MÛGLA -Li navçeya Bodrûmê keştiya ku penaber lê siwarbûyî bûn, xera bû. 14 kes ji keştiyê hatin rizgarkirin, 2 kes mirin û 4 kes jî hê winda ne.
Li navçeya Bodrûmê ya Mûglayêkeştiya ku penaber vediguhêst, xera bû û bi noqbûna avê re rû bi rû ma. Hat gotin 20 penaber di keştiyê de bûne. 14 penaber hatine rizgarkirin, 6 kes jî ketine behrê. Ji van 6 kesan 2 kes mirin û 4 kes jî hê winda ne. Fermandariya Ewlehiya Peravê ragihand bûyer saet li 02.36’an pêk hatiye, li ser vê îxbar ji wan re hatiye û ji ber lastîkê keştiyê xera bûye û bi talûkeya ku noqî avê bibe re rû bi rû maye.
Ji bo dîtina 4 kesan xebatên lêgerînê berdewam dikin.