AMED - Tê payîn ku di danişîna doza cînayeta Tahîr Elçî de ku hemû daxwazên lêkolînkirina delîlan hatibû redkirin dê sibê biryar bê dayîn. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren wiha got: “Dosya ne di asta biryardayînê de ye. Heta ku guman ji holê neyên rakirin biryar nikare were dayîn.”
Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî dema di 28’ê mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çarling a li navçeya Sûr a Amedê daxuyanî dida hate qetilkirin. Tê payîn ku di danişîna dozê ya têkildarî cînayetê hatiye vekirin de dê sibê biryar bê dayîn. Di danişîna ku dê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin de polîs Sînan Tabûr, Fûat Tan û Mesût Sevgî ji ber sûcê “biqisûra qestî bûye sedemê mirinê” tên darizandin. Her wiha di dosyayê de tê xwestin ku bersûcê fîrarî Ûgûr Yakişir bi îdiaya “du polîs kuştine û xerakirina yekitiya dewletê” were cezakirin.
DELÎL NEHATIN KOMKIRIN Û QEYD HATIN JÊBIRIN!
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ê beriya danişîna biryarê têkildarî dozê ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re axivî, anî ziman ku di pêvajoya lêpirsîn û peyketinê de lêkolîneke bi bandor nehatiye kirin û wiha got: “Tevî 9 sal derbas bûn jî daxwazên me yên di mijara ronîkirina cînayetê de hatin paşguhkirin. Di 12’ê hezîranê de bi awayekî dê di dosyayê de biryar were dayîn. Lê dosya ne di asta dayîna biryarê de ye.”
Eren, anî ziman ku di dozê de delîla herî girîng berikê guleyê yê bûye sedema mirina Elçî ye û ev berik nehatiye peydakirin û wiha axivî: “Ev jî ji ber keşfa piştî bûyerê nehate kirin qewimî.” Eren, bi lêv kir ku qeydên kameraya kargeheke taybet ku cihê lê bûyer qewimî ye dibîne jî girîng in û da zanîn ku lê hatiye tespîtkirin ku ev qeyd xerabe ne. Eren, da zanîn ku dîsa dîmenên polîsên Şaxa Fotofîlmê yên têkildarî bûyera qewimî jî di dosyayê de nînin û ev yek jî kemasiyeke lêpirsîna hatiye kirine.
Eren di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Heke tenê dîmenên wê kêliyê nebin, helbet ev yek îxtîmala mudaxilekirina dîmenan zêde dike. Me li dadgehê anî ziman ku çima van cîhazan qeyd nekirine, heke qeyd kiribin jî mudaxile hatiye kirin an na. Di vê wateyê de em tînin ziman ku cînayeta Tahîr Elçî di asta biryardayînê de ye. Heta ku ev guman hemû ji holê neyên rakirin hûn nikarin biryarê bidin.”
‘DESTHILATÊ SOZA XWE NEGIRT’
Eren, bi lêv kir ku şandeya dadgehê daxwazên têkildarî lêkolînkirina delîlan qebûl nekirin û anî ziman ku têkildarî ronîkirina cînayetê di darazê de vînek nedîtine. Eren wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev di heman demê de tê wê wateyê ku destihalata siyasî jî di mijara ronîkirina cînayetê de vînek ne daniye holê. Em baş dizanin ku desthilatê û saziya siyasetê sozên xwe yên roja ewil a cînayetê dan negirtin. Gotinên Wezîrê Dadê û Serokwezîrên demê yên ‘Çi dibe bila bibe em ê vê cînayetê ronî bikin’ hebûn. Lê di asta em hatinê de em vê vînê nabînin. Dadgehê jî bi awayekî niyeta xwe ya girtina dosyayê aşkere kir.”
BEYANÊN ŞAHID ATAŞ
Eren, îşaret bi beyanên şahid Denîz Ataş ên cînayet tê xwestin bêxin stuyê PKK’ê kir û bi bîr xist ku gef li şahid Denîz Ataş hate xwarin û ji giliyên têkildarî mijarê derbarê dozgeran de kirin jî encam negirtin. Eren, axaftina xwe wiha domand: “Dadgehê têkildarî vê mijarê jî lêkolînên pêwîst nekirin. Lê li ser beyanên şahidekî an jî şahidekî veşartî bi dehan salan didin mirovan. Ev şahid di pêvajoyên pişt re ji ber ku berovajiyê îfadeyên xwe yên ewil beyan dan li girtîgehê zext lê hatin kirin û anî ziman ku kesên ku xwe weke ji midûriyeta polîsan û îstîxbaratê tên dan nasîn zext lê kirine. Li ser van geşedanan ji Girtîgeha Bolûyê sewqî girtîgeheke cuda hate kirin. Ev jî dide nîşandan ku asta lêpirsînê çiqas ne ji dil hatiye bi rêvebirin.”
ÇIMA DAVÛTOGLÛ NEHATE GUHDARKIRIN?
Eren, da zanîn ku di pêvajoya dozê de qeyda HTS’yan a hemû polîsan xwestine lê ev daxwaza wan jî nehate qebûlkirin û ev tişt gotin: “Serokwezîrê wê demê (Ahmet Davûtoglû) cînayet weke ‘sûîqasteke siyasî’ penase kir. Me di her firsendê de ji şandeya dadgehê re ev tişt got heke serokwezîr cînayetê weke ‘sûîqasta siyasî’ penase bike, ev yek tê vê wateyê; sûîqest çalakiyeke bi plan e. Li pişt van navenda hêzan, kesên biryarê didin û pêk tînin hene. Heke vê yekê Serokwezîr bibêje û hûn vî kesî neînin dadgehê û guhdar nekin, ev yek niyeta we ya di mijara ronînekirina cînayetê dide der. Lê dadgehê biryar da ku Davûtoglû were guhdarkirin. Berî ku mehek bimîne Davûtoglû were guhdarkirin, li ser daxwaza dozger, şande jinûve kom bû û biryara guhdarkirinê bi paş ve kişand. Ev tişteke ku li dadgehan em nebûne şahid e. Ev yek jî nîşan dide ku hin kes hin navendên hêzê di mijara guhdarkirina Ahmet Davûtoglû de aciz bûne. Çima nayê xwestin ku were guhdarkirin?”
PIRSGIRÊKA KURD Û BIRYARÊN DARAZÊ
Eren, destnîşan kir ku cînayeta Tahîr Elçî nikare bi tenê tiştên li kolana Mînareya Çarling were bisînorkirin û wiha pê de çû: “Tahîr Elçî piştî bernameya CNN Turkê, rastî kampanyaya lîncê hat, pişt re bi lez û bez Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîn da destpêkirin, biryara binçavkirinê, amadekirina îdianameyê ya di demekî kurt de ji mijarên ku dadgeh li ser bisekine ne. Lê mixabin di van mijaran de tu kirarî nehatin kirin.”
Eren, bal kişand ku dadgeh di dozên ku kurd bersûc in de cezayên giran didin lê dozên ku kurd mexdur in bi necezakirinê encam digirin û got: “Me ev di dosyayên weke Kemal Kûrkût, Ceylan Onkol, Ûgûr Kaymaz û gelek dosyayên din de dît. Mixabin ev polîtîkayeke dewletê ye.” Eren, anî ziman ku biryarên darazê rast e rast bi meseleya kurd ve têkildar in.”
BANG LI RÊXISTINÊN HIQÛQÊ HATE KIRIN
Eren, bi lêv kir ku têkildarî cînayetê li bendê ne ku di 12’ê hezîranê de biryar were dayîn. Eren, destnîşan kir ku heta îro piştevaniyeke xurt hatiye avakirin û dê di roja danişînê daxwazên xwe yên edaletê careke din biqîrin. Eren, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di doza Tahîr Elçî de dibe ku em îro bi vê pêkanîna darazê encamekê negirin lê em ê dîsa jî bi israr daxwazên xwe bînin ziman. Em ê vîna xwe û têkoşîna xwe di 12’ê hezîranê de dîsa bînin ziman. Ez rica dikim ku rêxistinên hiqûqê û hiqûqnas careke din di 12’ê hezîranê de li Amedê bin.”
MA / Mujdat Can