‘Vîna gelê Colemêrgê em in û em li vir in’

  • rojane
  • 09:02 25 Hezîran 2024
  • |
img
COLEMÊRG - Endamê Meclisa Şaredariya Colemêrgê Şaban Alkan qeyûm weke pergala talan û diziyê pênase kir û got: “Em vîna gelê Colemêrgê ne û li vir in.” Hevşaredar Viyan Tekçe jî li dijî qeyûm banga hevgirtinê kir. 
 
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di 3’yê hezîranê de hate binçavkirin û Wezareta Karên Hundir li şûna wî qeyûm tayîn kir. Akiş ji dosyayeke 10 sal berê hat darizandin û dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê hefsê lê birî. Bi biryara tayînkirina qeyûm re li Colemêrgê û seranserî bajarên Kurdistanê û li gelek bajarên Tirkiyeyê çalakî û xwepêşandan dest pê kirin. Xelkê bajar qeyûm red kir û nerazîbûna wan hêj didome. Li dijî tayînkirina qeyûm ku biryareke derqanûnî ye, endamên Meclisa Şaredariya Colemêrgê jî civiyan û Hevşaredar Viyan Tekçe weke serokwekîla şaredariyê hilbijart. 
 
Hevşaredara Colemêrgê û Serokwekîla Şaredar Viyan Tekçe û endamê Meclisa Şaredariya Colemêrgê Şaban Alkan têkildarî tayînkirina qeyûm ji ajansa me re axivîn. 
 
‘EM QEYÛM NAS NAKIN’
 
Hevşaredar Viyan Tekçe diyar kir ku weke endamên Meclisa Şaredariyê ew di çarçoveya destûra bingehîn de lihev civiyane û serokwekîl hilbijartine. Tekçe, anî ziman ku weke Meclisa Şaredariyê dê xebatên xwe bi awayekî çalak bidomînin û wiha got: “Em qeyûm nas nakin. Şaredarî tenê avahiyeke. Ya esasî xizmet e. Heta hilbijartineke din em ê bi qasî ji dest tê xizmeta gelê xwe bikin. Em ê li gel guhdarî bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin. Em xwe ji qadan paşve nakêşin û em ê weke her carê li cem gelê xwe bin.”
 
BANGA PIŞTGIRIYÊ KIR
 
Bi domdarî Tekçe destnîşan kir ku ew dê bi hevkariya şaredariyên DEM Partiyî xizmetên xwe bidomînin. Di berdewamê de Tekçe diyar kir ku dê ji bo jin û ciwanan organîzasyonên çand û hunerî li dar bixin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em di nava van 5 salan de dest ji çalakî û xebatên xwe bernedin û divê em li qadan çalak bin. Heke em vê serdemê jî bêdeng bimînin dê ev feraseta qeyûm bidome. Divê em bi disiplîn bixebitin û çalakiyên xwe bidomînin. Em bang li hemû gelan dikin ku li cem me cih bigirin û tev li xebatan bibin. Em destên hev çiqas xurt bigirin dê li dijî polîtîkayên qeyûm ewqas bihêztir bin.” 
 
‘EM XWE JI XIZMETÊ NADIN PAŞ’
 
Endamê Meclisa Şaredariyê Şaban Alkan jî got ku ji bo wan kar û xebat ne girêdayî avahiya şaredariyê ye. Alkan, anî ziman ku ew ji bo 5 salan xizmeta gel bikin hatine hilbijartin û mazbataya xwe ji gel girtine. Alkan, destnîşan kir ku ew dê kar û xebatên xwe bimeşînin û wiha pê de çû: “Me serokwekîla şaredariyê li gorî qanûnan hilbijart. Em jî endamên meclisa şaredariyê ne û em ê xizmeta gelê xwe bikin. Em ê gelek xebatên çandî, civakî, ekolojîk hwd. bikin û dê xwe ji çi xizmetan nedin paş.”
 
Alkan, diyar kir ku ew qeyûm nas nakin û qeyûm weke pergala xerabkirin, talan, dizî, xespkirina vîna gel û dîktatoriyê pênase kir. Alkan, axaftina xwe wiha qedand: “Şaredarî saziyeke gel e, ne girêdayî walî ye. Ev 22 sal in desthilatê nekarî şaredariya me bi rêya demokrasiyê bi dest bixe. Niha bi rêya qeyûm desteser dike. Lewma em qeyûm nas nakin û vîna gel esas digirin. Vîna gel jî em in û em li vir in. Em ê tekoşîna xwe bimeşînin. Em naxwazin çavkaniyên Colemêrgê ji bo endamên AKP’ê û mitehitên AKP’î bên xerckirin.” 
 

Sernavên din

26/06/2024
22:03 Ji Leyla Guvenê ji bo Îmraliyê ji 16 balyozxaneyan re name
21:59 Li Cenevreyê li dijî tecrîdê meş
18:57 Der barê 9 ciwanan de biryara tehliyekirinê
18:54 Di Doza Komkujiya Garê de biryar nehat dayîn
18:31 Li Cizîrê ji ber trafo şewat çêbû
16:58 Doza 10’ê Cotmehê: Heke komkujî neyên ronîkirin teqez têkiliya wê bi dewletê re heye
16:54 OHD: Di girtîgehên li Herêma Marmarayê de tecrît û tundî zêde bû
16:42 Di navbera Kercews û Mîdyadê şewat derket
16:28 ‘Qeyûmê veşarî’ dê li ser kursiya walîtiyê ya bajar rûnê!
16:15 Ji bo qanûna qeyûm were betalkirin pêşniyazqanûn pêşkeşkirin
15:52 Dîroka hilbijartina Başûrê Kurdistanê diyar bû
15:21 Li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘rojên gel’ dest pê dike
15:08 Şêniyê gund AKP’î û walî derewand: Gotinên min li gorî xwe wergerandine
15:06 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Balûken birîn
14:52 Di daristana li Çermûgê de şewat derket
14:36 Tevî astengkirinan jî li pêşiya Wezareta Dadê bang kirin
14:20 Li ser giliyê polîsê doz li Emîne Şenyaşar hate vekirin
14:14 Doza Komkujiya Garê: Hevkara komkujiyê AKP ye
14:09 Şewatekî din a ji xetên ceyranê derketiye ji hêla kamerayan ve hate qeydkirin
13:25 Bû 4 roj ji Afşîn a 15 salî agahî nayên girtin
13:24 Artêşa tirk û komên paramîlîter li Efrînê 6 kes revandin
13:24 Di 12’ê Îlonê de îşkence dît: Îro jî tiştek neguheriye
12:43 Di salên 2023-2024’an de ji ber îşkenceyê bi hezaran serlêdan hatin kirin
12:32 Di doza Komkujiya Garê de roja biryarê: Parêzeran cibeyên xwe derxistin
12:28 Dayika jina hate qetilkirin: Tevî giliyan hate berdan
12:07 NATO’yê sekreterê xwe yê nû diyar kir
12:02 Şaredariyê îdiayên Ensarîoglû derewand
11:56 Dr. Ekîncî: Heke beşên şewitînê hebûna ewqas kes nedimirin
11:41 Ji bo mitînga li dijî qeyûm dê beşdarvan ji 39 navçeyan bi wesayîtan bên veguhestin
11:29 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:28 Di doza GOÇÎZDER’ê de cara duyemîn rapora MASAK’ê hat xwestin
11:04 Turkoglû: Dixwazin ji bo kujerên jinan efûyê derxînin
10:55 Di hevdîtina xizmên girtiyan û Wezîrê Edalatê de çi hate axaftin?
10:54 Mirina biguman bi gotina ‘psîkolojiya wî xerab e’ veşartin
10:39 Li Sêrtê Dîlan S. ya 27 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
10:33 Ahmet Turk: Em li sê wezaretan geriyan gotin ‘helîkoptera me ya bi şev dibîne nîne’
09:59 Hevserokê Şaxa EMO’ya Amedê: DEDAŞ hişyariyên me piştguh kir
09:45 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Cenazeyên Temel û Sala hatin definkirin
09:15 Li Wanê hejmara kesên tiryakê bi kar tînin nayê zanîn: Emniyet û Wezareta Dadê daneyan parve nakin
09:05 Li ser rêya TEM’ê rêzeqeza: Birîndar hene
09:03 Canpolat: Heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakî bidomin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:59 Li Kanîreşê erdhej çêbû
25/06/2024
21:42 Rapor berpêşî Tûnçê ku tecrîdê red kir kirin
21:38 Huda Kaya hat tahliyekirin
19:39 Li Xarpêtê jinek hat qetilkirin
18:12 Li Colemêrgê nobeta li dijî desteserkirina vîna gel
17:31 Ekolojîst li herêma şewatê ne: Têkoşîna ekolojiyê bivênevê ye
17:17 Doza êrişa zayendî: Dozgerê nû ceza xwest
17:05 Kazim Koyûncû hate bîranîn: Xwest em xwedî li jiyana xwişk û biratiyê derkevin
16:54 Di salvegera 'Nobeda Azadiyê' de ji bo Îmraliyê banga navneteweyî hat kirin
16:16 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Şewat ji têlên ceyranê derket!
16:14 Şêniyên Kelekê bertaka ‘dewlet tunebû’ nîşanî şandeya AKP’ê dan
16:09 Li Wanê keviyên berfê yên li ser rêyan hatin paqijkirin
15:59 Li Xezeyê zêdetirî 200 xebatkarên alîkariya mirovî hatine kuştin
15:47 DEM Partiyê belavokên mitînga ‘li dijî qeyûm’ belav kirin
15:42 Ozel: Rapor nîşan didin ku şewat ji ber xemsariya DEDAŞ’ê derketiye
15:36 Jinan bertek nîşanî komkujiyan dan: Berpirsyar îktîdara AKP-MHP’ê ye
15:28 Wesayîta karkeran qeza kir: 3 jê bi giranî 8 kes birîndar bûn
15:21 Daxwaza girtina keyayê bi îstîsmarkirina zarokê tê sûcdarkirin hat redkirin
15:20 ÎHD’ê ji bo mafên penaberan pêşniyarên çareseriyê yên lezgîn pêşkeş kirin
15:17 Cenazeyê Dag a li Kercewsê jiyana xwe ji dest dabû li nexweşxaneyê tê sekinandin
14:29 Rojnamevan Sezgîn Kartal beraet kir
14:17 Li Girtîgehên Sûlûca û Alanyayê binpêkirinên mafan
14:05 Di agirkujiya DBB’ê de rewşa seferberiyê: Destûr hatin betalkirin
13:26 Serokê CPT’ê yê berê Palma: Divê ji bo Ocalan bikevin nava hewldanan
13:18 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:52 Bahçelî li Meclisê aciz bû
12:43 Bakirhan: Berpirsiyarê sereke yê felaketa şewatê DEDAŞ e
12:30 Dermankirina sewalên birîndar didome
12:26 Bahçeliyê nedikariya xwe li ser pêyan bigire êrişî Baroya Amedê kir
12:26 Danişîna rojnamevan Kaya hat taloqkirin
12:16 Duyemîn Doza Kobanê dest pê kir: Em bi tenê jî bimînin dê derewan nekin
12:04 DTSO’yê ji waliyê Amedê re got: Em heqê xwe li te helal nakin
12:00 Hevşaredar Bucak: Qeyûm ji bûdçeya agirkujiyê 8 milyon TL şandiye
11:31 Delalê pîrik û dayika xwe: Şêxmûsê mino
10:47 Pankarta ‘qeyûm bicehime’ bi Kuleya Galatayê ve kirin
10:42 Li ‘Biaxive, tu ji ku yî’ doz hate vekirin: Bikaranîna deng hatiya astengkirin!
10:39 Rojnamevan Oremar: Li Îranê kurd dê neçin ser sindoqan
10:12 Hatîmogûllari: AKP’ê ji bo ku nekarî bi kurdan serî bide tewandin ev doz vekir
09:55 Serokê DTSO’yê Kaya: Em ê nehêlin ku aramiya bajarê me were xerakirin
09:35 Limîta kişandina pereyan a ji ATM'ê hate zêdekirin
09:31 Hinceta cezayê ku li rojnamevanan hat birîn: Bi nûçeyan moral geş kirine!
09:25 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:12 Ji nûnerên sendîkayan banga mitînga Kartalê
09:11 Rewşenbîrên kurd: Armanca qeyûman nenaskirina hebûna kurdan e
09:05 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê di meha 40'emîn de ye
09:02 ‘Vîna gelê Colemêrgê em in û em li vir in’
09:01 Li Gabarê hewşa malê veguherandin qereqolê!
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:53 Tirkiye leşkeran sewqî Amediyeyê dike
08:52 Li Manîsayê bi pileya 5.0’ê erdhej çêbû
24/06/2024
23:43 Di nobeta Stenbolê de bal kişandin ser şewatên li Amed û Mêrdînê
22:15 'Wê qeyûm û desthilat tev de biçin'
20:11 Şandeya CHP’ê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir
16:42 Li ber girtîgehan bang kirin: Tecrîd yekane astengiya li pêşiya aştiyê ye
16:41 DEM Partiyê ji bo şewata Amed-Mêrdînê pêşniyaza ‘herêma karesatê’ kir
16:32 397 êzidî vegeriyan Şengalê
16:25 Seroka daîreyê ya qeyûm tayînî Midûriyeta Bajar a ÎŞKUR’ê hat kirin