AMED - Sînan Çîftyurek ê DEM Partiyî destnîşan kir ku bi Projeya Riya Pêşketinê” destkeftiyên kurdan tên hedefgirtin û wiha got: “Divê gelên Tirkiyeyê ji bo krîza aborî kurtir nebe, li dijî vî şerî bisekine.
Hêzên kurewî û herêmî bi riyên nû yên enerjiyê dixwazin erdnîgariya Rojhilata Navîn ji nû ve saz bikin. Çîn di sala 2013’an de bi armanca “Zindîkirina Bazirganiya Rojhilat û Rojavayê” bi projeya Hewldana Xet û Rê dest bi xurtkirina Riya Armûşê ya dîrokî kir. Li dijî vê hewldana Çînê hêzên hegemon dest bi projeyekî nû kirin. Di Civîna G-20’yê ya li Hîndistanê hatiye lidarxistin de Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) ji bo serweriya Çînê dawî bike bi ser Hindîstan, Rojhilata Navîn û Korîdora Ewropayê (IMEC) projeyekî nû amade kir. Daxuyaniya projeyê ji hêla DYA, Hindîstan, Erebistana Siûd, Mirtiyên Yekbûyî yên Ereb (BAE) û welatên Yekitiya Ewropayê (YE) bi hev re dan. Dê bi vê riyê Hindîstan, Welatên Kendavê û Ewropa bi ser xetekê bigihin hev. Armanca projeyê avakirina entegrasyona di navbera Asya-Rojhilata Navîn û Ewropayê ye û dewletên wek Tirkiye û Irakê di nava vê projeyê de cih negirtin.
Tirkiyeya derveyî vê projeyê hatiye hiştin, ji bo tev li vê projeyê were kirin ketiye nav lêgerînan. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di vê çarçoveyê de hefteya borî çû serdana Bexdayê û daxuyand ku ew bi Iraq, Katar, Mirtiyên Yekbûyî yên Ereb re bi navê “Projeya Riya Pêşketinê” pêşpeymanekî îmze kirine. Tirkiye bi ser hesabên peymanê, dixwaze li Herêma Federe ya Kurdistanê dest bi êrişên nû bike.
ARMANCÊN TIRKIYEYÊ
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Wanê Sînan Çîftyurek têkildarî gavên hêzên kurewî û herêmî û destkeftiyên kurdan axivî. Çîftyurek destnîşan kir ku Tirkiye tenê ne bi berjewendiyên aborî nêzî “Projeya Riya Pêşveçûnê” dibe û wiha axivî: “Tirkiye dixwaze bi vê projeyê destkeftiyên kurdan ji holê rake.” Çîftyurek diyar kir ku di çarçoveya projeyê de dixwazin Herêma Federe ya Kurdistanê dorpêç bikin û wiha got: “Dixwazin bi vê projeyê ve di navbera Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bibe barîyer. Dixwazin bi vê projeyê têkiliyê qût bikin. Ev yek bi hesaba Iraqê jî tê. Dixwazin siya Îranê bi ser xwe rakin ji ber vê yekê bi Tirkiyeyê re peymanê dikin.
‘ÎRAN LI DIJÎ PROJEYÊ YE’
Çiftyurek anî ziman ku Armanca Tirkiyeyê ew ku di meha tîrmehê de “şerekî mezin” dest pê bike û di vê çarçoveyê de hevdîtin hatin kirin û lihevkirinek çêbû. Çîftyurek bi bîr xist ku Îran li dijî vê “lêgerîna riyê” ye û axaftina xwe wiha domand: “Îran naxwaze şiiyên li Iraqê ji kontrolê wan derkevin. Armanca Îranê ew e ku Tehran, Şengel û Beyrûtê bi hev re girê bide. Tirkiye di mijara petrolê de bi Iraqê re li hev kir lê di mijara avê de pirsgirêk çarser nebûne. Av ne tenê mijarekî di navbera Tirkiye û Iraqê de ye, di heman demê de mijara Sûriyeyê jî ye. Heke berfireh lê binêrî mijara Îranê jî ye.”
‘DI HESABÊ DE MÛSIL Û KERKUK HENE’
Çîftyurek diyar kir ku Tirkiye ji bo êrişa meha tîrmehê bide destpêkirin di lêgerînan de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurd ewqas berdêl dan ku, destkeftiyên wan ên wekî Kurdistana Federe û Rojava çêbûn. Tirkiye dixwaze van hi holê rake. Sedema xwestina korîdara ewlehiyê ya ji Îranê heya Rojavayê ya hezar û 200 kîlometreyê ev yek e. Îran û Iraq jî vê yekê dizanin. Di hesabaTirkiyeyê de li gel Projeya Riya Pêşketinê mijara Musil û Kerkukê jî hene. Vê yekê Iraq û Îran j î dizanin.”
‘DIVÊ BAŞUR Û ROJAVA NÊZÎ HEV BIN’
Çiftyurek bilêv kir ku pirsgirêka kurd bi şer çareser nabe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Operasyonên mezên ên leşkerî jixwe li Başûr tên kirin. Ma çi bi dest xistin. Hûn ji bo destkeftiyên kurdan ji holê rakin li hemû deriyên dewletên derve dixin lê ji bo aştiyê destê xwe dirêjî kurdan nakin. Ev yek dirûtî ye. Operasyon, çek û şer çareserî nin in. Krîza aborî kur dibe mirov muhtacî nanê şevî bûne û di demêkî wiha de dê şer krîza aborî girantir bike. Divê gelên li Tirkiyeyê ji bo krîza aborî kurtir nebe li dijî şer derkevin. Ez bang li gelê kurd û siyaseta Rojava û Herêma Federe dikim; Ma qey gelek zehmet e ku hûn li hember van êrişan bibin yek û hember derkevin. Dewletên dagirker ji bo statûya we ji holê rakin dibin yek, çima hûn nabin yek? Em bang li rûspî, seyda û meleyên; ji bo her du perçe nêzî hev bibin bang dikin.”
‘JI BO ASAYÎBÛNÊ DIVÊ TECRÎD RABE’
Di dawiya axaftina xwe de Çîftyurek derbarê gavên pêwîst ên ji bo pevçûnan bide sekinandin û di welat de “nermbûnê” ava bikin de ev tişt gotin: “Bi rastî jî heke Kurdistan û Tirkiye bixwaze nermbûn çêbe, mijara serele Îmralî ye. Divê ewil tecrîda ser Abdullah Ocalan rabe. Mijara tecrid, astengkirina hevdîtina parêzer û malbatan bi tena serê xwe bêexlaqî ye. Riya asayîbûnê ji rakirina tecrîdê derbas dibe. Ji bo şert û mercên aştiyê ava bibin divê tecrîda ser birêz Abdullah Ocalan demildest were rakirin.”
MA / Mujdat Can