WAN - Rêveberê ARSÎSA'yê Şevket Acar diyar kir ku polîtîkayên desthilatan ên li dijî kurdî negihaştine armanca xwe û got ku ne tenê rojek, divê 365 roj bi kurdî be.
Bi biryara Kongreya Neteweyî ya Kurd sala 2006’an, her sal 15’ê Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Zimanê Kurdî ku tevî polîtîkayên bişavtinê hebûna xwe didomîne, li her qadê hewl tê dayîn ku were biruhûcankirin. Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê (ARSÎSA) ku xebatên xwe yên ji bo biruhûcankirina çanda kurdî didomîne û li Wanê xebatên xwe dimeşîne, di vê çarçoveyê de qursên zimên li dar dixe.
Rêveberê ARSÎSA'yê Şevket Acar bal kişand ser êrişên li dijî çanda kurdî û banga xwedîderketinê kir.
Acar anî ziman ku armanca komeleyê ku nêzî 3 sal in xebatên xwe dimeşîne, ew e ku zimanê kurdî bi ruh û can bike û wiha got: “Her sal zêdetirî 400 welatî tên û xwe qeyda xwe çêdikin. 10 polên me hene. Ev pol wekî pola yekem û duyemîn berdewam dikin. Me perwerde da zarok, jin û ciwanan."
'DESTHILAT NEGIHAŞT ARMANCA XWE'
Acar bi bîr xist ku piştî sala 2016'an desthilatê zextên xwe yên li ser ziman û çanda kurdî zêde kirine û di vê çarçoveyê de hemû saziyên perwerdehiyê yên kurdî hatine girtin û got: "Piştî darbeya 2016'an hem saziyên zimanê kurdî, hem jî saziyên çand û hunerê hatin girtin. Em jî wê demê di KURDÎ-DER'ê de bi awayekî aktîf dixebitîn. Kreş, saziyên ziman û saziyên çandê yên ku me di çarçoveya ziman de ava kiribûn, bi hewldana derbeyê hatin girtin. Ya ku li vir tê xwestin bê kirin, pêşîgirtina li pêşketina zimanê kurdî ye û ji bo ku li her qadê kurdî neyê axaftin. Dixwestin ku kurdî winda bibe. Lê negihaştin armanca xwe. Lê her çû me vê bîrê pêşvetir bir."
'BI TAYINKIRINA QEYÛMAN DERBE LI SAZIYÊN ZIMAN KIRIN'
Acar bal kişand ser qirkirina çandî ya qeyûmên ku di navbera salên 2016 û 2019'an de li şaredariyên Kurdistanê hatin wezîfedarkirin û got ku derbeyeke mezin li saziyên ziman û perwerdeyê hatiye kirin. Acar got: “Armanca qeyûman jin, saziyên ziman û çandê bûn. Kurdî hîn jî li gelek deveran qedexe ye. Dixwestin ziman ji holê rakin, civak kurdî ji bîr bike û kurdîtiya xwe ji bîr bike. Lê negihaştin armanca xwe. Sazî û kesên ku zimanê kurdî di bin xetereya mirin û girtinê de parastibûn destûr nedan vê yekê. Ji bo zindîkirina vî zimanî her der bûye qada berxwedanê. Çi dikin bila bikin kurdî zimanê gelê kurd e û em ji bo vê di her qadên jiyanê de amade ne ku têbikoşin."
Acar destnîşan kir ku divê şaredariyên ji qeyûman hatine stendin bêtir bala xwe bidin xebatên çandî û wiha got: "Şaredarîvanî ew e ku xizmeta civakê bike. Yek ji pêdiviyên bingehîn ên civakê jî xwedîderketina li zimanê xwe ye."
'DIVÊ 365 ROJÊN SALÊ KURDÎ BE'
Acar anî ziman ku ji bo zimanê kurdî zindî bibe pêwîstî bi têkoşînê heye û bal kişand ser çalakiyên ku ARSÎSA jî di nav de ji aliyê gelek saziyan ve di navbera 10-16'ê Gulanê de di çarçoveya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de tên lidarxistin. Acar got ku tenê rojek, divê 365 rojên salê bi kurdî be.
Acar di dawiyê de wiha got: “Kes nikare bêje ‘tu nikarî bi vî zimanî biaxivî’. Ji bo zimanê kurdî zindî bimîne û xwedî lê bê derketin pêwîst e hemû gelê me tevbigere û xwe bide ber vî barî. Ji bo rakirina qedexeya li ser kurdî berprisiyairya mezin dikeve ser milê siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û hunermendan."
MA / Rûken Polat