NAVENDA NÛÇEYAN - Hate aşkerekirin ku dewleta tirk di êrişên xwe yên li dijî Herêma Kurdistanê yên 2 rojên dawî de 17 caran çekên qedexe bikaranîne.
Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên weke Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê û Garê yên Herêma Kurdistanê ji sala 2022’yan ve didomin. Di dema êrişan de dewleta tirk gelek caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexe bikaranîn.
Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên HPG’ê hate ragihandin ku di nava 2 rojên dawî de 17 caran çekên kîmyewî û qedexekirî hatine bikaranîn. Her wiha hate diyarkirin ku gelek herêm 24 caran ji aliyê balafirên şer ve hatine bombebarankirin.
Di heman nûçeyê de hate diyarkirin ku HPG’ê bi teknîkeke taybet 6 çalakî li dar xistine.