Ji DEM Partiyê li dijî xespa vînê biryara çalakiyên bênavber

  • rojane
  • 12:11 3 Hezîran 2024
  • |

ENQERE -  Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê li ber deriyê hemû şaredariyan dest bi çalakiya nobetê ya bênavber bikin. 

 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li navenda giştî ya partiya xwe bi awayekî awarte civiya. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî civînê, civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Koçyîgît a destnîşan kir ku biryara tayînkirina qeyûm biryareke siyasî ye, diyar kir ku daraz bûye amûra siyasetê û got: “Ji wezîfeyê girtin, xespkirina vînê û darbeya li dijî demokrasiyê ya bi çêkirina qanûnî yek ji sûcên herî tirsnak e ku vê sedsalê ji aliyê vê desthilatê ve hatiye kirin.”
 
Koçyîgît, îşaret kir ku bi operasyonên ferasetê civak tê manîpulekirin û wiha domand: “Tirkiye ji aliyê feraseteke partiyê ve tê birêvebirin ku xwe ji destûra bingehîn jortir dibîne. Desthilateke ku dema dixwaze hilbijartinê pêk bîne û dema dixwaze qeyûman tayîn bike Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Lê tiştek heye ku li ber çavan nagire. Ew jî rastiye ku gel demokrasî ji destê wan wergirtî ye.” 
 
‘HIQÛQA OHALÊ YE’ 
 
Koçyîgît, destnîşan kir ku gelê kurd di hilbijartinan de feraseta darbekar û qeyûm malaştin û avêtin sergoyî û wiha domand: “Bi biryara qeyûman re deshilatê dest bi hilanîna tola têkçûna di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji şaredariyên me girt. Ewilî tevî hevşaredarê me birêz Abdûllah Zeydan ê li Wanê hate hilbijartin mafên xwe yên memnu wergirtibûn jî kemînek li ber danîn û mazbetaya wî nedanê. Gelê Wanê xwedî li vîna xwe derket û tişta ku aydê wî bû paş ve wergirt.”
 
Koçyîgît, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûm bi awayekî aşkere êrişa li dijî vîna gel e û ev tişt gotin: “Ev hiqûqa OHAL’ê ye. Xespa vînê ya bi KHK’ê anîne îro bi darbeyên siyasî hêj weke polîtîkayên çewisandinê tên bikaranîn. An ku OHAL’a kurdan qet naqede, OHAL’a li dijî kurdan qet bi dawî nabe. Em çiqad di siyaseta demokratîk de israr bikin desthilat jî hewl dide em dest ji vê israra xwe berdin. Vir û derewên asayîbûnê bi rojan e didomin. Ev e asayî bûn? Ev e gava ewil a ji bo destûra bingehîn a demokratîk we avêtî? Îdiaya normalbûnê ya desthilata AKP’ê û MHP’ê têk çûye.
 
Îdiayên destûra bingehîn di bin kavilê qeyûm de ma, careke din derket holê ku îdiaya destûra bingehîn a nû û normalbûn kurdan nagire nava xwe. Hevalên me ji bo texrîbata qeyûmên di nava zewq û sefayê de dijiyan li pey xwe hiştine tamîr bikin milên xwe dane hev û ji çar milan ve dest bi xebatê kirine. Em hemû baş dizandin ku ji xwe siyaseta qeyûman têk çûye û qeyûman ji bilî bertil, nelirêtî, xwedîderketina alîgiran û dijminatiya li dijî kurdan pêvetir tiştek weke mîrate nehiştiye.”
 
LI HEMÛ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ HATE KIRIN 
 
Koçyîgît wiha berdewam kir: “Ev darbe li hemû hêzên demokrasiyê û azadiya dengdayîn û hilbijartinê hatiye kirin. Divê hemû rayagiştî têkildarî mijarê berteka xwe di asta herî jor de nîşan bide. Ji partiyên siyasî heta civaka sivîl, ji rewşenbîr û hunermendan heta hemû kesên dilê wan ji bo demokrasiyê lê dide divê li dijî vê bêhiqûqiya qeyûman deng derxîne. Divê nîşan bide ku li cem vîna gelê Colemêrgê ne. Heke em carekê destûrê bidin ku tiştên di hilbijartinên 31’ê adarê de winda kirine bi rêya qeyûman jinûve bi dest bixin; ne zehmete ku texmîn bikin ka dê êrişa li Colemêrgê dest pê kir û pêla xespê li ku encam bigire.”
 
BIRYARA ÇALAKIYA BÊNAVBER 
 
Koçyîgît, hin biryarên di civîna MYK’ê de hatin wergirtin jî parve kirin. Koçyîgît, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez radigihînim ku ji bo parastina demokrasiya bê navber, parastina vîna gel û parastina şaredariyên xwe, li dijî vê polîtîkaya qeyûm ku veguheriye amûreke rejîmê, em ê li ber hemû şaredariyên xwe dest bi çalakiyên nobetê bikin. Em bang li hemû gelê xwe, rêxistinên girseyî yên demokratîk û herkesên xwedî wijdan dikin ku di nobetan de cih bigirin û li cem me bisekinin. 
 
HEVSEROK DÊ DERBASÎ COLEMÊRGÊ BIN 
 
Dîsa îro li Stenbolê hin rêze bernameyên hevseroka me ya giştî (Hatîmogûllari) hene. Sibê dê derbasî Colemêrgê bibe. Dîsa Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi şandeyekê re ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin. Em li bendê ne ku îro bigihin Colemêrgê. Ji bilî wê îro li her derê Tirkiyeyê li herêmê li her derê çalakî û aktîvîteyên ku em berteka xwe nîşan bidin ji aliyê rêxistinên me ve tên organîzekirin. 
 
Îro saet di 18.00’an de li Şîşhaneya Stenbolê wê çalakiyek were lidarxistin. Hevseroka me ya Giştî Tulay Hatîmogûllari jî dê beşdarî daxuyaniyê bibe. Ji bo ku pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê û hemû muxalefeta demokratîk tev li daxuyaniyê bibin ji vir bang dikim. Komîsyona Têkiliyên Derve dest bi xebatekê kiriye ku van bêhiqûqiyan li tevahiya qada navneteweyî ragihîne.”
 
 

Sernavên din

04/06/2024
07:45 Danişîna Ehmed ê PDK’ê ew revandiye di 30’ê hezîranê de ye
03/06/2024
23:23 Protestoyên li dijî xespkirina vînê didomin
23:08 Colemêrgî li dijî qeyûm li ser pêyan e
22:59 Li hemû navçeyên Amedê tayinkirina qeyûm tê şermezarkirin
20:54 Wê sibê biçin Colemêrgê
20:04 Li Colemêrgê li dijî xespkirina vînê meş
19:48 Ji 28 baroyan daxuyaniya ji bo Colemêrgê: Xwedîderketina li vîna hilbijêran peywira her kesî ye
19:45 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza lê hatiye vekirin da
16:57 Ji hevşaredarên Curnê Reş serdana sipasiyê
16:14 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Darbeya siyasî ye
16:12 Li Pirsûsê kesek hate girtin
16:04 Heta ku tecrîd bi dawî bibe dê li kolanan bin
15:23 ‘Tayînkirina qeyûm tunekirina demokrasiyê ye’
15:12 Li gelek bajaran tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Em rê nadin faşîzmê
15:08 Colemêrgî: Em ê li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nemînin
14:53 Ozgur Ozel: Em biryara tayînkirina qeyûm red dikin
14:34 Li Îranê di 5 mehan de herî kêm 68 girtî hatin bidarvekirin
14:21 Pisporên NY’yê banga naskirina dewleta Filîstînê kirin
14:18 Koperatîfa Çandiniyê xwest kargehên biçûk û koperatîf bên destekkirin
13:47 DÎB’ê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist
13:37 Rapora DFG’ê ya meha gulanê: Bi xala ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ dixwazin rojnamegeriyê dorpêç bikin
13:10 Buldan, Karay û Yildirim hatin bibîranîn: Li şûna Torosên spî îro rejîma qeyûm girtiye
12:19 CHP’iyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan: Biryarekî siyasî ye
12:14 Li Mêrsînê serdagirtina malan
12:13 95 kesan ji CPT’yê re name şand: Demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê
12:11 Ji DEM Partiyê li dijî xespa vînê biryara çalakiyên bênavber
11:37 Di dîroka Meksîkayê de cara ewil jinek bû seroka welêt
11:29 TUÎK: Enflasyona salane bû ji sedî 75,45
11:27 Xespkirina vîna xelkê Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin
11:18 DÎB’ê bang li muxalefetê kir: Em li dijî şer helweseteke zelal nîşan bidin
11:09 DEM Partî bi awayekî awarte dicive
10:32 Li Colemêrgê vîna gel hate xespkirin: Qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin
10:30 Parêzerê Hevşaredar Akiş ê di bin çavan de: Lêpirsîneke veşartî heye
10:16 Bertek nîşanî dorpêça li ser Şaredariya Colemêrgê dan
09:54 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê serî li ber zîhniyeta qeyûm netewînin
09:05 Girtiyên siyasî 190 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:04 Herî dawî li qereqolê tê dîtin: Lê belê leşker înkar dikin
09:03 Welatiyên ku nikarin debara xwe bikin, eşyayên xwe difiroşin
09:01 ‘Xweşî û aramî bi şer nabe, daxwazên girtiyan qebûl bikin’
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Ji DEM Partiyê daxuyaniya Colemêrgê: Em herkesê vedixwînin ku li dijî feraseta darbekar helwestê bigirin
08:14 Polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girtin, hevşaredar Akiş hate binçavkirin
07:52 Xwebûn bi manşeta ‘Dewleta şerî’ derket
02/06/2024
21:53 Rojnameya Yenî Yaşamê 6 saliya xwe pîroz kir
21:19 Di tûrnûvaya Gulistan Dokû de tîma Generalên Biçûk bi ser ket
20:52 DEM Partî li Hîlwanê bi ser ket
20:03 DEM Partî li Hîlwanê li pêş e
19:22 Encama hilbijartina li Bajaroka Perî diyar bû
18:27 Hevserokên GABB’ê hatin diyarkirin
17:01 Ji Yenîkapiyê bang kirin: Qetilkirin ne çareserî ye
17:00 Hilbijartin bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:31 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 120’an de ye: Faîl diyar in
16:09 Li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo aktîvîteya dawiya salê
15:48 Têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya 2 kes hatin binçavkirin
15:43 Li Şirnexê karkerê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
15:36 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de berteka ‘Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne’
15:21 Mamosteyê ku ji ber germê kete çem xeniqî
15:19 DEM Partiyê ji bo dengdayînê bang kir
14:57 Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê!
13:51 Di avahiya hilweşiyayî de kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:28 ÇUKAY-DER’ê yekemîn kongreya xwe li dar xist
13:02 Hevşaredarên DEM Partiyî civiyan: Xizmetên şaredariyê tên astengkirin
12:44 Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ji Meclisê daxwaza şandeyekê kirin
12:43 Li Curnê Reş û Periyê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye
12:02 Melîk û Ayyildiz li ser gora xwe hatin bibîranîn
11:22 Li quntarên Herekolê cerdevan daran dibirin
11:08 Îranê kolberekî din qetil kir
10:36 Ji ber protestokirina Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin
10:04 Li Kuçukçekmeceyê avahî hilweşiya: Kesên di bin kavil de mane hene
09:44 Perwerdekar Zorlu: Mufredateke yekperest û zayenperest amade kirine
09:26 Kovara Jinê bi serenavê ‘Mêrtî û manîpulasyonê’ derket
09:15 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:05 Şerê taybet berê xwe daye zarokan
09:04 Endamên Grûp Yorûmê di greva birçîbûnê de ne
09:01 Der barê jinên ku di 8'ê Adarê de stran gotin de doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:01 Li 7 navendan dengdayîn dest pê kir
01/06/2024
22:08 Li Amsterdam û Hambûrgê çalakiyên li dijî tecrîdê
20:03 Li qursa Quranê tundî li zarokan hat kirin
17:17 Nobeta mexdûra erdhejê Done Kaya ket hefteya 5’emîn
16:56 DEM Partî li Periyê amadehiyên hilbijartinê temem kirin
16:50 Nobeda Edaletê di roja 119’an de ye: Dayika Emîne bûye hêviya gelê me
16:22 Ji Hîlwanê banga dawî: Werin em sibê xwedî li îradeya xwe derbikevin
16:00 Rapora binpêkirina mafan a girtîgehan: Di salekê de 24 hezar binpêkirin
15:36 GOÇ-ÎZDER’ê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:29 Li Wanê cerdevanek bi awayek guman mir
15:04 Hat xwestin girtiyên nexweş Kaya, Çam û Kuday bên berdan
14:29 Malbatên Windayan li aqûbeta rojnamevan û faîlên karsazên kurd pirsîn
14:04 400 karker û malbatên xwe ji xwarinê jehrî bûn
13:52 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 ferdên malbata Bulut bên dîtin
13:27 HRE bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên meha gulanê eşkere kir
13:10 Bafil Talabanî: Heke em bibin yek em dikarin mafên xwe mîsoger bikin
13:10 Buldan bersiva Çîller da: Hevjînê te li ser nivînê xwe mir ên me bi îşkenceyê
13:09 Mehmet Emîn Ersoy ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:15 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişên Tirkiyeyê li dijî hilbijartinê ye
11:53 Ji bo Anzeleyê çareseriya hevpar
11:38 DEM Partiyê xwest girtîgehên ‘Tîpa Bîrê’ bên girtin
11:14 ‘Mîrateya Mûhsîn Melîk hiştiye dê demokratîkbûnê xurt bike’
10:56 Salih Muslim: Tirkiye dixwaze hilbijartinên li Rojava bi êrişan sabote bike
10:13 Polîtîkaya AKP'ê ya ji bo zarokan: Zewicandina di temenê zarokatiyê de