STENBOL - Hevserokê MATÛHAY-DER'ê Mehmet Şafî Erol ku ji bo bidawîbûna tecrîdê banga têkoşînê kir, got: "Werin em bi hev re vê meşa azadiyê bilind bikin."
Çalakiyên di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê 38 meh in agahî jê nayê girtin didomin. Girtiyên siyasî yên di 27’ê Mijdara 2023’yan de greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dabûn destpêkirin, di 4’ê nîsana 2023’yan de derbasî qonaxeke nû bûn û malbatên girtiyan jî çalakiya Nobeda Edaletê ya di vê serdemê de dabûn destpêkirin, veguherandin çalakiya “Bibe dengê azadiyê."
Hevserokê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MATUHAY-DER) a Marmarayê Mehmet Şafî Erol, têkildarî çalakiyên ku didomin de axivî.
Mehmet Şafî Erol
BANG LI DAYIKÊN TIRK KIR
Erol, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê her ku diçe kûrtir dibe û di serî de gelê kurd li bara hemû civakê bûye sedema fikaran û got: “Me biryar da ku em hefteyê carekê li ber girtîgehan rûnin û dengê xwe bilind bikin. Em di wê baweriyê de ne ku biryara ku me daye biryarek li gorî pêvajoyê ye. Lê em hêvî dikin ku ne tenê xizmên girtiyan û dayikên aştiyê, dayikên tirk jî tevlî çalakiya me bibin. Em ji vir bang li hemû dayikan dikin; em zarokên xwe nekin qurbana siyaseta berjewendiyê ya tu kesî."
Erol, bi bîr xist ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî di ser asta navneteweyî de tên lidarxistin û got ku divê saziyên pêwendîdar li hemberî vê rewşê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Erol bi taybet bertek nîşanî helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da û got: “38 meh in tu agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Çima CPT ku yek ji saziyên hiqûqî ye, karê xwe nake? Astengiya li ber wê çi ye? Bila vê yekê ji me re eşkere bike. Tu ji kê ditirsî? Divê ew bêhiqûqîyên wiha qebûl nekin."
‘EM MEŞA AZADIYÊ BILIND BIKIN'
Erol, bal kişand ser rola Abdullah Ocalan ku dikare ji pirsgirêkên bingehîn ên hemû gelan û bi taybet gelên Rojhilata Navîn re çareseriyê pêşkêş bike û wiha dewam kir: "Dema em bi wateyek kûr li fikir û ramanên birêz Ocalan dinêrin, em dibînin ku li wir felsefeya jiyanê heye. Paradîgmaya birêz Ocalan li 160 welatan tê xwendin. Lê pergala heyî dixwaze vê fikrê tune bike. Lewma em dibêjin; pêwîst e her kes fikir û bîrdoziya birêz Ocalan bibîne û bixwîne. Ji bo ku ev fikir bi civakê re bibin yek, em dixwazin deriyê Îmraliyê rojek berî rojekê bê vekirin. Divê her kesê xwedîwijdan berpirsiyariyê bigire ser xwe. Ev banga me ji bo hemû rêxistinên sivîl û komên siyasî ye. Werin em bi hev re vê meşa azadiyê bilind bikin. Ger em bi hev re bin tiştekî ku em nikaribin bi dest bixin tune ye. Werin em bi baweriya xwe ya bi aştiyê bimeşin.”