Li hemû navçeyên Amedê tayinkirina qeyûm tê şermezarkirin

  • rojane
  • 22:59 3 Hezîran 2024
  • |
img
AMED – Li hemû navçeyên Amedê bi meşên hatin lidarxistin, tayînkirina qeyûmê tayinî Şaredariya Colemêrgê hat kirin, hat şermezarkirin.
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Peyas a Amedê ji bo bertek nîşanê tayînkirina qeyûm bide ji avahiya xwe ya Peyasê heta Vîlayên Semta Dîclekentê meşek li dar xist. Di meşê de dirûşmeyên "Colemêrg ya me ye şaredarî ya me ye", "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Em li hemberî zextan serî natewînin" û "AKP dê hesabê bide gel" hatin berzkirin. Hevşaredarên Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, hevserokên DEM Partiyê yên Peyasê û gelek kes tev li meşê bû.
 
Polîsan cih cih xwest partiyiyan asteng bike, lê girseyê tevî dorpêça polîsan jî meşa xwe berdewam kirin û polîtîkayên qeyûm şermezar kirin. Li derdorê jî gel bi çepik û wesayîtan jî bi lêdana qorneyan piştgiriya girseyê kirin.
 
REZAN
 
Girseya ku di nav wan de Hevşaredara navçeya Rezanê Leyla Ayaz, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray û endamên partiyê jî hebûn li dijî tayînkirina qeyûman ji kêleka Girtîgeha Tîp a E ya Rezanê  heta Hatboyûyê meşiyan. Girseyê dirûşmên “Colemerg ya me ye şaredarî ya me ye”, “Bijî berxwedana gele kurd” hwd. berz kirin. Di tevahiya meşê de welatiyan li çepikan gerandin û ajokaran jî ji bo piştgiriyê li qornê xistin. Hevserokan ku esnafên Hatboyu ziyaret kirin gel vexwendin çalakiya rûniştinê ku dê her roj saet di 17:00 de li ber şaredariyan li dijî xespa vîna gel bê lidarxistin kirin.
 
SÛR
 
Li Navçeya Sûrê ya Amedê gel ji bo bertek nîşanê tayînkirina qeyûm ya li Şaredariya Colemêrg'e bide meşiyan. Girse ji avahiya navçeya Sûrê dest bi meşê kir û heta ber deriyê Mêrdînê meşiyan. Gel jî daket kolanan û piştgiriya partiyiyan kir. Dikandar û rêwiyên ku girse dîtin bi çepik û dirûşmeyan piştgirî dan meşê. Wesayîtên derbasbûyî ji bo piştgiriya girseyê li qorneyan xistin. Tevî astengiya polîsan jî girseyê bi vîneke mezin bi dirûşmeyan meşa xwe berdewam kir.
 
Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana gel", "Colemêrg a me ye Şaredarî ya me ye", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Zext nikarin me asteng bikin" hatin berzkirin. Piştî meşê girse li avahiya navçeyê kom bû û belav bû.
 
BAJARÊ NÛ
 
Li Navçeya Partiya DEM'ê ya Bajara Nû jî partiyiyan xwest meş li dar bixe, lê çalakiya wan ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, Hevşaredarên Bajara Nû, endamên meclîsa şaredariyê û welatiyan piştgirî dan çalakiyê û bi dirûşmeyên "Colemêrg a me ye şaredarî ya me ye" astengiya polîsan şermezar kirin.
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn li vir daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku xebatên partiya wan ên siyasî tên astengkirin. Şahîn, bertek nîşanî dorpêça avahiya partiya wan da û wiha got: "Hûn vê dorpêçê li dijî kesên ku welat talan kirine nagirin. Em mafên xwe yên bi Destûra Bingehîn hatine mîsogerkirin bi kar tînin. Yên zilmê li vî gelî bikin dê bên darizandin. Em tu carî dev ji siyaseta demokratîk bernadin. Em weke kurd û gelên Tirkiyeyê zîhniyeta qeyûm protesto dikin.”
 
Piştî axaftina Şahîn, girseyê dorpêça polîsan bi tilîlî û çepikan protesto kir.
 
BISMIL
 
Li navçeya Bismilê ya Amedê jî bi armanca şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û tayînkirina qeyûm li şaredariya Bismilê çalakiya nobedê hat destpêkirin. Hevşaredarên Bismilê Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikulu, Hevşaredarên DBP'ê yên Navçeya Bismilê, Hevşaredarên DEM'ê yên Bismilê, gelek endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên partiyê beşdarî nobedê bûn. Hevserokê Navçeya DEM’ê yê Bismilê Mûstafa Kûrt bang li gelê Bismilê kir, got ku weke hilbijartinên 31’ê Adarê her kes vîna xwe biparêze. Kûrt ku xwest hemû gelê Bismilê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya sibê saet di 17:00 de li Şaredariya Bismilê bê dayîn, diyar kir ku ew ê li Şaredariya Bismilê bi gel re dest bi çalakiya nobedê ya bêdem bikin.
 
 
 

Sernavên din

04/06/2024
07:45 Danişîna Ehmed ê PDK’ê ew revandiye di 30’ê hezîranê de ye
03/06/2024
23:23 Protestoyên li dijî xespkirina vînê didomin
23:08 Colemêrgî li dijî qeyûm li ser pêyan e
22:59 Li hemû navçeyên Amedê tayinkirina qeyûm tê şermezarkirin
20:54 Wê sibê biçin Colemêrgê
20:04 Li Colemêrgê li dijî xespkirina vînê meş
19:48 Ji 28 baroyan daxuyaniya ji bo Colemêrgê: Xwedîderketina li vîna hilbijêran peywira her kesî ye
19:45 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza lê hatiye vekirin da
16:57 Ji hevşaredarên Curnê Reş serdana sipasiyê
16:14 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Darbeya siyasî ye
16:12 Li Pirsûsê kesek hate girtin
16:04 Heta ku tecrîd bi dawî bibe dê li kolanan bin
15:23 ‘Tayînkirina qeyûm tunekirina demokrasiyê ye’
15:12 Li gelek bajaran tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Em rê nadin faşîzmê
15:08 Colemêrgî: Em ê li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nemînin
14:53 Ozgur Ozel: Em biryara tayînkirina qeyûm red dikin
14:34 Li Îranê di 5 mehan de herî kêm 68 girtî hatin bidarvekirin
14:21 Pisporên NY’yê banga naskirina dewleta Filîstînê kirin
14:18 Koperatîfa Çandiniyê xwest kargehên biçûk û koperatîf bên destekkirin
13:47 DÎB’ê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist
13:37 Rapora DFG’ê ya meha gulanê: Bi xala ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ dixwazin rojnamegeriyê dorpêç bikin
13:10 Buldan, Karay û Yildirim hatin bibîranîn: Li şûna Torosên spî îro rejîma qeyûm girtiye
12:19 CHP’iyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan: Biryarekî siyasî ye
12:14 Li Mêrsînê serdagirtina malan
12:13 95 kesan ji CPT’yê re name şand: Demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê
12:11 Ji DEM Partiyê li dijî xespa vînê biryara çalakiyên bênavber
11:37 Di dîroka Meksîkayê de cara ewil jinek bû seroka welêt
11:29 TUÎK: Enflasyona salane bû ji sedî 75,45
11:27 Xespkirina vîna xelkê Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin
11:18 DÎB’ê bang li muxalefetê kir: Em li dijî şer helweseteke zelal nîşan bidin
11:09 DEM Partî bi awayekî awarte dicive
10:32 Li Colemêrgê vîna gel hate xespkirin: Qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin
10:30 Parêzerê Hevşaredar Akiş ê di bin çavan de: Lêpirsîneke veşartî heye
10:16 Bertek nîşanî dorpêça li ser Şaredariya Colemêrgê dan
09:54 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê serî li ber zîhniyeta qeyûm netewînin
09:05 Girtiyên siyasî 190 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:04 Herî dawî li qereqolê tê dîtin: Lê belê leşker înkar dikin
09:03 Welatiyên ku nikarin debara xwe bikin, eşyayên xwe difiroşin
09:01 ‘Xweşî û aramî bi şer nabe, daxwazên girtiyan qebûl bikin’
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Ji DEM Partiyê daxuyaniya Colemêrgê: Em herkesê vedixwînin ku li dijî feraseta darbekar helwestê bigirin
08:14 Polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girtin, hevşaredar Akiş hate binçavkirin
07:52 Xwebûn bi manşeta ‘Dewleta şerî’ derket
02/06/2024
21:53 Rojnameya Yenî Yaşamê 6 saliya xwe pîroz kir
21:19 Di tûrnûvaya Gulistan Dokû de tîma Generalên Biçûk bi ser ket
20:52 DEM Partî li Hîlwanê bi ser ket
20:03 DEM Partî li Hîlwanê li pêş e
19:22 Encama hilbijartina li Bajaroka Perî diyar bû
18:27 Hevserokên GABB’ê hatin diyarkirin
17:01 Ji Yenîkapiyê bang kirin: Qetilkirin ne çareserî ye
17:00 Hilbijartin bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:31 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 120’an de ye: Faîl diyar in
16:09 Li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo aktîvîteya dawiya salê
15:48 Têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya 2 kes hatin binçavkirin
15:43 Li Şirnexê karkerê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
15:36 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de berteka ‘Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne’
15:21 Mamosteyê ku ji ber germê kete çem xeniqî
15:19 DEM Partiyê ji bo dengdayînê bang kir
14:57 Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê!
13:51 Di avahiya hilweşiyayî de kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:28 ÇUKAY-DER’ê yekemîn kongreya xwe li dar xist
13:02 Hevşaredarên DEM Partiyî civiyan: Xizmetên şaredariyê tên astengkirin
12:44 Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ji Meclisê daxwaza şandeyekê kirin
12:43 Li Curnê Reş û Periyê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye
12:02 Melîk û Ayyildiz li ser gora xwe hatin bibîranîn
11:22 Li quntarên Herekolê cerdevan daran dibirin
11:08 Îranê kolberekî din qetil kir
10:36 Ji ber protestokirina Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin
10:04 Li Kuçukçekmeceyê avahî hilweşiya: Kesên di bin kavil de mane hene
09:44 Perwerdekar Zorlu: Mufredateke yekperest û zayenperest amade kirine
09:26 Kovara Jinê bi serenavê ‘Mêrtî û manîpulasyonê’ derket
09:15 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:05 Şerê taybet berê xwe daye zarokan
09:04 Endamên Grûp Yorûmê di greva birçîbûnê de ne
09:01 Der barê jinên ku di 8'ê Adarê de stran gotin de doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:01 Li 7 navendan dengdayîn dest pê kir
01/06/2024
22:08 Li Amsterdam û Hambûrgê çalakiyên li dijî tecrîdê
20:03 Li qursa Quranê tundî li zarokan hat kirin
17:17 Nobeta mexdûra erdhejê Done Kaya ket hefteya 5’emîn
16:56 DEM Partî li Periyê amadehiyên hilbijartinê temem kirin
16:50 Nobeda Edaletê di roja 119’an de ye: Dayika Emîne bûye hêviya gelê me
16:22 Ji Hîlwanê banga dawî: Werin em sibê xwedî li îradeya xwe derbikevin
16:00 Rapora binpêkirina mafan a girtîgehan: Di salekê de 24 hezar binpêkirin
15:36 GOÇ-ÎZDER’ê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:29 Li Wanê cerdevanek bi awayek guman mir
15:04 Hat xwestin girtiyên nexweş Kaya, Çam û Kuday bên berdan
14:29 Malbatên Windayan li aqûbeta rojnamevan û faîlên karsazên kurd pirsîn
14:04 400 karker û malbatên xwe ji xwarinê jehrî bûn
13:52 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 ferdên malbata Bulut bên dîtin
13:27 HRE bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên meha gulanê eşkere kir
13:10 Bafil Talabanî: Heke em bibin yek em dikarin mafên xwe mîsoger bikin
13:10 Buldan bersiva Çîller da: Hevjînê te li ser nivînê xwe mir ên me bi îşkenceyê
13:09 Mehmet Emîn Ersoy ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:15 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişên Tirkiyeyê li dijî hilbijartinê ye
11:53 Ji bo Anzeleyê çareseriya hevpar
11:38 DEM Partiyê xwest girtîgehên ‘Tîpa Bîrê’ bên girtin
11:14 ‘Mîrateya Mûhsîn Melîk hiştiye dê demokratîkbûnê xurt bike’
10:56 Salih Muslim: Tirkiye dixwaze hilbijartinên li Rojava bi êrişan sabote bike
10:13 Polîtîkaya AKP'ê ya ji bo zarokan: Zewicandina di temenê zarokatiyê de