Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe

  • jin
  • 09:26 14 Gulan 2024
  • |
STENBOL - Kurê girtiya nexweş Hatîce Yildizê, Alper Yildiz anî ziman ku pirsgirêkên tenduristiyê yên diya wî giran bûne û wiha axivî: “Dawî li vê bêhiqûqiyê bînin. Em demildest berdana wê dixwazin.”
 
Derbarê Hatîce Yildiz de bi hincete pere ji keça xwe û hevala keça xwe re şandiye, bi îdiaya “pere ji rêxistinê re şandiye” 4 sal 2 meh cezayê hefsê hate dayîn. Piştî ku cezayê Hatîce Yildiza 75 salî hate erêkirin, di 23’yê adarê de hate girtin û şandin girtîgehê. Nexweşiyên Demansê, tansiyona bilind, helîna hestuyan ên Yildizê hene. Kurê Yildizê Alper Yildiz bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên demên dawî yên diya xwe û bertek nîşanî raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) da.
 
Yildiz destnîşan kir ku pereyê ku dayika wî ji şandiye rasterast dikeve ser hesaba îdareya girtîgehê û diyar kir ku ji vê rewşê cûcan hildiberînin.  
 
‘MA QEY PARVEKIRINA NAN SÛC E?’
 
Yildiz da zanîn ku girtiyan dayika wî, biryarekî siyasî ye, ew ê ji bo girtiyan dest ji şandina pereyan bernedin û wiha axivî: “Ev mirov ji ber fikrên xwe di girtîgehê de ne. Heman nanî parve dikin, heman xwarinê dixwin, heman cihê razanê parve dikin. Em niha ji dayika xwe re pere dişînin, em dixwazin bi hemû hevalên xwe re parve bike. Hevalên li wê derê jixwe nanê xwe parve dikin. Jixwe wî pereyî bi hev re xerc dikin. Ma qey parvekirina nan sûc e?” 
 
Yildiz bang li hemû saziyên ku destê wan di girtina dayika wî de hene kir û ev tişt gotin: “Dawî li vê bêhiqûqiyê bînin. Dema dayika min hate berdan ma dê zirarekî wê ya çawa hebe? Destê xwe danin ser wijdana xwe, em demildest berdana wê dixwazin.” 
 
Yildiz bi bîr xist ku ATK ji bo dayika wî rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” amade kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Bi ihtîmalekî mezin derveyî înîsiyatîfa bijîşkan biryar tê girtin. Li gorî bijîşkan divê ew mirova pîr saetekê li wê derê nesekine. Saetekî jî sekinîna cihê di girtî de bi taluke ye. Ez ji vir bang li tenduristvanan dikim; bibin dengê me, dibe ku dayika we an jî xizmekî we jî li wê derê be. Destê xwe danin ser wijdana xwe, destûr nedin ev mirovên pîr di girtîgehê de bimînin.” 
 
‘SER HIŞÊ XWE DIÇE’
 
Yildiz bal kişand ser hevdîtina dayika xwe ya dawî û bi bîr xist ku dayika wî di axaftinê de zehmetiyê dikêşe, ser hişê xwe diçe. Yildiz bilêv kir ku sepanên tên meşandin derveyî mirovahiyê ne û wiha pê de çû: “Tirkiye ‘tundiya’ li welatên din şermezar dike lê heman zilmê bi xwe dike. Tu eleqeya vê yekê bi mirovahiyê re nîn e. Bêdengiya vê yekê bêwijdanî ye.” 
 
‘EM ÇAWA LI GOTINÊN WE YÊN BIRATIYÊ BAWER BIKIN?’
 
Yildiz di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku sepanên li dijî kurdan tên meşandin baweriya kurdan a hiqûqa welat şikandiye û wiha derbirî: “Hûn ê kurdên 75-80 salî tevî nexweşî û pîrbûna wan têxin girtîgehê, hûn ê raporên sixte amade bikin û hûn ê ji civaka mayî re bêjin ‘em bira ne, baweriya xwe bi me bînin’. Em ê ji çi we bawer bin, dê çawa ji we bawer bikin. Hûn li dayika min 75-80 salî nayên rehmê, em çawa gotinên we yên ‘biratiyê’ bawer bikin. Dema ku em wekî we di vî welatî de xwedî mafên hevpar bin, êm ê wê demê ji we bawer bikin, wekî din bi tû awayî bawer nakin.”
 
 

Sernavên din

16/05/2024
09:25 Ji bo kurdî tenê 10 mamoste: Divê ne dersên bijartî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn
09:04 Li Şirnexê 25 kes hatin binçavkirin
09:02 Li girtîgehê mirineke biguman: Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe
09:02 Ji Silêman Ehmed ê PDK'ê ew revandiye 205 roj in tu agahî nayê girtin
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê didome
09:01 Wê li Tetwanê her hefte kargehên çand û hunerê bên lidarxistin
09:00 Ji Jîn Artê banga konsera mezin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2024'AN
08:49 Meteorolojiyê ji bo barîna zêde û tozê hişyarî kir
08:25 Di lêpirsîna Ayhan Bora de 4 kesên din hatin binçavkirin
08:19 Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan bê berdan
15/05/2024
23:59 Şahiya 15’ê Gulanê: Zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
22:26 'Wê têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê bidome'
22:09 Li Îzmîrê panela zimanê kurdî
19:24 Şenyaşar: Heta edelet neyê ez ê li vir bim
17:55 Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî
17:09 Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”!
16:36 2 kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine girtin hatin berdan
16:27 TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!
15:59 Li Îzmîrê binçavkiriyek rastî lêgerîna tazî hat
15:57 Ji bo Doza Kobanê bang: Xwedî lê derneketin sûc e
15:44 ‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn
15:39 Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da
15:30 Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn
15:15 ‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’
15:13 Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
14:58 Şandeya DEM Partiyê li Awûstûryayê ye
14:42 Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike
14:10 Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin
14:09 Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike
13:21 Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye
12:42 Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
12:24 Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî
12:19 Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin
12:18 Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:02 Wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin
09:02 Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn
09:02 Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin
09:01 ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN