Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye

  • rojane
  • 14:25 18 Gulan 2024
  • |
img

WAN – Egîtîm Sen a Wanê 1’emîn Sempozyûma Zimanê Kurdî ya li dar dixe da destpêkirin. Zimanzan Samî Tan wiha axivî: “Kuştina zimanekî komkujî ye. Asîmîlasyona ziman ne sûcê mirovahiyê ye, sûcê li dijî mirovahiyê ye.”

 
Bi pêşengiya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Wanê û bi hevkariya Weqfa Mezopotamyayê û Komîsyona Ziman a Baroya Wanê li ser “Polîtîka, plansazî, perwerde û statûya hiqûqî” 1’emîn Sempozyûma Zimanê Kurdî hat lidarxistin. Sempozyûma ku dê du rojan derdewam bike îro li Baroya Wanê dest pê kir. Ji parçeyê Kurdistanê nivîskar, lêkolîner, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, hevşaredarên navçeyan û gelek kes tev li sempozyûmê bûn.  
 
Piştî axaftina destpêkê bi navê Polîtîka û Ziman rûniştinek hat lidarxistin. Di sempozyûmê de Mazlûm Kanîwa wek moderator, lêkolîner Dr. Nadire Guntaş Aldatmaz, ziman Samî Tan û akademîsyen Dr Mikaîl Bulbul jî wek axiver cih girtin. 
 
TÊKOŞÎNA ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ 
 
Destpêkê rêveberê Egîtîm Sen a Şaxa Wanê Lokman Babat axivî û ewilî bal kişand ser Doza Kobanê ku cezayê giran li siyasetmedaran hatine birîn û biryarê şermezar kir. Lokman, diyar kir ku di salên 90’î de gelê kurd têkoşîna zimanê xwe dida û wiha domand: “Di sedsala 21’ê de em ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê em têkoşîna xwe didomînin. Zimanê kurdî mafê Gelê Kurd e. Divê em xwedî zimanê xwe derbikevin.”   
 
‘DIVÊ SAZÎ XWEDÎ PERSPEKTÎFÊN BERFIREH BIN’
 
Ji Lijneya Amadekar Salîh Hêzil jî da zanîn ku ew hewl didin ku bi perspektîfek berfireh vê bernameyê dewlemend bikin û ev tişt anî ziman: “Ev hêviyê dide me ji bo xebatên pêşerojê. Zimanê kurdî bi tenê di rojên diyar te tê rojevê. Lê ji bilî girîngiya vê divê her tim bê axaftin. Ji ber ku ziman pêşeroja me ye. Berpirsyar li ser milên hemû kesî ye. Divê hemû sazî bi perspektîfek berfireh tevbigerin. Ev bername ji bo pêşerojê jî nîmûneyek e.”
 
‘EM ZIMAN JI BÎR BIKIN DÊ BÊN JIBÎRIRIN’
 
Nivîskar Îbrahîm Sungur jî diyar kir ku civakek bi zimanê xwe neaxive nikare xwebûna xwe pêk bîne be û wiha axivî: “Divê em girîngiya zimanê xwe û zimanan bizanibin. Arîsto di pirtûka xwe ya mantiqê de dibêje ‘mirov zindiyên axivir e.’ Ev taybetî cur bi cur her qewmek bi zimanê xwe biaxive. Kesê ku bi zimanê xwe nizanibe, zimanê hemberê xwe jî nizanibe. Divê civak xwedî zimanê xwe derbikeve. Zimanê dayikê bibe zimanê siyasetê. Dema ku me ziman ji bîr kir, em ê jî bên ji bîr kirin û tune kirin. Em hêviya xwe ji têkeoşîna xwe nebirin. Em ê bi gav bi gav bi ser kevin.”
 
‘ÇARENÛSA ZIMAN DI DESTÊN ME DE YE’
 
Piştî axaftinan rûniştina yekem a sempozyûmê, bi lêkolîner Nadîre Guntaş Aldatmaz, zimanzan Samî Tan û Akademîsyen Mîkaîl Bulbul ve dom kir. Destpêkê de Samî Tan li ser “Xebatên vejandina zimanî û rewşa zimanê kurdî” axivî û wiha got: “Tune kirina ziman di encama polîtîkayên qirkirina zimanî ye. Rewşa nemana ziman û axiveran ji ber polîtîkayên qirkirinê ye. Ji bo ku hêzê xwe bi dest bixin ne bi tenê bajaran bi dest bixin, di heman demê de zimanê wê gelê jî tê tunekirin. Çarenûsa qedera zimanê me di destên me de ye.”
 
'TIŞTA TÊ SERÊ ZIMAN, TÊ SERÊ WELAT JÎ'
 
Mîkaîl Bulbul jî li ser “Xebatên standardîzasyona kurdiya kurmancî” axivî destnîşan kir ku rewşa kurdî û rewşa welat heman tişt e. Mîkaîl, wiha dom kir: “Weke Kamûran Bedirxan gotiye; ‘çi were serê ziman tê serê welatan jî.’ Rewşa zimanê me ku standardîzasyon bûye bi rewşa welatê me ve girêdayî ye. Têgeha standardîzasyonê binêrin. Netewe xwe tişteke çêkiriye. Piştî şoreşa fransayê netewe dewlet ava bûne. Bi vê yekê re nasnakemeyek çêkirina kolektîf dest pê kir. Ev nasname li gor modernê hatiye çêkirin.”
 
'PÊDIVÎ BI STANDARTKIRINÊ HEYE'
 
Herî dawî lêkoler Nadîre Guntaş Aldatmaz jî bi kirmanckî li ser “Xebatên derbarê standartiya kirmanckî” axivî û wê jî ev tiştan anî ziman: “Ji bilî kurmancî, kurmancî jî pêdivî bi standardîzekirinê heye. Di hemû zimanan de pirsgirêka standardîzasyonê heye. Îmkan û rewşa ziman çi dibe bila bibe, ew ziman çiqasî standardîze dibe. Dibistan û perwerde ji bo standardkirina zimanekî girîng in. Lê mixabin zazakî nikare ji van hemû derfetan sûd werbigire. Di van şert û mercan de li Tirkiyeyê şensê Zazakî nîne ku xwe bide jiyîn. Di dibistan û zanîngehên bi zimanê perwerdehiya Tirkiyeyê de jî ev rewş heye. Helbet ji bo standardîzasyona zimanekî kanalên televizyonê pir girîng in, lê mixabin di vê mijarê de zazakî hema bêje tune ye.”
 
Sempozyûm wê du rojan bi nîqaş û rûniştinên cuda berdewam bike.
 

Sernavên din

21/05/2024
14:11 Ji ber qerên qeyûm ceyrana MARSÛ’yê hate birîn
13:18 Li Parlamentoya Herêma Kurdistane 5 kursî ji bo pêkhateyan hat veqetandin
13:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:16 Li Stenbolê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
12:38 Hatîmogûllari: Hevalên me ji ber ku serî li ber rejîmê netewandin hatin cezakirin
12:32 Parêzerê ku îtîrafkar digot li cem min e, di danişînekî din de bûye
12:28 Kujerê Recep Hantaş jî nehat cezakirin!
12:11 Rojnamevan Aslan ji doza ‘agahiya şaş belav kiriye’ hat beraetkirin
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta Newrozê 5 kes hatin binçavkirin
11:27 Gund Ma tê avakirin
10:55 Girtiyê siyasî di qawîşa girtiyên edlî de tê ragirtin
10:49 Vegera welat a êzidiyan didome
10:42 DEM Partî: Em êşa mezin a çerkezan parve dikin
10:27 Ev zêdetirî 30 sal in kovaran arşîv dike: Kovara herî kevn 132 sal berê hatiye weşandin
10:18 Çalakiya girtiyan berdewam dike
10:17 Ji bo tecrîdê û pirsgirêka kurd dê hevdîtinan bikin
10:00 Li Abdullah Ocalan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn
09:51 Li Afyonê qeza: 17 kes birîndar bûn
09:39 Li Stenbolê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:13 Girtiyên serî natewînin nayên berdan!
09:09 Li Ewropayê çalakiyên 'Azadî ji Ocalan û girtiyên siyasî re' dest pê dikin
09:07 Biryara 'parastinê' naparêze: Çareserî têkoşîna li ser esasê xweparastinê ye
09:03 Rojnameger Ehmed 210 roj in winda ye: Şerme ku rojnamegerek kurd li Kurdistanê bê revandin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2024'AN
20/05/2024
22:08 Dilan Sarûhan hat berdan
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga 'dawî li tecrîdê bînin'
16:54 Li Periyê gund bi gund xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîdê rakin
16:34 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:15 Haya wezaretê ji hejmara hikûmxwarên di girtîgehê de nîne!
16:08 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demirtaş kirin: Wê têkoşîna me bidome
15:49 Doza 9 kesên hatibûn kuştin veguhestin Konyayê
15:30 Li Licê operasyona leşkerî berdewam dike
15:24 Li Hezex, Îzmîr û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hat protestokirin
15:23 Jinên siyasetmedar ku hatin berdan: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
15:12 Ceza li mitehitên apartmana 37 kes lê miribûn hate birîn
14:35 Dozgerê ICC’ê xwest Netanyahu were girtin
14:06 Reîsî bi biryarên îdamê û polîtîkayên tundiyê dihat naskirin
13:53 Girtiya nexweş Ozer ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin
13:32 Koçyîgîtê ji ber ‘xefika îktîdarê’ hişyarî da
13:20 Li wargeha KYK’ê 97 xwendekar jehrî bûn
13:20 Pêşniyarqanûna ‘Bila deynên qeyûman ji wan bê standin’ dan Meclisê
11:52 DEM Partî: AKP li Curnê Reş gefê li keyayan û gundiyan dixwe
11:29 Li Şirnexê kesek hat girtin û 39 kes hatin berdan
11:28 Şaredariya Sûrê deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kir
11:26 Nivîskar Sîdar Jîr: Kobanê kevirê takêşê yê dîroka kurdan e
10:36 Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin
09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir