XARPÊT - Ayhan Kevser anî ziman ku ew ji kurê xwe yê di çalakiyê de ye tu agahiyan nagire, wiha bang li her kesê kir: “Bibin dengê girtîgehan.”
Çalakiyên girtiyan a bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” hatine destpêkirin, berdewam dikin. Girtiyên di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kiribûn, di 4’ê nîsanê de çalakiya xwe derbasî konaxekî nû kirin. Girtî dadgahan boykot dikin, dernakevin hevdîtina malbatê û telefonan venakin.
Dayika Kadîr Kevser ê di Girtîgeha Hejmar 2 ya Ewlehiya Bilind a Xarpêtê de tê ragirtin, Ayhan Kevser anî ziman ku ew ji ber tu agahiyê ji kurê xwe nagire, bi guman e.
‘DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN’
Kevser anî ziman ku ew herî dawî di meha nîsanê de bi kurê xwe re axiviye û wiha got: “Kurê min ev 10 sal in di girtîgehê de ye. Ji mehekî zêdetir e ez tu agahiyan ji kurê xwe nagirim. Ez nikarim vê rewşê ragirim. Tu dayik nikarin vê rewşê ragirin. Ev îşkenceya li dayikan tê kirin bila bi dawî be, bila êdî dayik negirîn. Dê dawiya zarokên me çi be. Em giriyan êdî em naxwazin tu dayikên din bigirîn. Em dixwazin ev tecrîde were rakirin.”
‘TECRÎD RABE DÊ AŞTÎ WERE’
Kevser diyar kir ku kurê wê di axaftina telefonê ya herî dawî de jê re “Em vê têcrîda tê meşandin qebûl nakin” gotiye û da zanîn ku heya çalakiya wan encamekî bigire dê girtî çalakiya xwe bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sax e, nexweş e tu tiştekî jê nizanim. Dema rewş wiha dibe, dikevim gumanan. Divê tecrîd rabe. Divê daxwaza zarokên me, daxwazên girtiyan demildest werin pêkanîn. Heke tecrîd rabe yeqîn dikim ku dê aştî were.”
Kevser got ku ew piştevaniya çalakiya zarokên xwe dikin, xwedî li daxwazên wan derdikevin û wiha pê de çû: “Ez ê serî li dozgeriyê bidim. Hewce be dê biçim Enqereyê. Bila cenaze ji girtîgehê dernekevin. Di dawiya vê pêvajoyê de qewîmîna her tiştî pêkan e.”
‘EM LI CEM GIRTIYAN BIN’
Di dawiya axaftina xwe de Kevser bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyan û wiha derbirî: “Ji ber nikarim biçin hevdîtinê, sebra xwe bi wêneyan tînim. Wêneyên li malê datînim ser maseyê. Ez dixwazim bila li ber çavên min bin lê belê ma perçeyekî kaxizê çiqas dikare sebra min bîne? Ez ê beyî hembêzkirin û bêhngirtina kurê xwe, çawa qayîl bibim. Heke têkildarî vê mijarê çalakiyek were li dar xistin ez ê jî tev li bibim. Ji ber kezeba min li wir e, hezaran hevalên me yên girtî li wir in. Hemû zarokên me ne. Em naxwazin tu dayik rastî vê zilmê werin. Em bibin dengê girtîgehan. Em li cem girtiyan bin, ew ne bi tenê ne.”