'Divê em ji bo girtiyan ji xewa giran şiyar bin'

  • rojane
  • 09:02 19 Hezîran 2024
  • |
img
WAN - Welatiyên tev li bernameya cejnê ya DEM Partiya Wanê bûne destnîşan kirin ku ew ji ber agahî negirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya boykotkirinê ya girtiyan cejnê bi xemgînî derbas dikin û gotin: “Divê em li dijî tecrîdê bêhtir deng derbixin.” 
 
Bi boneye Cejna Qurbanê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di avahiyê partiya xwe de 4 rojan wek bernameya cejnê li dar xist. Di bernameya cejnê de welatî û siyasetmedar cejna hev pîroz kirin û rojeva sereke ya hatiye axaftin jî pêkanîna azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya boykotê ya bi heman daxwazên tê domandin bû. 
 
Welatiyên tev li bernameya pîrozkirina cejnê bûne diyar kirin ku ew ji girtîgehan tu agahiyan nastînin, ji ber vê yekê gelek xemgîn in. Welatî da zanîn ku ji bo daxwazên girtiyan werin qebûlkirin divê raya giştî bêhtir hêz bide çalakiyan. 
 
Nûrî Çelîk destnîşan kir ku di serî de Abdullah Ocalan, hemû girtiyên siyasî tên tecrîdkirin û diyar kirin ku divê êdî ji bo gitiyan rabin ser piyan. 
 
‘DIVÊ EM JI BO GIRTIYAN DENG DERXIN’
 
Mehmet Salih Işik da zanîn ku Cejna Qurbanê ji bo civaka îslamê xwedî girîngîyekî ye. Işik bilêv kir ku heman cejn ji bo kurdan di xemgîniyê de derbas dibe û ev tişt gotin: “Bi awayekî derveyî mirovahiyê û bêhiqûqî bi ser girtiyan ve diçin. Tekane sedema ragirtina wan a girtîgehê daxwaza mafên xwe ye. Divê em li kolanan deng derbixin û tiştên tên kirin qebûl nekin.” Işik bi bîr xist ku agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: “Divê bi Ocalan re hevdîtin were kirin.” 
 
‘PIRSGIRÊK ÇARESER NEBIN TIRKIYE PÊŞ NAKEVE’
 
Abdulkerîm Kurdî da zanîn ku di ola îslamê de feraseta ku “tu ji xwe re çi dixwazi, ji bo cîranê xwe jî bixwaze” serwer e û xwest kurd jî wekî hemû gelan xwedî mafên xwe bin. Kûrdî axaftina xwe wiha domand: “Hevalên me bi awayekî bêhiqûqî di hundir de ne. Ji ber hevalên me ne li cem me ne, em coşa cejnê najîn. Em xemgîn in ku girtî ji ber çalakiya xwe bi malbatên xwe re dernakevin hevdîtinê û telofonê nakin. Lê belê heya ku ev pirsgirêk neyên çareserkirin li Tirkiyeyê tu pêşketin çênabin, dê aramî jî neyê.”  
 
BI SER GIRÎNGIYA YEKITIYÊ SEKINÎ
 
Şemsettîn Yilmaz jî wiha axivî: “Heke îro tecrîd domdar be ev yek ji pêkneanîna yekitiya kurdan dibe. Tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên jî dîsa jî ji pêkneanîna yekitiyê ye. Bi qasî ku kurd yekitiya xwe pêk neînin dê tecrîd berdewam bike, dê qeyûm li şaredariyan werin tayînkirin. Lewma wekî berxwedanekî ya Wanê pêwîst e.” 
 
‘DIVÊ JI XEWA GIRAN ŞIYAR BIN’
 
Macîde jî got ku di girtîgehan de bi hezaran girtî ji ber ji Abdullah Ocalan agahî nayê girtin cejnê pîroz nakin ev tişt gotin: “Cejn bi xemgîniyê derbas dibin. Ji me re cejn nîn e. Birêz Ocalan û zarokên me dîl tên girtin. Bi salan e em ji birêz Ocalan tu agahiyan nagirin. Bi qasî ku serokatî azad nebe dê gelê kurd jî azad nebe. Girtî ji bo balê bikêşin ser rewşa birêz Ocalan dernakevin hevdîtin û telefonê, bertekên xwe nîşan didin. Em jî di malên xwe de rûniştine û bi qasî hewce dike bertekên xwe nîşan nadin. Ev yek kêmasiya me ye. Hewce ye em xwedî li hemû girtiyan derkevin. Êdî divê kurd ji xewa giran şiyar bin. Em xwedî li Serokê xwe derkevin. Bi qasî ku Serokê me azad nebe ne zarokên me ne jî em ê azad nebin.”
 
 
 
 

Sernavên din

22/06/2024
11:16 Wezareta Karên Navxweyî: Me sedema şewatê tespît nekir
11:10 Li Hîlwanê du malbatan li hev xist: 3 mirî 4 birîndar
10:47 Hejmara miriyên şewatê gihîşt 14 kesan
10:36 Cenazeyê Erdemcî di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:32 Guneş: Leşkeran rêya diçû herêma şewatê girtibûn hawar negihîşt wir
09:18 Ji CHP'ê banga mitînga 'em ê rê nedin qeyûm': Em dikarin bi têkoşîna hevpar ji heq wê derên
09:05 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:04 'Heya tecrîd ranebe em ê têbikoşin'
09:02 Li nexweşxaneya bajêr îdiaya 'destavêtinê'
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Zeynep Ozkan a li Mawayê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
08:16 Şewata li herêma Omeriyan hat vemirandin
08:03 Hejmara miriyên şewata Çinarê û Şemrexê gihîşt 13 kesan
21/06/2024
23:59 Navê kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
23:59 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 12
23:11 Nobetên li ber şaredariyan didomin
20:24 Cenazeyên kesên ku li Mawayê jiyana xwe ji dest dan ji nexweşxaneyê hatin girtin
20:15 4 welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
20:06 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Heya tecrîd ranebe wê têkoşîn bidome
18:22 Rêveberê DEM Partiyê yê Gimgimê jiyana xwe ji dest da
18:17 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
16:09 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 11 kes
15:50 Hasan Demîr ê di şewatê de birîndar bûbû wefat kir
15:47 Şewata li Artûklû û Şemrexê hat kontrolkirin
15:39 Berdana girtiyê 30 salî 9 meh hat taloqkirin
15:18 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 6 kes hatin berdan
14:34 Şeniyên gundê Tobiniya şewitî: Sedema şewatê DEDAŞ û qereqol in
14:29 Têkildarî şewatê lêpirsîn hat destpêkirin
14:23 Li Erxeniyê zeviyên çandiniyê şewitîn
13:53 Ji bo tedawiya sewalên birîndar bang li beytaran hat kirin
13:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û şer berdewam dike
13:19 Şewat li qada 66 kîlometre belav bûye
13:18 Şahidê şewatê: Heke zû mudaxile bihata kirin wê ewqas mirov nemirina
12:29 DEM Partî: Carek din desthilatdarî û dewlet ne li cem gel bû
11:48 Baroya Amedê têkildarî şewatê gilî kir
11:29 Girtiyê ku zor lê hat kirin qenata xwe ya der barê Ocalan de eşkere bike berdana wî hat taloqkirin
10:53 Rewşa dawî: Şewat vemirî, xebatên sarkirinê didomin
10:15 Bîlançoya şewatê: 5 mirî, 10 jê giran 44 kes birîndar bûne
09:41 'Heta azadiya Ocalan em li qadan in'
09:40 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:03 2 welatiyên di şewatê de mirin hatin veşartin
09:02 Li Cizîrê di nava 4 mehan de 6 jin hatin qetilkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:45 Şewatê heta serê sibehê berdewam kir: Rayedar şeveqê hatin cihê bûyerê
07:58 Li Çinarê û Şemrexê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
02:32 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêveberiya krîzê ava kir
00:42 Şewata ku li Şemrexê çêbû gihaşt jîngehan: Mirî û birîndar hene
20/06/2024
22:32 Berxwedan didome: Em ê rê nedin xespê
21:22 Li Wanê çalakiya nobedê hat destpêkirin
20:59 Înîsyatîfa Malbatên Pirûsê: Em dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin
20:24 Wê ji bo Pîroglû şandeyek biçe Sirbistanê
17:22 6 roj in tu agahî ji Emînî nayê girtin
16:31 Li Peravên Kanaryayê cenazeyê 5 koçberan hat dîtin
16:21 Operasyona li Çiyayê Agiriyê didome
16:13 Bi girseyî serdana Ozhanê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket hat kirin
15:57 Îşkence li 4 ciwanên ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin hat kirin
15:53 Çiyayê Mensûrê hat bombebarankirin
15:50 Li Geverê jinek hat kuştin
14:11 Dola Qeşûrayê hat qedexekirin
13:51 'Nayê qebûlkirin ku li ser jiyana penaberan bazarî bê kirin'
13:15 Li Amedê trên li wesayîtekê qelibî: 2 kes birîndar bûn
13:10 Li Qabilcewazê mirineke biguman
13:05 Banga ji bo 'Em rê nadin qeyûm': Roj roja bilindkirina têkoşîna yekbûyî ye
12:02 Karkerê sondajê di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da
11:55 Bîlançoya 5 rojên betlaneya cejnê: 36 mirî, 6 hezar birîndar
11:27 'Wezîrê Dadê ji bo çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan tu dîrok neda’
09:25 Li dijî qeyûm nobedê digirin: Em ê bêdeng nemînin
09:09 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:06 Xizaniya jinan a li Sûrê wekî pirtûk hat çapkirin
09:03 Girtiyê nexweş Han jiyana xwe ji dest da
09:00 Rojnameger Zagros:PDK'ê ji Şemzînanê heta Avaşînê leşkerên tirk bicihkirine
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2024'AN
19/06/2024
23:05 Çalakiyên nobedê di roja 16'an de ne
22:55 Li Mawayê şer: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
22:50 Binarê Qendîl dîsa hat bombekirin
22:28 Li 3 bajarên Swîsreyê bi sedan name ji CPT'yê re hatin şandin
16:49 Welatî û siyasetmedaran li Şaredariya Wanê cejna hev piroz kirin
16:33 Li Stenbolê mitînga li dijî qeyûm dê bê lidarxistin
15:42 Li Çiyayê Araratê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:30 Rûsyayê û Koreya Bakur 'peymana parastinê' îmze kirin
15:18 Dadgerê ku krîza mazbataya Wanê derxist hat terfîkirin
15:00 Li Çiyayê Mawa piştî operasyona leşkerî şer qewimî
14:46 Koçyîgît: Çi dibe bila bibe teqez em ê bi ser bikevin
14:21 Şewata li Çiyayê Metîna berdewam dike
12:37 Prof. Lemkow: Divê Ocalan azad bibe
12:31 Tedawiya Noam Chomsky dê li malê bê domandin
10:50 Li Mekkeyê herî kêm 577 hecî mirin
10:32 Li Stenbolê pankarta ‘bicehime qeyûm’ bi keştiyê ve daliqandin
10:27 Konseya Ewropayê: Bila Demîrtaş û Kavala bên berdan
10:27 Ji jinan kampanya ‘Derzîkirina HPV’ê ya belaş’
09:25 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:14 Binpêkirinên mafan ji zarokan re mirin û travmayê tîne
09:08 ‘Kanê ew cejnên berê’
09:02 'Divê em ji bo girtiyan ji xewa giran şiyar bin'
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2024'AN
18/06/2024
23:58 ‘Noam Chomsky jiyana xwe ji dest neda'
22:59 Berxwedana li dijî qeyûm didome
21:45 Li Binarê Qendîlê piştî bombebaranê şewat derket
21:30 Jinên Femînîst texrîbatên qeyûman vegotin
19:53 Hûnermend Erîncîn: Qeyûm darbeya li dijî mafê bijartin û hilbijirînê ye