‘Tayînkirina qeyûm tunekirina demokrasiyê ye’

  • rojane
  • 15:23 3 Hezîran 2024
  • |
img
ENQERE / STENBOL - Sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl anîn ziman ku bi şêweya “komploger” qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hatiye kirin û wiha gotin: “Vîna gel nayê xespkirin.” 
 
Hevşaredarê Colemêrgê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Siddik Akiş ji hêla Wezareta Karên Hundirîn ji peywirê hate girtin û şûna wî Walî Alî Çelîk wek qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin. Sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl bertek nîşanî vê yekê dan û daxuyaniya “qeyûm darbe ye” dan. 
 
HDK'Ê BANGA XWEDÎDERKETINA LI ÎRADEYÊ KIR
 
Lijneya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi ser hesaba xwe ya medya dijîtal daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji desthilat ji bi awayekî beyî pîvan êrişî gelê kurd û alîgirên komara demokratîk dike û wiha got: “Tevî ku desthilata AKP û MHP’ê gelek caran ji desthilatê ket, pişta xwe da derfetên dewletê, xestpkirina vîna gel ji bo domandina desthilata xwe kir rêbaz. Qeyûm nîşaneya vê mekanîzmaya darbeyê ya herî şênber e. Karker, jin, ciwan, demokrat, sosyalîst vê xespkirina îradeya gel qet qebûl nekirin. Bi têkoşîna li her qadê hatiye meşandin ve herî dawî di hilbijartinên 31’ê adarê de li desthilata faşîst a AKP û MHP’ê dane windakirin.” 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku desthilata winda kiriye pêşî li Wanê hewl da qeyûm tayîn bike, bi têkoşîna Wanê ev polîtîka vala derket û daxuyanî wiha dom kir: “Faşîzma dijminê îradeya gelan, demokrasiyê, jinan û xwezayê ye, niha jî ketiye liv û tevgerê, hevşaredar bi awayekî derveyî hiqûqê binçav kiriye, avahiyê şaredariyê dagir kiriye. Ev darbekirina îradeya gelê Tirkiye û Kurdistanê ye. Em bang li hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku li her cihê ku lê ne, li dijî darbeyê ji bo pêşxistina îradeya demokratîk a gel û têkoşîna demokratîk a gel xwedî li îradeya xwe derkevin.” 
 
KESK: EM DESTÛR NADIN
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi ser hesaba xwe ya medya dijîtal daxuyanî da û wiha got: “Darbeya Şaredariya Colemêrgê nayê qebûlkirin. Em ê li dijî vê hewldana li dijî mafê gelê kurd ê hilbijartinê, piştevaniyê bikin û têbikoşin. Ev li Wanê hate ceribandin, ji dîwarê gel ket; li Colemêrgê cardin darbeyekî nû! Qeyûm dest danîna ser îradeya gel e. Ya ku lê wê derê dibe, li wir namîne/dê nemîne. Bi vê zanebûn û hestiyariyê divê em bi hev re, di nava piştevaniyê de têkoşîna demokrasiyê mezin bikin. Li #Colemêrgê qeyûm nayê qebûlkirin! #KayyımaGeçitYok
 
ÎHD: VÎNA GEL NAYÊ XESPKIRIN
 
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi ser hesaba xwe ya medya dijîtal wiha got: “Vîna gel nayê xespkirin. Ji qeyûm re na.”
 
TUM BEL-SEN: ŞÊWEYEKÎ KOMPLOGER E
 
Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tevahî Şaredarî û Rêveberiyên Xwecihî (TUM BEL-SEN) di daxuyaniya parve kiriye de destnîşan kir ku desthilata AKP û MHP’ê ya di hilbijartinên 31’ê Adarê de encamên ku dixwest bi dest nexistiye, hewl dide bi “şêweyekî komploger” îradeya gel xesp bike.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Her carê desthilat li hemberî îradeya gel têk diçe, dema ku bi lîstikên hiqûqê nekarî îradeya gel xesp bike vê carê serî li darbeya sîyasî ya herî baş dizane da. Ev ne tenê li dijî îradeya gelê Colemêrgê, hewldana xespkirina îradeya demokratîk a hemû gelê Tirkiyeyê ye. Tevî gotinên nermbûnê û nîqaşên ser Destûra Bingehîn tên kirin jî dema mijar dibe kurd rejîma dijminê demokrasiyê û hiqûqnenas xwe nîşan dide. Em wek kedkar li bendê bûn ku erk û hêza şaredariyan zêdetir bin lê belê desthilat dema nayê karê wê bi şêwazên derveyî hiqûqê û sepanên bi vî awayî nîşan dide. Ev nayên qebûlkirin û ev rewş di hêla demokrasiya me ya lewaz bûye de şerm e.
 
GENEL ÎŞ: TAYÎNKIRINA QEYÛM TUNEKIRINA DEMOKRASIYÊ YE
 
Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî ya Tirkiyeyê ya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK Genel Îş) di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Bi ser şaredariyan re tayînkirina qeyûman tunehesibandina mafê hilbijartinê ye û tunekirina demokrasiyê ye. Em ji vir careke din eşkere dikin ku em li dijî hemû sepanên keda karkeran red dike, mafê temînata kar hedef digire û îradeya gel xesp dike ne. Divê ev pêvajo li gorî rêgezên qanûnî yên navneteweyî, bi esasgirtina mafên mirovan ên bingehîn bêyî mafên demokratîk werin binpêkirin, adîlane û zelal were meşandin.” 
 

Sernavên din

04/06/2024
07:45 Danişîna Ehmed ê PDK’ê ew revandiye di 30’ê hezîranê de ye
03/06/2024
23:23 Protestoyên li dijî xespkirina vînê didomin
23:08 Colemêrgî li dijî qeyûm li ser pêyan e
22:59 Li hemû navçeyên Amedê tayinkirina qeyûm tê şermezarkirin
20:54 Wê sibê biçin Colemêrgê
20:04 Li Colemêrgê li dijî xespkirina vînê meş
19:48 Ji 28 baroyan daxuyaniya ji bo Colemêrgê: Xwedîderketina li vîna hilbijêran peywira her kesî ye
19:45 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza lê hatiye vekirin da
16:57 Ji hevşaredarên Curnê Reş serdana sipasiyê
16:14 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Darbeya siyasî ye
16:12 Li Pirsûsê kesek hate girtin
16:04 Heta ku tecrîd bi dawî bibe dê li kolanan bin
15:23 ‘Tayînkirina qeyûm tunekirina demokrasiyê ye’
15:12 Li gelek bajaran tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Em rê nadin faşîzmê
15:08 Colemêrgî: Em ê li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nemînin
14:53 Ozgur Ozel: Em biryara tayînkirina qeyûm red dikin
14:34 Li Îranê di 5 mehan de herî kêm 68 girtî hatin bidarvekirin
14:21 Pisporên NY’yê banga naskirina dewleta Filîstînê kirin
14:18 Koperatîfa Çandiniyê xwest kargehên biçûk û koperatîf bên destekkirin
13:47 DÎB’ê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist
13:37 Rapora DFG’ê ya meha gulanê: Bi xala ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ dixwazin rojnamegeriyê dorpêç bikin
13:10 Buldan, Karay û Yildirim hatin bibîranîn: Li şûna Torosên spî îro rejîma qeyûm girtiye
12:19 CHP’iyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan: Biryarekî siyasî ye
12:14 Li Mêrsînê serdagirtina malan
12:13 95 kesan ji CPT’yê re name şand: Demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê
12:11 Ji DEM Partiyê li dijî xespa vînê biryara çalakiyên bênavber
11:37 Di dîroka Meksîkayê de cara ewil jinek bû seroka welêt
11:29 TUÎK: Enflasyona salane bû ji sedî 75,45
11:27 Xespkirina vîna xelkê Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin
11:18 DÎB’ê bang li muxalefetê kir: Em li dijî şer helweseteke zelal nîşan bidin
11:09 DEM Partî bi awayekî awarte dicive
10:32 Li Colemêrgê vîna gel hate xespkirin: Qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin
10:30 Parêzerê Hevşaredar Akiş ê di bin çavan de: Lêpirsîneke veşartî heye
10:16 Bertek nîşanî dorpêça li ser Şaredariya Colemêrgê dan
09:54 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê serî li ber zîhniyeta qeyûm netewînin
09:05 Girtiyên siyasî 190 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:04 Herî dawî li qereqolê tê dîtin: Lê belê leşker înkar dikin
09:03 Welatiyên ku nikarin debara xwe bikin, eşyayên xwe difiroşin
09:01 ‘Xweşî û aramî bi şer nabe, daxwazên girtiyan qebûl bikin’
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Ji DEM Partiyê daxuyaniya Colemêrgê: Em herkesê vedixwînin ku li dijî feraseta darbekar helwestê bigirin
08:14 Polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girtin, hevşaredar Akiş hate binçavkirin
07:52 Xwebûn bi manşeta ‘Dewleta şerî’ derket
02/06/2024
21:53 Rojnameya Yenî Yaşamê 6 saliya xwe pîroz kir
21:19 Di tûrnûvaya Gulistan Dokû de tîma Generalên Biçûk bi ser ket
20:52 DEM Partî li Hîlwanê bi ser ket
20:03 DEM Partî li Hîlwanê li pêş e
19:22 Encama hilbijartina li Bajaroka Perî diyar bû
18:27 Hevserokên GABB’ê hatin diyarkirin
17:01 Ji Yenîkapiyê bang kirin: Qetilkirin ne çareserî ye
17:00 Hilbijartin bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:31 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 120’an de ye: Faîl diyar in
16:09 Li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo aktîvîteya dawiya salê
15:48 Têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya 2 kes hatin binçavkirin
15:43 Li Şirnexê karkerê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
15:36 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de berteka ‘Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne’
15:21 Mamosteyê ku ji ber germê kete çem xeniqî
15:19 DEM Partiyê ji bo dengdayînê bang kir
14:57 Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê!
13:51 Di avahiya hilweşiyayî de kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:28 ÇUKAY-DER’ê yekemîn kongreya xwe li dar xist
13:02 Hevşaredarên DEM Partiyî civiyan: Xizmetên şaredariyê tên astengkirin
12:44 Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ji Meclisê daxwaza şandeyekê kirin
12:43 Li Curnê Reş û Periyê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye
12:02 Melîk û Ayyildiz li ser gora xwe hatin bibîranîn
11:22 Li quntarên Herekolê cerdevan daran dibirin
11:08 Îranê kolberekî din qetil kir
10:36 Ji ber protestokirina Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin
10:04 Li Kuçukçekmeceyê avahî hilweşiya: Kesên di bin kavil de mane hene
09:44 Perwerdekar Zorlu: Mufredateke yekperest û zayenperest amade kirine
09:26 Kovara Jinê bi serenavê ‘Mêrtî û manîpulasyonê’ derket
09:15 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:05 Şerê taybet berê xwe daye zarokan
09:04 Endamên Grûp Yorûmê di greva birçîbûnê de ne
09:01 Der barê jinên ku di 8'ê Adarê de stran gotin de doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:01 Li 7 navendan dengdayîn dest pê kir
01/06/2024
22:08 Li Amsterdam û Hambûrgê çalakiyên li dijî tecrîdê
20:03 Li qursa Quranê tundî li zarokan hat kirin
17:17 Nobeta mexdûra erdhejê Done Kaya ket hefteya 5’emîn
16:56 DEM Partî li Periyê amadehiyên hilbijartinê temem kirin
16:50 Nobeda Edaletê di roja 119’an de ye: Dayika Emîne bûye hêviya gelê me
16:22 Ji Hîlwanê banga dawî: Werin em sibê xwedî li îradeya xwe derbikevin
16:00 Rapora binpêkirina mafan a girtîgehan: Di salekê de 24 hezar binpêkirin
15:36 GOÇ-ÎZDER’ê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:29 Li Wanê cerdevanek bi awayek guman mir
15:04 Hat xwestin girtiyên nexweş Kaya, Çam û Kuday bên berdan
14:29 Malbatên Windayan li aqûbeta rojnamevan û faîlên karsazên kurd pirsîn
14:04 400 karker û malbatên xwe ji xwarinê jehrî bûn
13:52 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 ferdên malbata Bulut bên dîtin
13:27 HRE bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên meha gulanê eşkere kir
13:10 Bafil Talabanî: Heke em bibin yek em dikarin mafên xwe mîsoger bikin
13:10 Buldan bersiva Çîller da: Hevjînê te li ser nivînê xwe mir ên me bi îşkenceyê
13:09 Mehmet Emîn Ersoy ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:15 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişên Tirkiyeyê li dijî hilbijartinê ye
11:53 Ji bo Anzeleyê çareseriya hevpar
11:38 DEM Partiyê xwest girtîgehên ‘Tîpa Bîrê’ bên girtin
11:14 ‘Mîrateya Mûhsîn Melîk hiştiye dê demokratîkbûnê xurt bike’
10:56 Salih Muslim: Tirkiye dixwaze hilbijartinên li Rojava bi êrişan sabote bike
10:13 Polîtîkaya AKP'ê ya ji bo zarokan: Zewicandina di temenê zarokatiyê de