Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin

  • rojane
  • 09:01 14 Gulan 2024
  • |

ŞIRNEX - Dayikên ku zarokên wan li girtîgehan li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê di çalakiyan de ne, xwestin ku guh li daxwazên wan bê kirin û ev bang kirin: "Bedena me ji derve, lê dilê me di girtîgehan de ye. Divê her kurdê xwedî wijdan rabe ser pêyan û xwedî li vê çalakiyê derkeve." 

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Piştre girtiyan çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin û bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên bi rêya telefonê, hevdîtina bi malbatan re û neçûna dadgehê çalakiya xwe didomînin. Girtiyên siyasî zêdetirî mehekê ye ku vê çalakiya xwe didominin. Dayikên girtiyan der barê çalakiya ku di girtîgehan de hatiye destpêkirin de axivîn û bang li her kesi kirin ku xwedî li vê çalakiyê derkevin. 
 
'ÇAVÊ ME LI GIRTÎGEHAN E'
 
Yaşar Beyar ê di Girtîgeha Tîpa L ya Espiye ya Gîresûnê de girtiye û çalakiyê de ye, dayika wî Zînê Beyar diyar kir ku daxwaza wan ew e ku daxwazên zarokên wan bên guhdarkirin û wiha axivî: "Em bi xwe jî niha bi zarokên xwe re di girtîgehê de ne. Kurê min 5 zarok hene û  niha di girtîgeha Gîresûnê de ye, ji min dûre.Ev 2 mehin bi dengê wî nebihistiye. 2 mehan di greva birçîbûnê de man niha jî di çalakiyê de ne. Ne bi telefonê em pê re hevdîtin dikin û ne jî em dikarin bibinin.  Zarokên me di nava wan çar diwaran de esîr in. Em dixwazin ku daxwazên wan bên guhdarkirin. Em jî aşitiyê û çareseriyê dixwazin. Daxwazên me û yê wan yek in. Em jî dixwazin ku xweşiyek bikeve dinyayê. Ev mehek û nîve em dengê wan nabihîzin. Çavê me li girtîgehan e. Bila gelê kurd bibe tifaq û piştgiriyê bide vê çalakiyê." 
 
GIRTIYA NEXWEŞ A GIRAN JÎ DI ÇALAKIYÊ DE YE
 
Girtiya nexweş Tenzîle Acar a ku di Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê tê ragirtin jî di çalakiyê de ye. Dayika wê Rismiye Acar jî bi lêv kir ku zarokên wan ji bo aşityeke mayinde li tevî hemû şert û mercên giran di çalakiyê de ne û wiha got: "Roja dayikan bû lê zarokên me ji ber ku di nava çar diwaran de bû roja me pîroz nekirin.Zarokên me nexweş in û di nava çar diwaran de ne. Em niha agahiyekî ji zarokên xwe nagirin.  Em naxwazin ku cenazeyên zarokên me di girtîgehan de derbikevin. Di mala me de çend girtî hene ez nizanim ku ez kîjan ji wan mereq bikim. Em dixwazin ku aşitiyek çêbibe. Keça min Tenzîle nexweşe û niha di çalakiyê de ye. Ji aşitiyekî, çareseriyekî di çalakiyê de ye. Em dixwazin ku ev zilm bisekine û daxwazên wan bên guhdarkirin. Bila êdî bes kezeba dayikan bişewite." 
 
'BILA HER KURDEKE XWEDÎ WIJDAN RABE SER PIYAN'
 
Dayika Reşît Îlhan ê li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê girtî Ayşe Îlhanê jî da zanîn ku kurê wê di hÛcreyê de tê girtin û got ku xwedî derketina daxwazên girtiyan erka herkesekiye û got: "Kurê min di girtîgeha Gumuşhane bû û ji wir sewqî girtîgeha Erziromê hate kirin. Ev mehek bêtire jî di yek hûcreyê de tê girtin. Ev çalakiyeke destpêkiriye heta niha jî ti agahî jê nastînin. Pismamê jî di girtîgehê de ye. Kureke min ê din jî di girtîgeha Şirnexê de tê girtin. Zarokên me tiştek nekiriye, em kürdin û em doza zimanê xwe û hebûna xwe dikin. Em naxwazin ku cenazeyên zarokên me di girtîgehan de derbikevin. Em dixwazin ku her kurdeke xwedî wijdan rabe ser piyan û xwedî li vê çalakiyê derbikevin. Em pişt zarokên xwe ne û daxwazên wan daxwazên me ne." 
 
'DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE'
 
Dayika girtiyê bi navê Celalettîn Demîr ê li Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê Şîrîn Demîr jî bang li dayikên cîhanê kir ku rabin ser piyan û xwedî li girtiyan derbikevin û ev tişt got: "Roja dayikan bû lê em di vê rojê de xemgîn bûn. Zarokên me bi mehan in di çalakiyê de ne. Niha jî em ti agahî ji wan nagirin. Nexweş bin, birçî bin em nizanin. Em ji wan bêxeber in. Daxwazên wan daxwazên me ne. Birêz Abdullah Ocalan di bin tecrîteke giran de ye. Her çar perçeyên Kurdistanê şereke giran heye. Em aşitiyê dixwazin. Em dayik dilşewat in. Bila li her deverên cîhanê dayik rabin ser piyan dest bidin hev xwedî li van daxwazan derbikevin. Bila herkes rabe ser piyan. Bila ti kes mala xwe rehet nerûne. Bedena me ji derveye lê dilê me di girtîgehan de ye. Şev û roj em zarokên xwe difikirin. Zarokên me di bin tecrîtê de ne bila tevahiya dayik rabin ser piyan." 
 
'HETA KU TECRÎT LI ÎMRALIYÊ BI DAWÎ NEBE DÊ ZAROKÊN ME VÊ REWŞÊ DE BIN'
 
Girtiyê Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê Celal Înedî jî yek ji girtiyên ku di çalakiyê de ye. Dayika wî Bedriye Înedî jî bertek nîşanî bêdengiya civakê da û ev tişt anî ziman: "Zarokên me di girtîgehan de di bin zilm û zordestiyê de ne. Ev nêzî 2 meh in me ti agahî ji wan nestandiye. Em dixwazin ku ev zilma li ser zarokên me rabe. Divê ku em dayik hemû dest bidin hev û liber deriyên girtigehan bisekinin.Heta ku tecrîta li Îmraliyê bi dawî nebe zarokên me jî dê vê rewşê de bin."
 
'HETA KU ENCAM BIGIRE EM Ê PIŞTGIRIYÊ BIDIN'
 
Dayik Hanim Babat jî banga hestiyariyê kir û got: "Banga me ji tevahiya mirovahiyê re, dewletên aşitîxwez re  ew e ku bikevin nava tevgerê û vê tecrîtê rakin xweşiyekî têxin nava cîhanê. Bila kurd piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Bila dayik destê xwe bidin hev da ku ev tecrîta li ser zindanan  bi dawî bibe. Em hatine vî emrê xwe heta niha em di bin bombardimanê de ne û me bi çavên xwe xweşî neditiye. Heta ku encam bigire em ê piştgiriyê bidin çalakiya girtîgehan."
 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

16/05/2024
09:25 Ji bo kurdî tenê 10 mamoste: Divê ne dersên bijartî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn
09:04 Li Şirnexê 25 kes hatin binçavkirin
09:02 Li girtîgehê mirineke biguman: Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe
09:02 Ji Silêman Ehmed ê PDK'ê ew revandiye 205 roj in tu agahî nayê girtin
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê didome
09:01 Wê li Tetwanê her hefte kargehên çand û hunerê bên lidarxistin
09:00 Ji Jîn Artê banga konsera mezin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2024'AN
08:49 Meteorolojiyê ji bo barîna zêde û tozê hişyarî kir
08:25 Di lêpirsîna Ayhan Bora de 4 kesên din hatin binçavkirin
08:19 Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan bê berdan
15/05/2024
23:59 Şahiya 15’ê Gulanê: Zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
22:26 'Wê têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê bidome'
22:09 Li Îzmîrê panela zimanê kurdî
19:24 Şenyaşar: Heta edelet neyê ez ê li vir bim
17:55 Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî
17:09 Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”!
16:36 2 kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine girtin hatin berdan
16:27 TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!
15:59 Li Îzmîrê binçavkiriyek rastî lêgerîna tazî hat
15:57 Ji bo Doza Kobanê bang: Xwedî lê derneketin sûc e
15:44 ‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn
15:39 Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da
15:30 Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn
15:15 ‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’
15:13 Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
14:58 Şandeya DEM Partiyê li Awûstûryayê ye
14:42 Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike
14:10 Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin
14:09 Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike
13:21 Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye
12:42 Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
12:24 Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî
12:19 Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin
12:18 Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:02 Wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin
09:02 Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn
09:02 Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin
09:01 ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN