ENQERE - Hevdîtina di navbera Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel û Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan de, saet û nîvekê dewam kir.
Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan, piştî 18 salan serdana NAvenda Giştî ya CHP'ê kir. Erdogan li vir, hevdîtin bi Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel re kir. Hevdîtin saet û nîvekê dewam kir.
Cîgirê Serokatiya Giştî ya AKP'ê Mustafa Elîtaş bi Erdogan re hat Navenda Giştî ya CHP'ê. Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel û Parlementer Namik tan, Erdogan û Elîtaş pêşwazî kirin. Piştî ku Erdogan û Ozel li vir wêne girtin, derbasî odeya meqamê ya Ozel bûn.
Piştî hevdîtinê Erdogan ji Navenda Giştî ya CHP'ê derket.