Rapora binpêkirina mafan a girtîgehan: Di salekê de 24 hezar binpêkirin

  • rojane
  • 16:00 1 Hezîran 2024
  • |

ENQERE - Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku wan di nava salekî dawî de herî kêm 23 hezar û 899 binpêkirinên mafan diyar kirine û anî ziman ku piraniya van binpêkirinan di bin sernavê îşkenceyê dê tên destgirtin. Çevîrmen da zanîn ku serlêdana wan ji bo hevdîtina bi Ocalan re bi wezaretê kiriye jî bêbersiv hatiye hiştin. 

 
Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora binpêkirina mafan a girtîgehan ya sala 2023’yan bi daxuyaniya çapemeniyê li otelekî li navçeya Kizilaya Enqereyê de hate parvekirin. Hevsrokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Çevîrmen rapor xwend û diyar kir ku ew van daneyan di serlêdanên malbat û parêzeran de û di xebatên ÎHD’ê kirine de tespît kirine. 
 
DI SALEKÎ DE 24 HEZAR BINPÊKIRIN
 
Çevîrmen da zanîn ku di sala 2023’yan de ji 51 bajarên Tirkiyeyê, 6 jê vekirî bi giştî 147 girtîgehan de herî kêm 23 hezar 899 binpêkirinên mafan pêk hatine û wiha got: “Ev binpêkirin tenê bi xebatên bisînor ên ÎHD’ê hatine diyarkirin. Midûrtiya Giştî ya  Girtîgeh û Malên Tewqîfkirinê ya Wezareta Dadê binpêkirinên siyasî, biyanîyan, girtiyên nexweş, girtiyên jiyana xwe ji dest didin, kesên LGBT+, kesên astengdar, zarok û jinan bi raya giştî re parve nake. Di sala 2023’yan de 19 girtîgeh hatin vekirin û di sala 2024’an de plasasaziya vekirina 12 girtîgehên nû tê kirin.”
 
DI 8 MEHAN DE 78 HEZAR KES HATIN GIRTIN
 
Çevîrmen bi bîr xist ku di 8 mehan de 78 hezar kes hatin girtin û bi vê yekê hejmara kesên di girtîgehê tên ragirtin ji 2’yê gulanê pê ve derket 329 hezar kesan. Çevîrmen anî ziman ku ev binpêkirin “derveyî rûmeta mirovahiyê” ne û wiha axivî: “Mixabin girtiyên nexweş tevî ku hatine dema xwe dawiyê jî nayên berdan. Raporên nexweşxaneyan ji hêla Saziya Tipa Edlî (ATK) ve nayên qebûlkirin.”  
 
DI 6 SALAN DE 2 HEZAR 258 KES JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Çevîrmen anî ziman ku wan têkildarî binpêkirina mafê tenduristiyê 6 hezar 639 binpêkirinên tespît kirine û wiha got: “Ji sala 2018’an ber bi îro ve di girtîgehan de herî kêm 2 hezar 258 kes jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2023’yan de herî kêm 42 kes jiyana xwe ji dest dan. Di 91 girtîgehan de heya 3’yê nîsanê nêzî hezar û 997 kes tev li greva birçîbûnê ya dorveger bûn. 
 
PIRANIYA BINPÊKIRINAN ÎŞKENCE NE
 
Çevîrmen da zanîn ku herî kêm 17 hezar û 218 binpêkirin di bin navê îşkenceyê de pêk hatine û got ji van 772’yê wan lêdan, gef û heqaret, 175’ê wan lêgerîna tazî, 567’ê wan lêgerîna nava dev, 252’yê wan jimartina bi ser piyan, 240’ê wan astengkirina bikaranîna mafê hewadariyê pêk hatine.  
 
Di berdewama axaftina xwe de Çevîrmen bal kişand ser lêgerîna ode û qawişan, ferzkirina ajantiyê, kamerayan xistina nava qadên jiyanê, serdagirtinê û lêgerînan de destdayîna ser tiştan û gelek binpêkirinên bi vî awayî û anî ziman ku 169 binpêkirinên cihêkariyê jî hatine jiyîn. Çevîrme da zanîn ku 2 hezar 246 binpêkirinên mafê ragihandinê, 2 hezar 216 mafê xwe gihandina agahiyê hatine xespkirin. 
 
BERDANA 424 GIRTIYAN HATE TALOQKIRIN
 
Çevîrmen ser binpêkirinên Lijneya Îdare û Çavdêriyê sekinî û wiha berdewam kir: “Di çarçoveya rêziknameyê de ev lijne xwe dixin li şûna girtîgehan, derbarê girtiyan de bi nirxandina “xweşhaliyê” dikin, biryar didin bê ka dê girtî ji mafê xwe yê serbestiya bi kontrol bi kar bînin an na. Herwiha ev lijne rêgeza ‘nikare biçe berê’ binpê dikin û derbarê gitiyan de cezayên dîsiplînê didin. Ev lijne dixwazin girtî bêjin ku poşman bûne. Ji ber vê yekê sedan girtiyên siyasî ji mafê xwe yê berdana bi kontrol bi kar naînin. Bi ketina meriyetê ya vê rêziknameyê heya dawiya sala 2023’yan herî kêm berdana 426 girtiyan bi navberan diyarkirî hate astengkirin. 
 
BERSIV NÎN E!
 
Çevîrmen bi ser tecrîd û sepanên li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sekinî û bi bîr xist ku ev sepan derveyî qanûnên navneteweyî ye. Çevîrmen anî ziman ku ew di 28’ê mijdara 2023’yan de ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serlêdanê kirine û got ku lê haya niha Wezareta Dadê tı bersiv nedaye wan. 
 
TENDURISTIYA WAN XERA DIKE
 
Çevîrmen bilêv kir ku girtiyên di girtîgehên tîpên Y û S de tên ragirtin di bin tecrîdê de ne û wiha pê de çû: “Girtiyên bi hevalên xwe re wek qelebalix tên ragirtin di van girtîgehan de tenê tên ragirtin. Ji ber di van girtîgehan de hewadarî nîn e, girtiyan ji bo hewadariyê ji bo saetekî dibin cihekî din. Bi vê sepanê tenduristî û derûniya girtiyan xera dibe.” 
 
24 SAETAN TÊN ŞOPANDIN
 
Çevirmen diyar kir ku di girtîgehan de herî kêm 13 hezar û 819 girtiyên jin, herî kêm 2 hezar û 983 girtiyên zarok hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mafê girtiyên jin hatine astengkirin. Girtî têkildarî lêgerîna nava dev serlêdanên binpêkirina mafê tenduristiyê bi saziyên me re kirin. Pirsgirêkên nedana alavên paqijiyê yên kesane, pirsgirêka ava germ û paqij berdewam dikin. Qadên jiyanê yên jinên girtî 24 saetan tê şopandin. Kamerayên hundirîn deriyên serşo û tuwelatan dibînin, kamerayên derveyî jî hundirê cihê razanê û nava tuwelatan dibînin. Ji 21 girtîgehên jinan 203 serlêdan binpêkirina mafan hatine kirin.” Çevîrmen bal kişand ser cihêkarî û muameleyên derveyî mirovahiyê yên li dijî kesên LGBT+. 
 
Çevîrmen ji bo ev binpêkirin bi dawî bibin daxwazên xwe jî parve kirin û xwest madeyên peymanên Tirkiyeyê jî îmze kiriye werin sepandin. 
 
 

Sernavên din

04/06/2024
07:45 Danişîna Ehmed ê PDK’ê ew revandiye di 30’ê hezîranê de ye
03/06/2024
23:23 Protestoyên li dijî xespkirina vînê didomin
23:08 Colemêrgî li dijî qeyûm li ser pêyan e
22:59 Li hemû navçeyên Amedê tayinkirina qeyûm tê şermezarkirin
20:54 Wê sibê biçin Colemêrgê
20:04 Li Colemêrgê li dijî xespkirina vînê meş
19:48 Ji 28 baroyan daxuyaniya ji bo Colemêrgê: Xwedîderketina li vîna hilbijêran peywira her kesî ye
19:45 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza lê hatiye vekirin da
16:57 Ji hevşaredarên Curnê Reş serdana sipasiyê
16:14 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Darbeya siyasî ye
16:12 Li Pirsûsê kesek hate girtin
16:04 Heta ku tecrîd bi dawî bibe dê li kolanan bin
15:23 ‘Tayînkirina qeyûm tunekirina demokrasiyê ye’
15:12 Li gelek bajaran tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Em rê nadin faşîzmê
15:08 Colemêrgî: Em ê li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nemînin
14:53 Ozgur Ozel: Em biryara tayînkirina qeyûm red dikin
14:34 Li Îranê di 5 mehan de herî kêm 68 girtî hatin bidarvekirin
14:21 Pisporên NY’yê banga naskirina dewleta Filîstînê kirin
14:18 Koperatîfa Çandiniyê xwest kargehên biçûk û koperatîf bên destekkirin
13:47 DÎB’ê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist
13:37 Rapora DFG’ê ya meha gulanê: Bi xala ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ dixwazin rojnamegeriyê dorpêç bikin
13:10 Buldan, Karay û Yildirim hatin bibîranîn: Li şûna Torosên spî îro rejîma qeyûm girtiye
12:19 CHP’iyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan: Biryarekî siyasî ye
12:14 Li Mêrsînê serdagirtina malan
12:13 95 kesan ji CPT’yê re name şand: Demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê
12:11 Ji DEM Partiyê li dijî xespa vînê biryara çalakiyên bênavber
11:37 Di dîroka Meksîkayê de cara ewil jinek bû seroka welêt
11:29 TUÎK: Enflasyona salane bû ji sedî 75,45
11:27 Xespkirina vîna xelkê Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin
11:18 DÎB’ê bang li muxalefetê kir: Em li dijî şer helweseteke zelal nîşan bidin
11:09 DEM Partî bi awayekî awarte dicive
10:32 Li Colemêrgê vîna gel hate xespkirin: Qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin
10:30 Parêzerê Hevşaredar Akiş ê di bin çavan de: Lêpirsîneke veşartî heye
10:16 Bertek nîşanî dorpêça li ser Şaredariya Colemêrgê dan
09:54 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê serî li ber zîhniyeta qeyûm netewînin
09:05 Girtiyên siyasî 190 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:04 Herî dawî li qereqolê tê dîtin: Lê belê leşker înkar dikin
09:03 Welatiyên ku nikarin debara xwe bikin, eşyayên xwe difiroşin
09:01 ‘Xweşî û aramî bi şer nabe, daxwazên girtiyan qebûl bikin’
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Ji DEM Partiyê daxuyaniya Colemêrgê: Em herkesê vedixwînin ku li dijî feraseta darbekar helwestê bigirin
08:14 Polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girtin, hevşaredar Akiş hate binçavkirin
07:52 Xwebûn bi manşeta ‘Dewleta şerî’ derket
02/06/2024
21:53 Rojnameya Yenî Yaşamê 6 saliya xwe pîroz kir
21:19 Di tûrnûvaya Gulistan Dokû de tîma Generalên Biçûk bi ser ket
20:52 DEM Partî li Hîlwanê bi ser ket
20:03 DEM Partî li Hîlwanê li pêş e
19:22 Encama hilbijartina li Bajaroka Perî diyar bû
18:27 Hevserokên GABB’ê hatin diyarkirin
17:01 Ji Yenîkapiyê bang kirin: Qetilkirin ne çareserî ye
17:00 Hilbijartin bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:31 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 120’an de ye: Faîl diyar in
16:09 Li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo aktîvîteya dawiya salê
15:48 Têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya 2 kes hatin binçavkirin
15:43 Li Şirnexê karkerê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
15:36 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de berteka ‘Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne’
15:21 Mamosteyê ku ji ber germê kete çem xeniqî
15:19 DEM Partiyê ji bo dengdayînê bang kir
14:57 Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê!
13:51 Di avahiya hilweşiyayî de kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:28 ÇUKAY-DER’ê yekemîn kongreya xwe li dar xist
13:02 Hevşaredarên DEM Partiyî civiyan: Xizmetên şaredariyê tên astengkirin
12:44 Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ji Meclisê daxwaza şandeyekê kirin
12:43 Li Curnê Reş û Periyê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye
12:02 Melîk û Ayyildiz li ser gora xwe hatin bibîranîn
11:22 Li quntarên Herekolê cerdevan daran dibirin
11:08 Îranê kolberekî din qetil kir
10:36 Ji ber protestokirina Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin
10:04 Li Kuçukçekmeceyê avahî hilweşiya: Kesên di bin kavil de mane hene
09:44 Perwerdekar Zorlu: Mufredateke yekperest û zayenperest amade kirine
09:26 Kovara Jinê bi serenavê ‘Mêrtî û manîpulasyonê’ derket
09:15 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:05 Şerê taybet berê xwe daye zarokan
09:04 Endamên Grûp Yorûmê di greva birçîbûnê de ne
09:01 Der barê jinên ku di 8'ê Adarê de stran gotin de doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:01 Li 7 navendan dengdayîn dest pê kir
01/06/2024
22:08 Li Amsterdam û Hambûrgê çalakiyên li dijî tecrîdê
20:03 Li qursa Quranê tundî li zarokan hat kirin
17:17 Nobeta mexdûra erdhejê Done Kaya ket hefteya 5’emîn
16:56 DEM Partî li Periyê amadehiyên hilbijartinê temem kirin
16:50 Nobeda Edaletê di roja 119’an de ye: Dayika Emîne bûye hêviya gelê me
16:22 Ji Hîlwanê banga dawî: Werin em sibê xwedî li îradeya xwe derbikevin
16:00 Rapora binpêkirina mafan a girtîgehan: Di salekê de 24 hezar binpêkirin
15:36 GOÇ-ÎZDER’ê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:29 Li Wanê cerdevanek bi awayek guman mir
15:04 Hat xwestin girtiyên nexweş Kaya, Çam û Kuday bên berdan
14:29 Malbatên Windayan li aqûbeta rojnamevan û faîlên karsazên kurd pirsîn
14:04 400 karker û malbatên xwe ji xwarinê jehrî bûn
13:52 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 ferdên malbata Bulut bên dîtin
13:27 HRE bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên meha gulanê eşkere kir
13:10 Bafil Talabanî: Heke em bibin yek em dikarin mafên xwe mîsoger bikin
13:10 Buldan bersiva Çîller da: Hevjînê te li ser nivînê xwe mir ên me bi îşkenceyê
13:09 Mehmet Emîn Ersoy ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:15 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişên Tirkiyeyê li dijî hilbijartinê ye
11:53 Ji bo Anzeleyê çareseriya hevpar
11:38 DEM Partiyê xwest girtîgehên ‘Tîpa Bîrê’ bên girtin
11:14 ‘Mîrateya Mûhsîn Melîk hiştiye dê demokratîkbûnê xurt bike’
10:56 Salih Muslim: Tirkiye dixwaze hilbijartinên li Rojava bi êrişan sabote bike
10:13 Polîtîkaya AKP'ê ya ji bo zarokan: Zewicandina di temenê zarokatiyê de