MÊRSÎN - Endamê HPG’ê Şakîr Erdemcî yê di şerê li Çiyayê Mawa de jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Guneykentê ya Mêrsînê di dorpêça polîsan de hat veşartin.
Endamê HPG’ê Şakîr Erdemcî 18'ê hezîranê di şerê li Çiyayê Mawa ya li navçeya Heskîfa Êlihê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê duh cenazeyê lawê xwe teşhîs kir û ji Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê wergirt û bir Mêrsînê. Cenaze di dorpêça polîsan de hat veşartin. Tenê destûra 4 ferdên malbatê hat dayîn ku beşdarî merasîmê bibin. Cenaze di dorpêçê de li Goristana Guneykentê ya li navçeya Toroslara Mêrsînê hat veşartin.