyaşar ku çalakiya herî dirêj a bêîteatiya sivîl li dar dixe, bi berxwedana xwe bû sembola lêgerîna edaletê. Şenyaşar ji gelek derdoran xelat wergirt û ji bo gelek kesan bû hêvî. Heta Sevînç Çakir a jê bibandor bûyî jî li Enqereyê li pêşiya wezaretê dest bi çalakiyê kir.
Me tiştên Şenyaşar jiyayî, pêvajoya doza kurê wê û sedema qêrîna wê ya bêdawî ya edaletê di 13 pirsan de da berhev.
Di 14’ê hezîrana 2018’an de çi qewimî?
Deh roj beriya Hilbijartinên Giştî yên 24’ê Hezîrana 2018’an anku di 14’ê hezîrana 2018’an de AKP’î li navçeya Pirsûsê çûn serdana kargeha malbata Şenyaşar. Di serdanê de AKP’î bi xwediyên kargehê Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar re ketin nîqaşê û êrişa çekdarî kirin. Êriş, li nexweşxaneya birîndar lê hatibûn veguhestin jî domiya. Xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halî Yildiz li pêş çavên xebatkarên nexweşxaneyê êrişî birayên Şenyaşar kirin. Di êrişê de Celal û Adil Şenyaşar hatin qetilkirin. Bav Haci Esvet Şenyaşar ku ji bo zarokên xwe hatibû nexweşxaneyê jî li ber çavên Emîne Şenyaşar bi lêdanê hate qetilkirin.
Pêvajoya têkildarî doza komkujiyê çawa hate destgirtin?
Tevî ku êriş û komkujî di heman rojê de bû jî dosyaya dozê weke dosyaya “Kargehê” û ya “nexweşxaneyê” kirin du dosya. Têkildarî dosyaya “Nexweşxaneyê” lêpirsîn hate destpêkirin û 4 sal û 4 mehan dom kir. Di encamê de biryara nepeniyê hate rakirin û îdianame hate amadekirin. Di çarçoveya dozê de ji 19 bersûcan re bi sedema “Ji ber qetilkirina Haci Esvet û Adil Şenyaşar û birîndarkirina Ferît û Mehmet Şenyaşar” cezayê hefsê hat xwestin.
5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê ku li dosyaya têkildarî komkujiya li nexweşxaneyê dinihêre, di 1’ê sibatê de biryareke navberê da, her du dosya kirin yek û ji 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê re şand ku doz li wir weke dosyayên “nexweşxane” û “kargehê” dihatin dîtin.
Di çarçoveya dozê de kî tên darizandin û çend bersûc hene?
Di dozê de her du dosya kirin yek û di dosyayê de kurê Emîne Şenyaşar ê bi navê Fadil Şenyaşar jî di nav de bi giştî 30 bersûc hene. Fadil Şenyaşar, Enver Yildiz, Mekaîl Şîmşek û Celal Yildiz girtî û 26 bersûc jî negirtî tên darizandin.
Ceza li kê hate birîn?
Di darizandina têkildarî “êrişa li kargehê hatiye kirin” de li Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh, li Enver Yildiz 18 sal cezayê hefsê hate birîn. 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê di 2’yê nîsanê de biryar da. Ev biryar di 9’ê kanûna 2022’yan de ji hêla Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê ve hate betalkirin û darizandin jinûve dest pê kir.
Fadil Şenyaşar çima tê darizandin?
Fadil Şenyaşar di êrişê de birîndar bûbû. Serê wî û qirika wî ji ber birînan hatibû pêçandin û bi vî awayî derxistin dadgehê. Şenyaşar hate girtin. Ji ewil birin Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Rihayê û piştre sewqî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin. Di êrişa li kargehê de kekê parlamenterê AKP’ê yê berê Yildiz, Mehmet Şah Yildiz bi guleyeke nehatiye tespîtkirin ji hêla kê ve hatiye avêtin miribû. Şenyaşar bi îdiaya kuştina Yildiz û birîndarkirina 8 kesan tê darizandin.
Fadil Şenyaşar di parastina xwe de çi got?
Fadil Şenyaşar di hemû danişînê dozê de tawanbarî red kir û got ku di îdianameyê de nakokî hene û delîl hatine tunekirin. Şenyaşar, da zanîn ku li kargehê tenê du caran gule hatiye berdan, çeka wî winda bûye û heke were dîtin dê eşkere bibe ku wî Mehmet Şah Yildiz nekuştiye. Li gorî rapora kesê pispor a dadgehê peywirdar kiribû, çeka bûye sedema mirina Yildiz nehatiye tespîtkirin.
Şenyaşar û parêzerê wî di heman demê de di her danişînê de gotin ku li nexweşxaneyê delîl hatine tunekirin.
Delîlên li nexweşxaneyê çawa hatin tunekirin?
Di dema lînç û komkujiya li nexweşxaneyê de Waliyê Rihayê Abdullah Erîn, Qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz û Wezîrê Xurek Çandinî û Sewalkariyê yê demê Ahmet Eşref Fakibaba jî li baxçeyê nexweşxaneyê bûn. Tevî ku rayedarên payebilind ên dewletê li wir bûn jî hat îdiakirin ku qeydên kamerayên li nexweşxaneyê hatine dizîn. Her wiha Haci Esvet Şenyaşar li “qada zer” a nexweşxaneyê hate lînçkirin û xwîna wî ya li dîwar belav bûyî jî bi boyaxkirina dîwaran hate tunekirin. Di çarçoveya dozê de li Midûrê Emniyetê yê Pirsûsê Huseyîn Ozen hate guhdarîkirin. Ozen, îdia kir ku jêbirina dîmenên nexweşxaneyeke di bin berpirsyartiya wî de îxmal nîne. Ozen, got ku dibe ku qeydên nexweşxaneyê ji hêla malbata Yildiz ve hatibin birin ku ji wan zûtir tevgeriyane.
Nobeta Edaletê kengî û çima dest pê kir?
Li dijî van hemû bêhiqûqiyan Emîne Şenyaşar ku di êrîşê de du kur û hevjînê xwe winda kir û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji êrîşan rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza berdana Fadil Şenyaşar û darizandina kesên di komkujiyê de cih girtine û komkujî paşguhkirine nobeta edaletê dan destpêkirin. Emîne Şenyaşar, tevî hemû zext, binçavkirin û astengkirinan çalakiya xwe ya li ber deriyê edliyeyê 846 rojan domand.
Nobet çima veguhestin Enqereyê?
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê weke parlamentera hate hilbijartin ku daxwaza wan a edaletê nehate bicihanîn, di 26’ê tîrmeha 2023’yan de li Meclisê daxuyanî dan û diyarkirin ku dê daxwaza hevdîtinê ji Wezareta Dadê bikin û gotin: “Heke edalet pêk neyê em ê çalakiya xwe veguhêzin Enqereyê.” Çalakiya wan a li ser neqebûlkirina daxwaza wan a hevdîtinê li ber wezaretê dane destpêkirin sibê dikeve roja 100’emîn.
‘Şûna hevdîtinê bersiva Wezareta Dadê bû çi?
Wezareta Dadê ji roja ewil ve bi dorpêça polîsan û êrişê bersiv da daxwaza hevdîtinê ya Emîne Şenyaşarê. Hemû deriyên wezaretê bi rêzê re ji Emîne Şenyaşarê re hatin girtin. Emîne Şenyaşarê li ber deriyên wezaretê yên girtî bi dowîza li ser “Aciziye ku deriyê wezaretê bê kilîlkirin û xwe di hundir de veşêre. Du kurên min û hevjînê min li nexweşxaneya dewletê hatin qetilkirin. Yekane daxwaza me edalet e” dinivîse Nobeta xwe ya Edaletê didomîne.
Emîne Şenyaşarê di vê pêvajoyê de bi kîjan nexweşiyan re têkoşiya?
Emîne Şenyaşarê di pêvajoya lêgerîna edaletê de hem bi nexweşiyên xwe yên fiziksel hem jî bi tundiya psîkolojîk re têkoşiya. Rewşa Şenyaşar a piştî komkujiyê tedawiya psîkolojiyê dît, li ser cezayê hefsê yê ji lawê wê re hate dayîn xerab bû. Ji ber girînê di çavê wê yê rastê de ji sedî 70 pirsgirêka dîtinê derket û çokên wê êşiyan. Emîne Şenyaşar a nexweşiyên dil jî pê re hene, ji çok û çavên xwe emeliyat bû. Şenyaşar ji bo ku bikare raze jî dermanan bikartîne.
Derbarê wê de çend lêpirsîn hatin destpêkirin û çend doz hatin vekirin?
Emîne Şenyaşr gelek caran bi kurê xwe re bêyî sedemekê hate binçavkirin, dest danîn ser pankarta wan û bi cezayê pereyî hate cezakirin. Derbarê Emîne Şenyaşarê de ji ber gotinên di dema nobetê de gotine bi sûcdariya “heqaretê” 31 lêpirsîn hatin destpêkirin û ji van 10 veguherîn dozê. Derbarê Şenyaşarê de bi hinceta ku “heqaret” li Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan û Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylû kiriye doz hate vekirin. Yek ji dozan jî bi îdiaya Şenyaşarê “heqaret” li parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye hate vekirin.
Piştgiriya ji bo Şenyaşarê têre dike?
Ji roja ewil a çalakiya Emîne Şenyaşarê heta niha di serî de Dayikên Aştiyê piştevanên herî mezin bûn jin. Ji bilî hemû serokên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê, gelek serokên giştî yên partiyên siyasî, Malbatên Pirsûsê yên li edaletê digerin, dayikên ji bo zarokên xwe yên girtî têdikoşin, ji Ewropayê jî gelek kesan ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşarê kirin. Ji bo têkoşîna wê ya demdirêj ji gelek cihan xelat hatin dayîn. Şenyaşar gelek caran piştgiriya xwe anî ziman, lê dîsa jî li bendê ye ku girseyeke xurt li cem wê be. Ewqas ku di çalakiya xwe ya li ber Wezareta Edaletê de gelek caran got “Çawa ku girse li Wanê li hev civiya, li vir jî bicivin. Êdî bes e ji vê zilmê re.”
ı