Rojnameya Yenî Yaşamê 6 saliya xwe pîroz kir

  • rojane
  • 21:53 2 Hezîran 2024
  • |

STENBOL - Rojnameya Yenî Yaşamê bi şahiyekê salvegera xwe ya 6’emîn pîroz kir. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di şahiyê de got: “Ev çîrok 126 sal berê li Qahîreyê dest pê kir, îro jî bi Yenî Yaşamê berdewam dike. Ev rêwîtî wê berdewam bike.” 

Rojnameya Yenî Yaşamê salvegera xwe ya 6’emîn li Navenda Çandê û Kongreyê ya Baglarbaşiyê ya Şaredariya Uskudara Stenbolê bi şahiyekê pîroz kir. Şahî bi dirûşma “Yenî Yaşam di 6 saliya xwe de bi xwînerên xwe re tê cem hev” hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, siyasetmedar Sebahat Tuncel û gelek nûnerên rêxistinên siyasî û rêxistinên sivîl, gelek rojnamevan û welatî beşdarî şahiyê bûn. Posterê Gurbetellî Ersoz li eywana şahiyê hat daliqandin. Kêf û coşa beşdaran jî xwe da nîşandan û bê navber dirûşmên “Şehîd namirin” û “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hatin berzkirin. 
 
Şahiyê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên çapemeniya azad û têkoşîna azadiyê dest pê kir. Sînevzîyona ku qala dîroka Çapemeniya Azad dikir hat nîşandan. 
 
JI ÇÎÇEK PEYAM 
 
Xwediyê Îmtiyazê yê Yenî Yaşamê û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek peyamek bi vîdeo şand şahiyê. Çîçek bal kişand ser kevneşopiya Çapemeniya Azad ku bi salane didome û got: “Yenî Yaşam di heman demê de Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad e.” 
 
Di şahiyê de peyama ku li ser navê rojnameya Xwebûnê ji Amedê hatibû şandin jî hat xwendin. 
 
WÊ DENGÊ ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ OLAN BIDE 
 
Gerînendeyê Weşana Giştî ya  Yenî Yaşamê Mehmet Alî Çelebî anî ziman ku Çapameniya Azad tevî hemû pêvajoyên giran û zehmet jî dîsa xwe afirand û hebûna xwe berdewam kir û wê Çapemeniya Azad her dengê ‘Jin jiyan azadî’ ragihîne. 
 
‘PÊNÛSA WÎ DI DESTÊ WE DE YE’ 
 
 
Keça rojnamevan û rewşenbîrê kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter), Rehşan Anter jî peyamek ji bo şahiyê şand û peyama wê hat xwendin. Anter destnîşan kir ku deng û pênûsa Apê Mûsa îro di destê şagirtên wî de ye û îro bi hezaran rojnamevanên kurd dengê wan didin ragihandin. 
 
‘EV ROJNAMEYA ME YE’ 
 
Dayika Aştiyê Bedîa Gokguz jî got: “Ev rojnameya me ye. Ew dengê me nede ragihandin kes nade ragihandin. Dibe deng û awaza me. Bi saya wan dengê me tê bihîstin. Em li van kolanan lêdanê dixwin, bi saya wan em tên dîtin. Ev kevneşopî ji xwîn û xwêdana Apê Mûsa û cangoriyên me yên din tê. Em ê her daîm li cem wan bin.” 
 
AYKOL BANG LI CIWANAN KIR 
 
Rojnamevan Huseyîn Aykol jî diyar kir ku pêwîste ciwan di Çapemeniya Azad de bixebitin û got: “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin.” 
 
‘EM Ê JIYANA NÛ AVA BIKIN’ 
 
 
Siyasetmedar Sebahat Tuncel jî ku hê nû ji girtîgehê hat berdan wiha got: “Ku li vî welatî rojnamevan ne azad bin, meriv nikare behsa demokasiyê bike. Li girtîgehê Yenî Yaşamê ji me re nedianîn. Her çiqas me daxwazname dida jî lê nedidan me. Yenî Yaşam dengê me digihand derve. Bê jiyana nû nabe. Em ê jiyana nû ava bikin. Ez hemû cangoriyên Çapemeniya Azad bi bîr tînim.” 
 
Tuncel bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Ocalan û got: “Gelê kurd wê azad bibe. Em ê bi ser bikevin. Wê têkoşîna me bidome. Silav li hemû têkoşer û berxwedêran be.” 
 
KIŞANAK PEYAM ŞAND
 
Siyasetmedar Gultan Kişanak jî ku di demek nêz de ji girtîgehê hat berdan, peyamek bo pîrozbahiya Yenî Yaşamê şand.
 
‘HER BIJÎ JI YENÎ YAŞAMÊ RE’ 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî axivî û bal kişand ser berxwedana xebatkarên Çapemeniya Azad û wiha got: "Wext hat li Qers, li Sêrtê li ber xwe dan. Bi jinan re, bi xwendekarên zanîngehê re, bi gotineke din, bi hemû gelan re bû û deng û rengê wan ragihand. Ji ber vê yekê em ked û berxwedana rojnamevanên îtîrazî vê pergalê dikin û heqîqetê dinivisînin pîroz dikin. Her bijî ji Yenî Yaşamê re. Ev çîrok 126 sal berê li Qahîreyê dest pê kir û îro jî bi Yenî Yaşamê berdewam dike. Şehîdên Çapemeniya Azad; Cengîz Altûn, Rohat Aktaş, Ferhat Tepe, Gurbetellî Ersoz û bi dehan rojnamevanên din hezar silav li we be û me we ji bîra nekiriye. Em bejna xwe li ber têkoşîna we ditewînin. Hezar silav li rojnamevanên ku îro têkoşîna we didomînin be jî. Rêya we vekirî be. Ez wek xwînerek we û hevserokê partiye her tim li cem we bim û piştevaniya web ikim. Bijî çapemeniya azad, bijî jiyana nû.” 
 
 Şahî bi konsera hunermenda NÇM’ê Baran Bozyel û hunermend Kasim Taşdogan bi dawî bû. 
 
 
 

Sernavên din

03/06/2024
19:45 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza lê hatiye vekirin da
16:57 Ji hevşaredarên Curnê Reş serdana sipasiyê
16:14 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Darbeya siyasî ye
16:12 Li Pirsûsê kesek hate girtin
16:04 Heta ku tecrîd bi dawî bibe dê li kolanan bin
15:23 ‘Tayînkirina qeyûm tunekirina demokrasiyê ye’
15:12 Li gelek bajaran tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Em rê nadin faşîzmê
15:08 Colemêrgî: Em ê li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nemînin
14:53 Ozgur Ozel: Em biryara tayînkirina qeyûm red dikin
14:34 Li Îranê di 5 mehan de herî kêm 68 girtî hatin bidarvekirin
14:21 Pisporên NY’yê banga naskirina dewleta Filîstînê kirin
14:18 Koperatîfa Çandiniyê xwest kargehên biçûk û koperatîf bên destekkirin
13:47 DÎB’ê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist
13:37 Rapora DFG’ê ya meha gulanê: Bi xala ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ dixwazin rojnamegeriyê dorpêç bikin
13:10 Buldan, Karay û Yildirim hatin bibîranîn: Li şûna Torosên spî îro rejîma qeyûm girtiye
12:19 CHP’iyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan: Biryarekî siyasî ye
12:14 Li Mêrsînê serdagirtina malan
12:13 95 kesan ji CPT’yê re name şand: Demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê
12:11 Ji DEM Partiyê li dijî xespa vînê biryara çalakiyên bênavber
11:37 Di dîroka Meksîkayê de cara ewil jinek bû seroka welêt
11:29 TUÎK: Enflasyona salane bû ji sedî 75,45
11:27 Xespkirina vîna xelkê Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin
11:18 DÎB’ê bang li muxalefetê kir: Em li dijî şer helweseteke zelal nîşan bidin
11:09 DEM Partî bi awayekî awarte dicive
10:32 Li Colemêrgê vîna gel hate xespkirin: Qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin
10:30 Parêzerê Hevşaredar Akiş ê di bin çavan de: Lêpirsîneke veşartî heye
10:16 Bertek nîşanî dorpêça li ser Şaredariya Colemêrgê dan
09:54 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê serî li ber zîhniyeta qeyûm netewînin
09:05 Girtiyên siyasî 190 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:04 Herî dawî li qereqolê tê dîtin: Lê belê leşker înkar dikin
09:03 Welatiyên ku nikarin debara xwe bikin, eşyayên xwe difiroşin
09:01 ‘Xweşî û aramî bi şer nabe, daxwazên girtiyan qebûl bikin’
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Ji DEM Partiyê daxuyaniya Colemêrgê: Em herkesê vedixwînin ku li dijî feraseta darbekar helwestê bigirin
08:14 Polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girtin, hevşaredar Akiş hate binçavkirin
07:52 Xwebûn bi manşeta ‘Dewleta şerî’ derket
02/06/2024
21:53 Rojnameya Yenî Yaşamê 6 saliya xwe pîroz kir
21:19 Di tûrnûvaya Gulistan Dokû de tîma Generalên Biçûk bi ser ket
20:52 DEM Partî li Hîlwanê bi ser ket
20:03 DEM Partî li Hîlwanê li pêş e
19:22 Encama hilbijartina li Bajaroka Perî diyar bû
18:27 Hevserokên GABB’ê hatin diyarkirin
17:01 Ji Yenîkapiyê bang kirin: Qetilkirin ne çareserî ye
17:00 Hilbijartin bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:31 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 120’an de ye: Faîl diyar in
16:09 Li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo aktîvîteya dawiya salê
15:48 Têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya 2 kes hatin binçavkirin
15:43 Li Şirnexê karkerê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
15:36 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de berteka ‘Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne’
15:21 Mamosteyê ku ji ber germê kete çem xeniqî
15:19 DEM Partiyê ji bo dengdayînê bang kir
14:57 Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê!
13:51 Di avahiya hilweşiyayî de kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:28 ÇUKAY-DER’ê yekemîn kongreya xwe li dar xist
13:02 Hevşaredarên DEM Partiyî civiyan: Xizmetên şaredariyê tên astengkirin
12:44 Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ji Meclisê daxwaza şandeyekê kirin
12:43 Li Curnê Reş û Periyê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye
12:02 Melîk û Ayyildiz li ser gora xwe hatin bibîranîn
11:22 Li quntarên Herekolê cerdevan daran dibirin
11:08 Îranê kolberekî din qetil kir
10:36 Ji ber protestokirina Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin
10:04 Li Kuçukçekmeceyê avahî hilweşiya: Kesên di bin kavil de mane hene
09:44 Perwerdekar Zorlu: Mufredateke yekperest û zayenperest amade kirine
09:26 Kovara Jinê bi serenavê ‘Mêrtî û manîpulasyonê’ derket
09:15 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:05 Şerê taybet berê xwe daye zarokan
09:04 Endamên Grûp Yorûmê di greva birçîbûnê de ne
09:01 Der barê jinên ku di 8'ê Adarê de stran gotin de doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:01 Li 7 navendan dengdayîn dest pê kir
01/06/2024
22:08 Li Amsterdam û Hambûrgê çalakiyên li dijî tecrîdê
20:03 Li qursa Quranê tundî li zarokan hat kirin
17:17 Nobeta mexdûra erdhejê Done Kaya ket hefteya 5’emîn
16:56 DEM Partî li Periyê amadehiyên hilbijartinê temem kirin
16:50 Nobeda Edaletê di roja 119’an de ye: Dayika Emîne bûye hêviya gelê me
16:22 Ji Hîlwanê banga dawî: Werin em sibê xwedî li îradeya xwe derbikevin
16:00 Rapora binpêkirina mafan a girtîgehan: Di salekê de 24 hezar binpêkirin
15:36 GOÇ-ÎZDER’ê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:29 Li Wanê cerdevanek bi awayek guman mir
15:04 Hat xwestin girtiyên nexweş Kaya, Çam û Kuday bên berdan
14:29 Malbatên Windayan li aqûbeta rojnamevan û faîlên karsazên kurd pirsîn
14:04 400 karker û malbatên xwe ji xwarinê jehrî bûn
13:52 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 ferdên malbata Bulut bên dîtin
13:27 HRE bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên meha gulanê eşkere kir
13:10 Bafil Talabanî: Heke em bibin yek em dikarin mafên xwe mîsoger bikin
13:10 Buldan bersiva Çîller da: Hevjînê te li ser nivînê xwe mir ên me bi îşkenceyê
13:09 Mehmet Emîn Ersoy ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:15 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişên Tirkiyeyê li dijî hilbijartinê ye
11:53 Ji bo Anzeleyê çareseriya hevpar
11:38 DEM Partiyê xwest girtîgehên ‘Tîpa Bîrê’ bên girtin
11:14 ‘Mîrateya Mûhsîn Melîk hiştiye dê demokratîkbûnê xurt bike’
10:56 Salih Muslim: Tirkiye dixwaze hilbijartinên li Rojava bi êrişan sabote bike
10:13 Polîtîkaya AKP'ê ya ji bo zarokan: Zewicandina di temenê zarokatiyê de
10:12 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 188'emîn de didome
10:11 MED-DER li ser medya dijîtal hîndekariya kurdî berfireh dike
09:30 Li Rihayê 3 zilaman derstdirêjî li zarokekê kirin
09:29 DEM Partî dixwaze li Hîlwanê bi fereqeke mezin bi ser bikeve
09:26 Tirkiye êrişî Til Hemîsê kir: 4 kes jiyana xwe ji dest dan 11 kes birîndar bûn
09:23 Qeyûm ji bo Baskên Jinan a AKP'ê 6 hezar çîkolata û kolonya kiriye
09:19 Malbatên girtiyan 4 hefte ye di çalakiyê de ne: Heya encam bê girtin wê bidome