Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan da zanîn ku di hevdîtinên bi partiyên siyasî de ev pêşniyar kirine: “Çareserkirina pirsgirêka kurd, mafê siyaseta demokratîk, li dijî krîza aborî ‘aqilekî hevpar, bidawîkirina êrişên li dijî têkoşîna jinan û destûreke bingehîn a nû ya xwe dispêre dabeşiya hêzan.” 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya heftane de mijarên di rojevê de nirxand. 
 
‘BI KURDÎ BIAXIVIN, BINIVÎSIN Û BIFIKIRIN’
 
Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Bakirhan axaftina xwe bi kurdî dest pê kir. Bakirhan, da zanîn ku Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî 92 sal berê Kovara Hawarê derxistine û ev kovar ji bo zimanê kurdî xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Bakirhan, wiha domand: “Di şexsê Celadet Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrî Can, Cegerxwîn, Mihemed Şêxo, Aram Tîgran, Apê Mûsa û Ferzad Kemanger de ez tevahiya kesên ji bo zimanê kurdî ked dayîn bi bîr tînim. Em bi kurdî binivîsin, bi axxivin û bi kurdî bifikirin.” 
 
‘HEBÛNA BI MILYONAN KURDAN HATE ÎNKARKIRIN’ 
 
Bi domdarî Bakirhan diyar kir ku gelek astengî li pêşiya ziman û çanda kurdî hene û wiha pê de çû: “Li gel ku em di sedsala 21’emîn de ne, sînema, şano û konserên bi kurdî tên qedexekirin. Mixabin ev şerm hêj didome. Weke ku hûn jî dizanin, yên ku dibêjin li vî welatî înkar û pişaftin heye, yên daxwaza demokrasiyên dikin an tên qetilkirin, an tên sirgunkirin an jî tên darizandin. Yek ji girîngtirîn meseleya vî welatî, meseleya kurd e ku bi salan tune hat hesibandin. Hebûna bi milyonan kurdan hate înkarkirin, ji bo îspatkirina ku kurd ne kurd in gelek teoriyên ehmeq pêş xistin. Van teoriyan bi dehan sal bi vî welatî dan windakirin. Di demeke ku cîhan ji hêla zanist, teknolojî û demokrasiyê pêş diket de van hewl dan xelkê bi teoriyên kart-kurt bixapînin, mijûl bikin. Lê di dawiya dawî de çand û zimanê kurdî tevî van teoriyan jî hebûna xwe didomîne.” 
 
‘NOQTEYA DAWÎ YA ÎNKARÊ DOZA KOMPASÊ YA KOBANÊ YE’ 
 
Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em li rabûrdiya sedsalî dinêrin, me pêvajoyên ku li ser çareseriyê tê axaftin jî jiyan. Xelk dilxweş û aborî baştir bû. Çawa ku pêla tundiyê mezin kirin, dîsa bêhizûrî serdest bû. Dewletê ji bo tolê ji kurdan û muxalîfan hilîne, dozên tolhildanê xist meriyetê û xwest hesabê bipirse. Hemû kes pê dizane ku ev ne dozên hiqûqê ne. Ev doz dozên siyasî û yên tolhildanê ne. Dozên êrişkirina mafê siyaseta demokratîk e. Noqteya dawî ya înkarkirina kurdan a sedsala 21’emîn, ev doz in. Em bi dozeke ku daraz weke saziya kompasê tevdigere re rû bi rû ne. Binêrin; hevserokên me yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û bi dehan hevalên me yên HDP’î ji ber twîtekê dê 2 roj piştre ji Doza Kompasê ya Kobanê bên darizandin. Ev doz, weke dozeke kompasê de di meriyetê de ye. Dadger û dozgerên ev doz vekirin, yên karûbarên krîtîk îmze kirin tevek jî têkiliya wan a bi çete, mafya, rêxistinên sûcan re derketin holê. 
 
Me kesên di civînên komê de tiliya xwe li gel dihejandin, yên gef dixwazin, ferman didan darazê bi hev re dîtin û bûn şahid. Ev doz ne tenê dozeke hiqûq û darazê ye; di heman demê de dozeke ku siyasetmedar jî tev li bûne, dozeke ku ev siyasetmedar bûne dadger, dozger û polîsên wê. Li vî welatî heta niha darbe tenê li biryargehên artêşê nehatine amadekirin, her wiha li korîdorên edliyeyan hatin amadekirin û ketin meriyetê. Gelo ma bidarvekirina Adnan Menderes ne darbeya siyasî bû? Ma biryara 367’an ne darbeya siyasî bû? Ma kesên cubeya darazê li xwe kirin ev darbe nekirin? Belê mazlumên wê rojê hûn bûn, kurd, şoreşger û rewşenbîr bûn. Lê hûn piştî bûn îktîdar we zalimtî li xwe girt û bi heman awayî, bi rêya darazê hûn zilmê li kurdan, şoreşgeran û rewşenbîran dikin. Hûn hewl didin tolê hilîni. Li rexekî Doza Kompasê ya Kobanê û li rexa din jî hûn neheqiyê li Osman Kavala dikin. Hûn Can Atalay jî mîna HDP’iyan dîl digirin, îradeya gel tune dihesibînin. Yên ku van dozan hêjayî me û muxalîfan dibînin, lil hêla din kesên di doza JÎTEM’ê de yek bi yek ber didin û jê xelas dikin. Tirkiye van dibîne û dê ji bîr neke. 
 
DAWÎ LI DOZÊN SIYASÎ BÎNIN
 
Ez li vir dibêjim ku dema dem û cihê wê hat, dê kesên kurd û rewşenbîr qetilkirin li welatekî demokratîk li pêşberî darazê hesaba vê bidin. Dema doza girtina AKP’ê hatî vekirin digotin; ‘di demokrasiyan de ya esasî ew e ku kesên îradeya gel hilbijartî birêve bibin.’ Baş e lê ma Gultan Kişanak nehatibû hilbiajrtin? Ma Selçuk Mizrakli nehatibû hilbijartin? Vaye em bi zîhniyeteke wiha re rû bi rû ne. Tiştên ku dema bi serê wan dihat digotin, piştî bûne îktîdar ji bîr kirin. Ma yên di dema doza girtinê de qala edaletê dikir hûn nebûn? Lê heke em niha pirsa edaletê bikin, li holê tiştek nehiştine. Niha şensek heye. Di serî de Doza Kompasê ya Kobanê, dawî li dozên siyasî yên mafê siyaseta demokratîk binpê dike bînin.  Heke hûn asayîbûneke rasteqîn bixwazin, wê demê di serî de Doza Kompasê ya Kobanê, dozên din bi dawî bikin.”
 
‘ÇARESERÎ BI QASÎ GIRAVEKÎ NÊZ E’
 
Di berdewamê de Bakirhan xwest ku îktîdar tavilê dawî li tecrîda muteleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bîne û wiha pê de çû: “Heta ev neyên kirin, li Tirkiyeyê rewşeke asayî û nerm çênabe. Birêz Ocalan kengî rola xwe ya têkildarî aştî û çareseriyê lîstibe, wê demê li welat refah hebû, hizûr hebû û ciwanan bi hêviyeke mezin li pêşeroja xwe dinihêrtin. Lê kengî mudaxileyî siyaseta demokratîk hatibe kirin; bêhêvîtî, krîza aborî û bi milyonan kesên bêhêvî derketin holê. Belê rast e asayîbûn rast e lê heke hûn asayîbûnê bixwazin, wê demê bizanin ku çareserî bi qasîn giravekî nêzî we ye.” 
 
‘DEV JI GEFXWARINÊ BERDIN’
 
Bakirhan, bertek nîşanî operasyonên psîkolojîk ên li dijî parlamenter û hevşaredarên DEM Partiyê da û wiha got: “Derdorên qirêjî û tarî yên peyama gel fêm nekirin, li cihê xwe naskinin. Parlamenter û hevşaredarên me loqmeyên hêsan nînin. Her yek ji me neferên têkoşîna heqîqetê ne. Lewma tavilê dev ji van xwarina gefan berdin. Li kolanên welat cînayet tên kirin û ji her deverê çete derdikevin lê ev trol hatine pey derew û bêbextiyên li dijî Partiyê Ketine. Ev ne rojnameger, tetîkkêş in. Em careke din bang li îktîdarê dikin; van trolên xwe ji me dûr bikin. 
 
TIRKIYEYÎBÛNA KU STATÛYA KURDAN MISOGER DIKE
 
Girîngtirîn meseleya Tirkiyeyê meseleya kurd e. Heta ev tê fêmkirin jî em ê her bibêjin. Nifteya çareseriyê, Tirkiyeyiya ku statûya kurdan û naskirina wan misoger dike ye. Sedema bingehîn a pirsgirêkan, yekperestî û neteweperestî ye. Pênaseya nasnameyê ya ku tevahiya kesên welat digire nav xwe, dermanê çareseriyê ye. Ji bo ku kurd bi ziman, nasname û statûya xwe bijîn, divê bingeha pêwîst bê amadekirin. Êdî dema hesabpirsîna ji komara kurdan tune dihesibîne ye. Rêya ewlehiya hundir û derve ya Tirkiyeyê, aştiya di navbera tirk û kurdan de ye. Heta ku ev aştî çênebe dê aborî, hiqûq, demokrasî û azadî her tim wiha di bin lingan de bin. Ewlehî bi top, tiveng û guleyan nabe. Bi operasyonên derveyî welat, avakirina kalekolan û parçekirin, înkar û pişaftina kurdan ewlehî nabe. Divê di navbera tirk û kurdan de aştiyeke civakî çêbibe û demokrasî û azadî bikevin meriyetê. 
 
DEYNÊ BUDÇEYÊ 22 QATÎ PAKETÊ YE
 
Duh bi şatefateke mezin paketa teserûfê eşkere kirin. Me jî mereq kir bê ka dê ji krîza aborî, xizanî û hwd. re bibe derman an na. Jê re dibêjin paketa teserûfê lê dema mirov lê dinêre dibîne ku tenê ji bo çavboyaxkirinê ye. Heke tiştên dibêjin tevekan jî bikin dikarin 100 milyar TL’an teserûf bikin. Lê tê payîn ku di sala 2024’an de bûdçe 2 trîlyon û 600 milyar TL’an li kêmiyê bide. Başe lê paketa teserûfê çiqas e? 100 milyar TL. Anku ji sedî 26 paran tenê pareke. Di sala 2024’an de deynê sermayeyê yê 2 trîlyon û 200 milyar TL paşguh kirine. Anku 22 qatê paketa teserûfê. Dê ji bûdçeya 2024’an ji bo şîrketa 162 milyar deynê garantî were dayîn. Anku hema hema 2 qatî paketa teserûfê ye. Heta ku ev pere ji bo van deran bên xerckirin, hûn ne paketa teserûfê hûn çi bikin jî nikarin aboriyê sererast bikin. Li şûna ku hûn çav ber didin pariyê nan ê karker û kedkaran, ji tank, top û guleyan teserûf bikin. Wê demê dê aborî xwe komî ser hev bike.” 
 
‘JI BO SEROKÊN PARTIYA SIYASÎ PEYAM’ 
 
Bakirhan, bal kişand ser hevdîtinên dîplomatîk ên piştî hilbijartinên 31’ê Adarê de û wiha pê de çû: “Dê hevdîtinên me bidomin. Ne tenê bi partiyên koma wan li Meclisê hene, em ê hevdîtinên xwe yên bi rêxistinên civaka sivîl û yên baweriyan jî bidomînin. Em hewl didin zemîneke hevpar ava bikin. Gelên me êdî dixwazin partiyên siyasî bibin navenda çareseriyê.” 
 
Bakirhan, 5 xalên di hevdîtinên partiyên siyasî de pêşniyar kirin wiha eşkere kir: 
 
“*Çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dê bi kêrî Tirkiye û Rojhilata Navîn bê. Em bi hev re çareseriyeke li ser bingeha muzakereyan pêş bixin. Bêyî vê çareseriyê sedsala nû ya Tirkiyeyê û destûra bingehîn jî nabin. 
 
*Em mafê siyaseta demokratîk misoger bikin. Em Tirkiyeyê ji darbeyên leşkerî û siyasî biparêzin. 
 
*Li dijî krîza aborî em bi aqilekî hevpar tevbigerin. Em mafê kedkar, xizan û civakê biparêzin. Civakê ji vê krîzê biparêzin. 
 
*Dawî li êrişên li dijî mafên jinan bi têkoşîna xwe bi dest xistin bînin û civakeke wekhev û azadîxwaz ava bikin. 
 
*Ji bo aştiya civakî em heq û hiqûqa her kesî biparêzin û li dijî hiqûqa ji bo kurdan, kedkar, şoreşger û muxalîfan cuda tê bikaranîn derkevin. Em destûreke bingehîn a ku xwe dispêre demokrasiya herêmî û dabeşiya hêzan çêbikin. Werin em peyama gel a 31’ê Adarê bi hev re rast bixwînin. Em bi hev re aştî, edalet û aramiyê bînin vî welatî.” 
 
PEYAMA YEKITIYA NETEWEYΠ
 
Bakirhan herî dawî jî bang li tevahiya kurdên li Rojhilata Navîn dijîn kir û ev tişt anî ziman: “Em di serdemekî wisa de ne ku geşedanên li cîhanê qedera Rojhilata Navîn diyar dikin. Berpirsyartiyeke dîrokî dikeve ser milê me tevan. Berpirsyartiya herî mezin û dîrokî ya dikeve ser milê me jî yekitiya neteweyî ya gelê kurd e. Divê tu kes nekeve nava hewldanên yekitiya neteweyî xerab dikin. Divê berjewendiyên xwe ne deynin pêşiya yekitiya neteweyî ya kurd. Ji ber ku gelê kurd di erefa serkeftineke mezin an jî windakirineke mezin de ne. Di vê mijarê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê her kurdekî. Yekitiya kurdan a li her çar parçeyan, li dijî tu kesî nîne. Dê bi kêrî kurdan û hemû gelên Rojhilata Navîn bê. Li pêşiya demokrasiya Tirkiyeyê jî gefek nîne. Berevajî vê, dê bi xwe re demokratîkbûn û azadbûnê bîne. Werin em bi hev re meseleya kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin.” 
 
 

Sernavên din

16/05/2024
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2024'AN
08:49 Meteorolojiyê ji bo barîna zêde û tozê hişyarî kir
08:25 Di lêpirsîna Ayhan Bora de 4 kesên din hatin binçavkirin
08:19 Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan bê berdan
15/05/2024
23:59 Şahiya 15’ê Gulanê: Zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
22:26 'Wê têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê bidome'
22:09 Li Îzmîrê panela zimanê kurdî
19:24 Şenyaşar: Heta edelet neyê ez ê li vir bim
17:55 Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî
17:09 Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”!
16:36 2 kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine girtin hatin berdan
16:27 TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!
15:59 Li Îzmîrê binçavkiriyek rastî lêgerîna tazî hat
15:57 Ji bo Doza Kobanê bang: Xwedî lê derneketin sûc e
15:44 ‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn
15:39 Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da
15:30 Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn
15:15 ‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’
15:13 Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
14:58 Şandeya DEM Partiyê li Awûstûryayê ye
14:42 Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike
14:10 Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin
14:09 Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike
13:21 Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye
12:42 Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
12:24 Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî
12:19 Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin
12:18 Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:02 Wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin
09:02 Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn
09:02 Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin
09:01 ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN
13/05/2024
20:27 Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî
20:10 Çalakiya Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 102'yan de ye
16:54 Li Wan û Şirnexê çalakiyên ziman: Bi kurdî biaxive, bifikire, bijî
16:42 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin
16:17 Şaredarî têkildarî Ziya Turk daxuyanî da
16:14 Ji ÎHD’ê pêşniyara teserûfê: Lêçûnên leşkerî kêm bikin
15:45 Şîna Rêber Soydan bi girseyî hat ziyaretkirin