Colemêrgî: Em ê li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nemînin

  • rojane
  • 15:08 3 Hezîran 2024
  • |
COLEMÊRG - Colemêrgiyan anî ziman ku bi tayînkirina qeyûm a şaredariyê darbe li vîna wan hatiye kirin û bi gotina “Em ê heta dawiyê ax, ziman û çanda xwe biparêzin û ji bo vê têkoşîna xwe bidomînin” banga piştevaniyê kir. 
 
Mehmet Siddik Akiş ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de li Colemêrgê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi rêjeya ji sedî 48.92 weke hevşaredar hate hilbijartin, îro di saetên serê sibê de li Wanê hate binçavkirin. Piştî ku Akiş hate binçavkirin şaredarî hate dorpêçkirin. Wezareta Karên Hundir aşkere kir ku Akiş “weke tedbîra derbasdar ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hatiye dûrxistin” û şûna wî Walî Alî Çelîk weke qeyûm tayîn kir. 
 
Bertekên têkildarî biryara qeyûman û binçavkirinan didomin. Colemêrgiyan têkildarî tayînkirina qeyûm ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
 
BANGA ÎSTÎFAYÊ LI KURDÊN AKP’Î KIR  
 
Fatma Tûran diyar kir ku rewşa cezakirinê ya di nava mehekê de li dijî hilbijartiyên gelê kurd, li dijî gelê kurd heqaret e û destnîşan kir ku binçavkirina Hevşaredar Akiş bêhiqûqî ye û tayînkirina qeyûman xespa vînê ye. 
 
Tûran a got “Êdî bes e” wiha domand: “Divê herkes dest bi de destê hev û bertekê nîşanî vê rewşê bide. Divê gelê kurd li dijî vê helwestê yekitiya xwe pêk bîne. Li dijî xespa vînê divê kurdên li gel AKP’ê demildest îstîfa bikin û li cem gelê xwe yê mafdar bin. Ev polîtîkayên zilmê dê heta kengî bidomin. Em ê teqez li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin û bila kes jî bêdeng nemîne.”
 
‘ÊDÎ BES E KÊR GIHIŞTIYE HESTÎ’  
 
Yek ji welatiyan Leşker Tarhan jî anî ziman ku tişta hatiye kirin “darbeya” li dijî vîna gelê kurd e û diyar kir ku di hilbijartinan de gel dersek da qeyûman û AKP’ê û Mehmet Siddik Akiş weke vîna xwe hilbijart. Tarhan, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûm tê wateya “nasnekirina” vîna gelê kurd û beşên demokratîk û wiha got: “AKP’ê bi vir û derewan vîna vî gelî xesp kir û vîna gelê kurd binpê kir. Divê hemû gelê Colemêrgê li dijî vê helwestê bêdeng nemîne û xwedî li vîna xwe derkeve. Divê em xwedî li şaredariya xwe ya bi dosyayê çêkirî hatiye xespkirin derkevin. Divê em hemû li dijî qeyûman derkevin û berteka xwe nîşan bidin. Êdî bes e. Heke em îro li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng bimînin dê qeyûm tayînî şaredariyên gelên ku alîgirên demokrasiyê ne bên kirin û hilbijartiyên wan dê bên girtin. Li dijî polîtîkayên qeyûman ên AKP’ê kêr gihiştiye hestî.”
 
‘XESPEKE HATIYE PLANKIRÎ YE’ 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût jî diyar kir ku tayînkirina qeyûman encama polîtîkayên “dijminatiyê” yên li dijî gelê kurd in û got: “Em bi feraseta qeyûman re rûbirû ne. Bi destê qeyûman hewl tê dayîn vîna gelê kurd, çand, ziman û hafizaya wî ji holê were rakirin. Tayînkirina qeyûm bi temamî rewşeke ku beriya hilbijartinê hatiye plankirin e. Hêrsa me dê her tim bibe bersiva li qadên têkoşînê. Vîna vî gelî wiha hêsan nikare were teslîmgirtin û tunehesibandin. Em li dijî vê xespê bang li herkesê dikin ku bi hev re têbikoşin.”
 
TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME 
 
Yasîn Demîr anî ziman ku tayînkirina qeyûm, polîtîkaya qebûlnekirin û tune hesibandinê ye û wiha pê de çû: “Em teqez vê rewşê qebûl nakin û ya ji destê me tê em ê bikin. Yên ku îro qeyûm tayîn dikin ewên ku dijminatiya gelê kurd dikin e. Divê herkes bertekê nîşanî vê rewşê bide û li ber xwe bide. Ya ku li gelê Colemêrgê hatiye kirin eybeke mezin e. Em ê heta dawiyê axa xwe, zimanê xwe û çanda xwe biparêzin û ji bo vê yekê têbikoşin.”
 
KUMPASA LI DIJÎ VÎNA GELÊ KURD E  
 
Mahmût Dûran, bi lêv kir ku Colemêrgê ji berê ve li dijî partiyên pergalê serî netewandiye û têkoşîna xwe didomîne, ji ber vê yekê qeyûm ewilî tayînî Colemêrgê hate kirin û got: “Gelê Colemêrgê tevî hemû polîtîkayên qirêj ên di hilbijartinê de xwedî li vîna xwe derket. Ji ber ku AKP li her qada Tirkiyeyê ber bi tinebûnê ve diçe, hewl dide vîna gelê kurd tine bihesibîne û wezîfedarên wî yên hilbijartî ji nedîtî ve were û bênefes û bêparastin bihêle. Ev kumpaseke li dijî gelê kurd e. Heke bi sedan caran qeyûm were tayînkirin jî hûn nikarin gelê kurd bisekinînin. Dilê gelê kurd nikare dîl were girtin. Ez bang li AKP’ê dikim, ka hûn alîgirên demokrasiyê bûn? Çi bû ku hûn di rojekê de bûn dijberên demokrasiyê. Demokrasî tenê ji bo kurdan nîne. AKP ji bo ji feraseta demokratîk a rast a vê partiyê ditirse qeyûman tayîn dike. Lê hemû kumpasên we dê vala derkevin.”
 
DARBE Û XESP E
 
Endamê Meclisa Şaredariya Colemêrgê yê DEM Partiyî Nûrettîn Korkmaz anî ziman ku vê polîtîkaya AKP’ê bi tu awayî qebûl nakin û got: “AKP’ê weke 8 sal in careke din vîna gelê Colemêrgê nas nekir. Divê gelê kurd ê birûmet, hemû beşên alîgirên demokrasiyê ne vê rewşê qebûl nekin. Kesên ku alîgirên demokrasî, aştî, wekhevî û azadiyê ne li dijî vê darbeyê dengê xwe derxîne. Xespa îro li gelê kurd hatiye kirin sibê dê li gelên Tirkiyeyê were kirin. Ji bo ku ev xest bandorê li şaredariyên din neke divê herkes helwestê nîşan bide. Ev bi awayekî zelal û aşkere darbe û xesp e.”
 

Sernavên din

04/06/2024
07:45 Danişîna Ehmed ê PDK’ê ew revandiye di 30’ê hezîranê de ye
03/06/2024
23:23 Protestoyên li dijî xespkirina vînê didomin
23:08 Colemêrgî li dijî qeyûm li ser pêyan e
22:59 Li hemû navçeyên Amedê tayinkirina qeyûm tê şermezarkirin
20:54 Wê sibê biçin Colemêrgê
20:04 Li Colemêrgê li dijî xespkirina vînê meş
19:48 Ji 28 baroyan daxuyaniya ji bo Colemêrgê: Xwedîderketina li vîna hilbijêran peywira her kesî ye
19:45 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza lê hatiye vekirin da
16:57 Ji hevşaredarên Curnê Reş serdana sipasiyê
16:14 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Darbeya siyasî ye
16:12 Li Pirsûsê kesek hate girtin
16:04 Heta ku tecrîd bi dawî bibe dê li kolanan bin
15:23 ‘Tayînkirina qeyûm tunekirina demokrasiyê ye’
15:12 Li gelek bajaran tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Em rê nadin faşîzmê
15:08 Colemêrgî: Em ê li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nemînin
14:53 Ozgur Ozel: Em biryara tayînkirina qeyûm red dikin
14:34 Li Îranê di 5 mehan de herî kêm 68 girtî hatin bidarvekirin
14:21 Pisporên NY’yê banga naskirina dewleta Filîstînê kirin
14:18 Koperatîfa Çandiniyê xwest kargehên biçûk û koperatîf bên destekkirin
13:47 DÎB’ê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist
13:37 Rapora DFG’ê ya meha gulanê: Bi xala ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ dixwazin rojnamegeriyê dorpêç bikin
13:10 Buldan, Karay û Yildirim hatin bibîranîn: Li şûna Torosên spî îro rejîma qeyûm girtiye
12:19 CHP’iyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan: Biryarekî siyasî ye
12:14 Li Mêrsînê serdagirtina malan
12:13 95 kesan ji CPT’yê re name şand: Demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê
12:11 Ji DEM Partiyê li dijî xespa vînê biryara çalakiyên bênavber
11:37 Di dîroka Meksîkayê de cara ewil jinek bû seroka welêt
11:29 TUÎK: Enflasyona salane bû ji sedî 75,45
11:27 Xespkirina vîna xelkê Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin
11:18 DÎB’ê bang li muxalefetê kir: Em li dijî şer helweseteke zelal nîşan bidin
11:09 DEM Partî bi awayekî awarte dicive
10:32 Li Colemêrgê vîna gel hate xespkirin: Qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin
10:30 Parêzerê Hevşaredar Akiş ê di bin çavan de: Lêpirsîneke veşartî heye
10:16 Bertek nîşanî dorpêça li ser Şaredariya Colemêrgê dan
09:54 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê serî li ber zîhniyeta qeyûm netewînin
09:05 Girtiyên siyasî 190 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:04 Herî dawî li qereqolê tê dîtin: Lê belê leşker înkar dikin
09:03 Welatiyên ku nikarin debara xwe bikin, eşyayên xwe difiroşin
09:01 ‘Xweşî û aramî bi şer nabe, daxwazên girtiyan qebûl bikin’
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Ji DEM Partiyê daxuyaniya Colemêrgê: Em herkesê vedixwînin ku li dijî feraseta darbekar helwestê bigirin
08:14 Polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girtin, hevşaredar Akiş hate binçavkirin
07:52 Xwebûn bi manşeta ‘Dewleta şerî’ derket
02/06/2024
21:53 Rojnameya Yenî Yaşamê 6 saliya xwe pîroz kir
21:19 Di tûrnûvaya Gulistan Dokû de tîma Generalên Biçûk bi ser ket
20:52 DEM Partî li Hîlwanê bi ser ket
20:03 DEM Partî li Hîlwanê li pêş e
19:22 Encama hilbijartina li Bajaroka Perî diyar bû
18:27 Hevserokên GABB’ê hatin diyarkirin
17:01 Ji Yenîkapiyê bang kirin: Qetilkirin ne çareserî ye
17:00 Hilbijartin bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:31 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 120’an de ye: Faîl diyar in
16:09 Li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo aktîvîteya dawiya salê
15:48 Têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya 2 kes hatin binçavkirin
15:43 Li Şirnexê karkerê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
15:36 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de berteka ‘Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne’
15:21 Mamosteyê ku ji ber germê kete çem xeniqî
15:19 DEM Partiyê ji bo dengdayînê bang kir
14:57 Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê!
13:51 Di avahiya hilweşiyayî de kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:28 ÇUKAY-DER’ê yekemîn kongreya xwe li dar xist
13:02 Hevşaredarên DEM Partiyî civiyan: Xizmetên şaredariyê tên astengkirin
12:44 Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ji Meclisê daxwaza şandeyekê kirin
12:43 Li Curnê Reş û Periyê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye
12:02 Melîk û Ayyildiz li ser gora xwe hatin bibîranîn
11:22 Li quntarên Herekolê cerdevan daran dibirin
11:08 Îranê kolberekî din qetil kir
10:36 Ji ber protestokirina Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin
10:04 Li Kuçukçekmeceyê avahî hilweşiya: Kesên di bin kavil de mane hene
09:44 Perwerdekar Zorlu: Mufredateke yekperest û zayenperest amade kirine
09:26 Kovara Jinê bi serenavê ‘Mêrtî û manîpulasyonê’ derket
09:15 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:05 Şerê taybet berê xwe daye zarokan
09:04 Endamên Grûp Yorûmê di greva birçîbûnê de ne
09:01 Der barê jinên ku di 8'ê Adarê de stran gotin de doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:01 Li 7 navendan dengdayîn dest pê kir
01/06/2024
22:08 Li Amsterdam û Hambûrgê çalakiyên li dijî tecrîdê
20:03 Li qursa Quranê tundî li zarokan hat kirin
17:17 Nobeta mexdûra erdhejê Done Kaya ket hefteya 5’emîn
16:56 DEM Partî li Periyê amadehiyên hilbijartinê temem kirin
16:50 Nobeda Edaletê di roja 119’an de ye: Dayika Emîne bûye hêviya gelê me
16:22 Ji Hîlwanê banga dawî: Werin em sibê xwedî li îradeya xwe derbikevin
16:00 Rapora binpêkirina mafan a girtîgehan: Di salekê de 24 hezar binpêkirin
15:36 GOÇ-ÎZDER’ê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:29 Li Wanê cerdevanek bi awayek guman mir
15:04 Hat xwestin girtiyên nexweş Kaya, Çam û Kuday bên berdan
14:29 Malbatên Windayan li aqûbeta rojnamevan û faîlên karsazên kurd pirsîn
14:04 400 karker û malbatên xwe ji xwarinê jehrî bûn
13:52 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 ferdên malbata Bulut bên dîtin
13:27 HRE bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên meha gulanê eşkere kir
13:10 Bafil Talabanî: Heke em bibin yek em dikarin mafên xwe mîsoger bikin
13:10 Buldan bersiva Çîller da: Hevjînê te li ser nivînê xwe mir ên me bi îşkenceyê
13:09 Mehmet Emîn Ersoy ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:15 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişên Tirkiyeyê li dijî hilbijartinê ye
11:53 Ji bo Anzeleyê çareseriya hevpar
11:38 DEM Partiyê xwest girtîgehên ‘Tîpa Bîrê’ bên girtin
11:14 ‘Mîrateya Mûhsîn Melîk hiştiye dê demokratîkbûnê xurt bike’
10:56 Salih Muslim: Tirkiye dixwaze hilbijartinên li Rojava bi êrişan sabote bike
10:13 Polîtîkaya AKP'ê ya ji bo zarokan: Zewicandina di temenê zarokatiyê de