Buldan, Karay û Yildirim hatin bibîranîn: Li şûna Torosên spî îro rejîma qeyûm girtiye

  • rojane
  • 13:10 3 Hezîran 2024
  • |
STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di bîranîna karsaz Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay de axivî û wiha got: “Niha li şûna Torosên spî, rejîma qeyûm hatiye bicihkirin.” 
 
Karsaz Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ku di 2’yê hezîrana 1994’an de li Stenbolê hatibûn revandin û qetilkirin, di salvegera qetilkirina xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Merasîma bîranînê li Goristana Avcilarê hat lidarxistin. Hevjîna Buldan, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Pervîn Buldan û xizmên wî, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, parlamenterên DEM Partiyê, ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosun, siyasetmedar Sebahat Tuncel û gelek kes tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên Buldan, Karay û Yildirim hatin hilgirtin, merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî beşdaran qurnefîl danîn ser gorên Buldan, Karay û Yildirim. 
 
‘DÎROK DÊ TIŞTÊN QEWIMÎN EFÛ NEKE’
 
Di bîranînê de ji ewil keça Adnan Yildirim, Ozlem Yildirim axivî. Yildirim, gotinên dapîra xwe ya erman a “hêvîdarim ku tiştên me kişandin zarok û neviyên me nekişînin” bi bîr xist û wiha got: “Li Tirkiyeyê îradeyeke siyasî tune ye lewma cînayetên kiryarên wan diyar nayên cezakirin. Polîtîkaya xelatkirina cezayan, ji salên 90’î heta niha rê li ber cînayetên dermirovî vekirin. Dê dîrok van tiştên qewimîn ji bîr neke û efû neke.” 
 
Parlamenter Pervîn Buldan jî got ku 3’yê hezîranê ji bo wan rojeke reş heye. Buldan, wiha ev tişt anî ziman: “Dibe ku Savaş û hevalên wî bi awayekî fîzîkî di nav me de nebin lê nikarin fikr û ramanên wan ji me qut bikin. Kujer û tetîkkêşên ji qetilkirina van sê mirovan berpirsyar, yên bi dijminatî nêzî kurdan dibin, dê nekarin Savaş, Adnan û Haci ji dilê me derxînin. Bûn sedem ku zarokên me bêyî bavê xwe mezin bibin. Li vê erdnîgariyê ev ne kiryara ewil ne jî ya dawî ye. Ji Mûsa Anter heta Mehmet Sîncaran, bi sedan hevalên me bi vî awayî qetil kirin. Li vê erdnîgariyê heke tu kurd bî, yan dê bikevî girtîgehê, yan jî dê werî sirgunkirin. Ev zîhniyeta ku mafê jiyanê yê kurdan qebûl nake, hêj îktîdar e. 
 
Em dizanin ka kê ev cînayet kirine. Faîlên wan li kolanan bi rehetî digerin. Ev komkujî bi fermana Tansu Çîller û Mehmet Agar hatin kirin. Lê yek ji van faîlan hesab nedan û nehatin cezakirin. Ji ber van komkujiyan divê lêborînê ji gelê kurd bixwazin. Heta kujer tên darizandin û cezakirin dê têkoşîna me bidome. Heke li vî welatî tu ji ber kurdbûna xwe bêyî kuştin û girtin, divê mirov bifikire û têkoşînê mezintir bike. Dê têkoşîna Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê mezintir bibe.” 
 
'DINYA GELÊ KURD NAS DIKE’
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî got ku ew êşa malbatan parve dikin û xwedî li têkoşîna wan derdikevin. Hatîmogûllari, wiha domand: “Hevalên me Savaş Buldan, Haci Karay û Adnan Yildirim zexta nokerî û cerdevantiyê red kirin. Ev karsazên kurd mîna rewşenbîr û demokratên Tirkiyeyê hedef hatin girtin. Faîlên wan eşkere bûn. Di Lijneya Ewlewhiya Neteweyî de lîsteya karsazên kurd ên dê bên kuştin derket holê. Mehmet Agar û Tansu Çîller ev lîsteye îmze kiribûn. Faîlên wan tevî belgeyan pêşkeşî dadgehan hatin kirin lê wan kuştina karsaz, rewşenbîr û nivîskarên kurd rewa dîtin. Tevî ewqas kuştinan jî têkoşîna azadî û demokrasiyê mezin bû. Têkoşîna gelê kurd ne tenê li Tirkiyeyê, li her çar parçeyên Kurdistanê mezintir dibe. Wan salan tu kesî gelê kurd nas nedikir lê niha hemû dinya nas dike. Anku cînayetên kiryarên wan diyar encamekî nade. Divê rêveberên Tirkiyeyê êdî dev ji vê plana têkbirinê berdin. 
 
EM Ê RÊ NEDIN ZÎHNIYETA QEYÛMPARÊZ
 
Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin. Em careke din dibêjin; pirsgirêka kurd bi komkujî û girtinan çareser nabe. Em dibêjin me salên 90’î li pey xwe hiştine; şûna Torosên spî wesayîtên transporterên reş girtiye, niha şûna wan rejîma qeyûm û doza kompasê ya Kobanê girtiye. Îro di danê sibehê de qeyûm li Colemêrgê tayîn kirine. Ev feraseta ku îradeya gelê qebûl nake bila baş bizane ku gelê kurd dikare xwe bi xwe birêve bibe. Zîhniyeta qeyûmparêz û ya ev her sê hevalên me qetilkirî heman zîhniyete. Tişta ku Mehmet Agar û Tansu Çîller dikir îro Erdogan û Bahçelî dikin. Tevî vê jî em ê rê nedin wan û dê her li cem gelê kurd cih bigirin.”
 

Sernavên din

04/06/2024
07:45 Danişîna Ehmed ê PDK’ê ew revandiye di 30’ê hezîranê de ye
03/06/2024
23:23 Protestoyên li dijî xespkirina vînê didomin
23:08 Colemêrgî li dijî qeyûm li ser pêyan e
22:59 Li hemû navçeyên Amedê tayinkirina qeyûm tê şermezarkirin
20:54 Wê sibê biçin Colemêrgê
20:04 Li Colemêrgê li dijî xespkirina vînê meş
19:48 Ji 28 baroyan daxuyaniya ji bo Colemêrgê: Xwedîderketina li vîna hilbijêran peywira her kesî ye
19:45 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza lê hatiye vekirin da
16:57 Ji hevşaredarên Curnê Reş serdana sipasiyê
16:14 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Darbeya siyasî ye
16:12 Li Pirsûsê kesek hate girtin
16:04 Heta ku tecrîd bi dawî bibe dê li kolanan bin
15:23 ‘Tayînkirina qeyûm tunekirina demokrasiyê ye’
15:12 Li gelek bajaran tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Em rê nadin faşîzmê
15:08 Colemêrgî: Em ê li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nemînin
14:53 Ozgur Ozel: Em biryara tayînkirina qeyûm red dikin
14:34 Li Îranê di 5 mehan de herî kêm 68 girtî hatin bidarvekirin
14:21 Pisporên NY’yê banga naskirina dewleta Filîstînê kirin
14:18 Koperatîfa Çandiniyê xwest kargehên biçûk û koperatîf bên destekkirin
13:47 DÎB’ê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist
13:37 Rapora DFG’ê ya meha gulanê: Bi xala ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ dixwazin rojnamegeriyê dorpêç bikin
13:10 Buldan, Karay û Yildirim hatin bibîranîn: Li şûna Torosên spî îro rejîma qeyûm girtiye
12:19 CHP’iyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan: Biryarekî siyasî ye
12:14 Li Mêrsînê serdagirtina malan
12:13 95 kesan ji CPT’yê re name şand: Demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê
12:11 Ji DEM Partiyê li dijî xespa vînê biryara çalakiyên bênavber
11:37 Di dîroka Meksîkayê de cara ewil jinek bû seroka welêt
11:29 TUÎK: Enflasyona salane bû ji sedî 75,45
11:27 Xespkirina vîna xelkê Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin
11:18 DÎB’ê bang li muxalefetê kir: Em li dijî şer helweseteke zelal nîşan bidin
11:09 DEM Partî bi awayekî awarte dicive
10:32 Li Colemêrgê vîna gel hate xespkirin: Qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin
10:30 Parêzerê Hevşaredar Akiş ê di bin çavan de: Lêpirsîneke veşartî heye
10:16 Bertek nîşanî dorpêça li ser Şaredariya Colemêrgê dan
09:54 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê serî li ber zîhniyeta qeyûm netewînin
09:05 Girtiyên siyasî 190 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:04 Herî dawî li qereqolê tê dîtin: Lê belê leşker înkar dikin
09:03 Welatiyên ku nikarin debara xwe bikin, eşyayên xwe difiroşin
09:01 ‘Xweşî û aramî bi şer nabe, daxwazên girtiyan qebûl bikin’
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Ji DEM Partiyê daxuyaniya Colemêrgê: Em herkesê vedixwînin ku li dijî feraseta darbekar helwestê bigirin
08:14 Polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girtin, hevşaredar Akiş hate binçavkirin
07:52 Xwebûn bi manşeta ‘Dewleta şerî’ derket
02/06/2024
21:53 Rojnameya Yenî Yaşamê 6 saliya xwe pîroz kir
21:19 Di tûrnûvaya Gulistan Dokû de tîma Generalên Biçûk bi ser ket
20:52 DEM Partî li Hîlwanê bi ser ket
20:03 DEM Partî li Hîlwanê li pêş e
19:22 Encama hilbijartina li Bajaroka Perî diyar bû
18:27 Hevserokên GABB’ê hatin diyarkirin
17:01 Ji Yenîkapiyê bang kirin: Qetilkirin ne çareserî ye
17:00 Hilbijartin bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:31 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 120’an de ye: Faîl diyar in
16:09 Li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo aktîvîteya dawiya salê
15:48 Têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya 2 kes hatin binçavkirin
15:43 Li Şirnexê karkerê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
15:36 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de berteka ‘Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne’
15:21 Mamosteyê ku ji ber germê kete çem xeniqî
15:19 DEM Partiyê ji bo dengdayînê bang kir
14:57 Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê!
13:51 Di avahiya hilweşiyayî de kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:28 ÇUKAY-DER’ê yekemîn kongreya xwe li dar xist
13:02 Hevşaredarên DEM Partiyî civiyan: Xizmetên şaredariyê tên astengkirin
12:44 Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ji Meclisê daxwaza şandeyekê kirin
12:43 Li Curnê Reş û Periyê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye
12:02 Melîk û Ayyildiz li ser gora xwe hatin bibîranîn
11:22 Li quntarên Herekolê cerdevan daran dibirin
11:08 Îranê kolberekî din qetil kir
10:36 Ji ber protestokirina Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin
10:04 Li Kuçukçekmeceyê avahî hilweşiya: Kesên di bin kavil de mane hene
09:44 Perwerdekar Zorlu: Mufredateke yekperest û zayenperest amade kirine
09:26 Kovara Jinê bi serenavê ‘Mêrtî û manîpulasyonê’ derket
09:15 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:05 Şerê taybet berê xwe daye zarokan
09:04 Endamên Grûp Yorûmê di greva birçîbûnê de ne
09:01 Der barê jinên ku di 8'ê Adarê de stran gotin de doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:01 Li 7 navendan dengdayîn dest pê kir
01/06/2024
22:08 Li Amsterdam û Hambûrgê çalakiyên li dijî tecrîdê
20:03 Li qursa Quranê tundî li zarokan hat kirin
17:17 Nobeta mexdûra erdhejê Done Kaya ket hefteya 5’emîn
16:56 DEM Partî li Periyê amadehiyên hilbijartinê temem kirin
16:50 Nobeda Edaletê di roja 119’an de ye: Dayika Emîne bûye hêviya gelê me
16:22 Ji Hîlwanê banga dawî: Werin em sibê xwedî li îradeya xwe derbikevin
16:00 Rapora binpêkirina mafan a girtîgehan: Di salekê de 24 hezar binpêkirin
15:36 GOÇ-ÎZDER’ê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:29 Li Wanê cerdevanek bi awayek guman mir
15:04 Hat xwestin girtiyên nexweş Kaya, Çam û Kuday bên berdan
14:29 Malbatên Windayan li aqûbeta rojnamevan û faîlên karsazên kurd pirsîn
14:04 400 karker û malbatên xwe ji xwarinê jehrî bûn
13:52 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 ferdên malbata Bulut bên dîtin
13:27 HRE bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên meha gulanê eşkere kir
13:10 Bafil Talabanî: Heke em bibin yek em dikarin mafên xwe mîsoger bikin
13:10 Buldan bersiva Çîller da: Hevjînê te li ser nivînê xwe mir ên me bi îşkenceyê
13:09 Mehmet Emîn Ersoy ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:15 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişên Tirkiyeyê li dijî hilbijartinê ye
11:53 Ji bo Anzeleyê çareseriya hevpar
11:38 DEM Partiyê xwest girtîgehên ‘Tîpa Bîrê’ bên girtin
11:14 ‘Mîrateya Mûhsîn Melîk hiştiye dê demokratîkbûnê xurt bike’
10:56 Salih Muslim: Tirkiye dixwaze hilbijartinên li Rojava bi êrişan sabote bike
10:13 Polîtîkaya AKP'ê ya ji bo zarokan: Zewicandina di temenê zarokatiyê de