ŞIRNEX - Li Şirnexê di nava 6 mehan de cara 20’emîn “herêma ewlehiya taybet” û qedexeya çalakî û xwepêşandanan hate ragihandin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Şirnexê Haşîm Togurlu diyar kir ku walîtî li dijî qanûnan tevdigere.
Bi hinceta “ewlehiyê” destûr nayê dayîn ku tu kes bikevin herêmên çiyayên Besta, Cûdî û Gabarê yên girêdayî navend û navçeyên Şirnexê. Walîtî her 15 rojan carekê herêmên behsa xeberê di bin navê “Herêmên ewlehiya taybet” qedexe dike. Li gel vê, bi awayekî hemwext qedexeya çalakî û xwepêşandanan tê ragihandin. Di nava 6 mehên dawî de 20 caran “Herêma ewlehiya taybet” û qedexeya çalakî û xwepêşandanan hate ragihandin. Şaredariya Silopiyayê bi boneya Roja Hawirdorê ya Cîhanê de xwest çalakiya komkirina gilêşî li dar bixe lê bi îdiaya “ewlehiyê” hate qedexekirin.
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê parêzer Haşim Togurlu têkildarî qedexeyan axivî.
'LI DIJÎ QANÛNAN TEVDIGERIN’
Togurlu, anî ziman ku qedexe bi îdiaya “ewlehiya cemaweriyê” tên ragihandin û ev tişt anî ziman: “Ji sala 2018’an ve anku roja derbasî Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê heta niha qedexeyên li herêmê zêdetir bûn. Li ser rêxistinên civaka sivîl zextekî giran heye. Li gel ku di qanûnan de tune ye, partiyên muxalîf nikarin derheqê îktîdarê de daxuyaniyekê bidin. Lê mixabin ne walî ne jî qeymeqam û hêzên ewlekariyê, tu ji wan li gorî van qedexeyan tevnagerin. Bi vî awayî derqanûnî tevdigerin. Ev jî encama guherandina hikûmetê ye.”
Di berdewamê de Togurlu anî ziman ku tevahiya çalakiyên rêxistinên girseyî yên demokratîk bi keyfî tên astengkirin û wiha got: “Bi van qedexeyan re destûra bingehîn tê binpêkirin. Di daxuyaniya walîtiyê dibêje ‘ji bilî çalakî û xwepêşadanên walîtî û qeymeqamtî guncav dibînin.’ Gelo walî guncavbûnê li gorî çi diyar dike? Li gorî destûra bingehîn her kes bêyî destûrê bigire dikare çalakiyên aştiyane li dar bixe. Bisînorkirina vê divê di çarçoveya qanûnan de be.”
'ŞAREDARÎ NAKEVIN BER BIRYARA QEDEXEYÊ’
Bi domdarî Togurlu bi bîr xist ku çalakiya komkirina gilêşî ya Şaredariya Silopiyayê hatiye qedexekirin û wiha pê de çû: “Biryarên qedexeyê yên walîtiyê, rojek beriya bertekên civakî derkevin holê yan jî rojek piştre tên dayîn. Dema biryara Doza Kobanê hêj nehatî ragihandin biryara qedexeyê dan. Bi temamî ji bo pêşîlêgirtina bertekên gel bû. Daxuyaniyeke herî biçûk a aştiyane jî tê qedexekirin. Bertekên demokratîk ên civakî rastî astengiyên dewletê tên. Çalakiya komkirina gilêşî jî bi hinceta ‘ewlehiyê’ tê qedexekirin. Tehemûla çalakiyeke ewqas aştiyane jî nekirin. Saziyên cemaweriyê û şaredarî li derveyî van biryarên qedexeyan ên walîtiyê ne.”
'FERQA WÊ JI OHAL’Ê TUNE YE’
Togurlu got ku bajar bi pergala Rewşa Awarte (OHAL) tê birêvebirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê li dijî vê pergalê têbikoşin. Bisînorkirina mafên bingehîn û azadiya bi awayekî spesîfîk dibe. Lê dema em li biryarên walîtiyên Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Amedê dinêrin, dibînin ku ev bi domdirêjî hatine kirin. Dema wiha zêde dirêj diajin, wê demê ferqa wê j OHAL’ê namîne. Gelo heke OHAL bûya dê çi ji rewşa niha cudatir bûya? Hemû sepanên niha sepanên OHAL’ê ne. Niha sepanên OHAL’ê di meriyetê de ne.”
MA / Zeynep Durgut