ENQERE - Siyasetmedar Sebahat Tuncel û Ayla Akat Ata ku ji Girtîgeha Sîncanê tehliye bûn, bal kişandin ser çalakiya li girtîgehan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.
Siyasetmedar Sebahat Tuncel, Ayşe Yagci, Meryem Adibellî û Ayla Akat Ata ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê tehliye bûn. Siyasetmedar li pêşiya girtîgehê ji hêla gelek kesan ve bi tililî, çepik û çîçekan hatin pêşwazîkirin. Siyasetmedar tevî girseya ew pêşwazî kirin derbasî Navenda Giştî ya DEM Partiyê bûn.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Ayla Akat Ata û Sebahat Tuncel li vir axivîn.
‘DEMA EM JI GIRTÎGEHÊ DERKETIN ME ŞERM KIR...’
Ji ewil Ata axivî û got ku hêviya wan ew e ku siyaset bibe rêbaza çareserkirina pirsgirêkan. Ata, wiha domand: “Diviya dema em îro ji girtîgehê derdiketin hesta em dijîn şerm nebûya. Lê me şerm kir. Ji ber hevalên ku me li pey xwe hiştin me şerm kir. Diviya ew kesên hiqûq ne anîn wê girtîgehê şerm bikira lê me ji ber hevalên ku di girtîgehê de mayîn şerm kir. Lê yên ku ev şerm bi me dayîn jiyîn, di esasê xwe de sedema wê ne.”
‘EV DOZ LI VIR BI DAWÎ NEBÛ’
Hatîmogûllari jî anî ziman ku ew ji ber hevalên wan ên hatine berdan keyfxweş û yên ceza lê hatiye birîn jî xemgîn in. Hatîmogûllari diyar kir ku van cezayan mirûzê wan nexweş nekiriye û wiha got: “Em dizanin ku Doza Kompasê ya Kobanê doza tolhildana siyasî ye. Ya ku hatiye cezakirin, berxwedan û piştevaniya li dijî qirkirina DAIŞ’ê hatiye raberkirin e. Lê ev doz li vir bi dawî nebû.”
‘PIŞTEVANÎ HATE CEZAKIRIN’
Herî dawî jî Sebahat Tuncel axivî. Tuncel, wiha got: “Cezakirina dozeke piştevaniyê ne ji hêla exlaqî ve ne jî ji hêla wijdanî û hiqûqî ve nayê qebûlkirin. Erê rast e em hatin tehliyekrin lê bi dehan sal li hevalên me hate birîn. Di esasê xwe de piştevaniya bi gelê kurd re hate cezakirin. Bi vê yekê peyamê didin me. Di esasê xwe de di pirsgirêka kurd de di şer de israr dikin. Hêj mudaxileyî qada siyaseta demokratîk dikin.
MA TIŞTA ASAYÎ CEZAKIRINA KURDAN E?
Temamiya van mekanîzmayên darazê kengî xera bûn? Di sala 2015’an de piştî AKP’ê mase wergerandî re xera bûn. Di pirsgirêka kurd de hiqûq li bin lingan e. Qanûnên ji ber kurdan ji holê rakirin niha li tevahiya Tirkiyeyê belav bûne. Me wê demê jî hişyarî da û got ev meseleye ne tenê ya kurdan e. Niha nîqaşên destûreke bingehîn a nû tên kirin. Gelo destûreke bingehîn a hebûn, ziman û çanda kurdan nas nake dê çawa bibe destûra bingehîn. Çi guherî. Qala asayîbûnê dikin. Ma tişta asayî cezakirina kurdan û sosyalîstan e? Heke tişta asayî ev be, em vê qebûl nakin.
LI GIRTÎGEHAN BERXWEDAN HEYE
Me hevalên xwe li pey xwe hiştin û hatin. Binêrin, li girtîgehan berxwedanek heye. Tevî mercên tecrîdê jî dixwazin pêşiya demokrasiya Tirkiyeyê vekin. Girtiyên nexweş dîl hatine girtin, siyasetmedarên kurd dîlgirtî ne. Li cihekî wiha ma mirov dikare qala demokrasî û asayîbûnê bike? Di rewşekî wiha de em ji ber tehliyebûna xwe keyfxweş nabin. Em bihêrs in. Lê em ê hêrsa xwe birêxistin bikin.
DEMOKRASÎ TENÊ BI DAXWAZKIRINÊ NABE
Têkoşîna demokrasiyê tenê bi daxwazan nabe. Bi têkoşîn û xwebirêxistinkirinê dibe. Wanê ev nîşan da. Hilbijartinan ev nîşan da. Niha dema wê ye ku em bi hev re têbikoşin. Ne em lê îktîdar zeîf e. Em hêj nû dest pê dikin. Ev destpêkeke nû ye. Em gelek bedel didin lê dê dev ji vê têkoşînê bernedin. Dê ji vir û şûnde jî li ber xwe bidin. Me dev ji têkoşînê bernedaye.
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
Dixwazin herî dawî jî vê bibêjim; em dengê rêhevalên xwe yên di girtîgehê de bibihîsin. Divê em berxwedan û têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê watedar bikin. Ev ne tenê meseleya kurdan e, meseleya Tirkiyeyê ye. Bi tecrîda li Îmraliyê re di esasê xwe de aştiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin. Tişta ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê kirin tam jî ev e. Ji roja di sala 2015’an de mase hatî belavkirin heta niha li rewşa Tirkiyeyê binêrin. Lewma li Îmraliyê tenê yek kes nayê ragirtin. Di şexsê wî kesî de gelê kurd, azadiya gelên Tirkiyeyê, azadî û aştî tê tecrîdkirin. Lewma divê em deng bidin girtîgehan.”