WAN - Tevî ku bi ser karesata kelekê ya ku 61 kesan jiyana xwe ji dest da re 4 sal derbas bûn jî penaber hêj bi heman rewşê re rûbirû dimînin. Endamê ÎHD’ê Hamdî Bayhan wiha got: “Rêwitiya ber bi hêviya ve veguherî trajediyê.
Di 27’ê hezîrana 2020’an de li Gola Wanê kelekek noqî avê bûbû û yek jê zarok 61 penaberan tê de jiyana xwe ji dest dabû. Bi ser vê karesatê re 4 sal derbas bûn. Keleka ku ji gundê Kanzax ê navçeya Westan a Wanê ji rê derket, li dora Girava Çarpanak a li Taxa Zirabeyê noqî avê bû. Noqîbûna avê ya keştiyê jî piştî ku yek ji qaptanê kelekê Medenî Akbaş bi avjeniyê gihişt qeraxê û hate girtin derket holê. Di çarçoveya agahiyên ku Akbaş dan de li Gola Wanê lêgerîn hate destpêkirin û kelek piştî 11 rojan 107 mîtro di biniya golê de hate dîtin. Piştî çend rojan cenazeyê yek jê zarok 61 penaberan derxistin qeraxê.
XWEDIYÊ KELEKÊ HÊJ NEHATIYE DÎTIN
Serdozgeriya Komarê ya Wanê têkildarî bûyerê 6 jê girtî derbarê 35 gumanbaran de bi sûcên “Qaçaxçitiya penaberan a bi bandor” û “Bi zanebûn bûyîna sedema mirina gelek kesan” lêpirsîn da destpêkirin. Piştî ku 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê îdianame qebûl kir, darizandinê dest pê kir. Di 3’yê gulana 2021’an de ku doz berdewam dikir, derbarê Bûrhan Ç., Mehmet Ç., Serdar O., Serkan O. û Soner K. de bi hinceta “girtina demdirêj” biryara berdanê hate dayîn. Doz di 26’ê cotmeha 2022’yan de encam girt. Di danişîna dozê de derbarê Medenî Akbaş ê girtî dihat darizandin de ji ber sedembûna mirina her 60 kesan 60 caran 16 sal û 8 meh, ji bo zarokê ku jiyana xwe ji dest daye 25 sal, ji ber “qaçaxiya penaberan” 8 sal bi giştî hezar û 33 sal ceza hate birîn. Di dozê de derbarê 10 kesên din ên di heman dozê de negirtî dihatin darizandin de biryara beraetê hate dayîn. Dosyaya qaptanê din ê kelekê Servet Akbaş ku dema bûyerê de di kelekê de bû heta niha nehate tespîtkirin ka li ku derê ye jî hate veqetandin.
Endamê Komîsyona Penaberan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Hamdî Bayhan di salvegera karesata tekneyê de qala pirsgirêkên ku penaber dijîn kir.
‘RÊYA HEVIYÊ VEDIGUHERE TRAJEDIYÊ’
Bayhan, anî ziman ku Wan yekane bajarê ku bi Îranê re sînorekî wê yê dirêj heye ye û bi lêv kir ku penaberên li ser xeta koçberiyê ya Efxanistan û Pakistanê tên vî sînorî bikartînin. Bayhan, îşaret kir ku deriyê koçê yê ji rojhilat ber bi Tirkiyeyê ve Wan e û wiha got: “Mirov ji bajarên xwe axa xwe û nasnameya xwe bi keyfî naqetin. Gelek ji wan ji ber şer, ji ber zilmê, qismekî wan jî ji ber sedemên aboriyê koç dikin. Dema ji vê zext û zilmê direvin di rêya koçê de bi zilmên cuda re rûbirû dimînin. Gelek ji penaberan di rêya koçê de tên tacîzkirin, tecawizkirin, şelandin û îşkencekirin. Têkildarî vê gelek raporên me hene. Di sala 2019’an de 25 kesên li Elbakê ji ber sir û seqemê jiyana xwe ji dest dan hatin tespîtkirin. Ev tenê yên ku me karîn tespît bikin in. Pişt re li Seray û Qelqeliyê bi sedan penaberên ku sewalan laşê wan xwarî hatin tespîtkirin. Dîsa penaberên ku qaçaxvanên mirovan tecawizê wan dikin jî hene. Bi rastî rêwitiya koçê ya bi hêviyê dest pê dike, bi trajediyên bi êş û xemgînî didome.
‘PEYMANA QEBÛLKIRINA BI PAŞ VE LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN E’
Bayhan, diyar kir ku gelek ji penaberên ku tên Wanê li Wanê namînin û da zanîn ku penaber Wanê weke “bajarê îstasyon” bikartînin û zêdetir diçin bajarên Tirkiyeyê ku şert û mercên kar lê zêdetir in. Bayhan axaftina xwe wiha domand: “Di hevdîtinên ku me bi 58 penaberan re kirin de penaber dixwazin derbasî herêmeke ewle ya 3’yemîn bibin. Tam jî li vir pirsgirêk dest pê dikin; rewşeke ku mafên bi Peymana Cenevreyê ya di sala 1951’an de hatine ewlekirin ji aliyê welatên alîgir ve nayên qebûlkirin heye. Penaber niha nikarin mafên xwe yên îltîcayê bikarbînin. Ligel Tirkiyeyê û gelek welatên din peyaman qebûlkirina bi paşve tê kirin û ev jî li dijî Peymana Cenevreyê ye.”
‘DARIZANDINEKE ADIL ÇÊNEBÛ’
Bayhan, bi lêv kir ku qaçaxvanên mirovan li gel hin leşkeran ji bo ku penaberan ji sînor derbas bikin pere digirin û ev tişt gotin: “Heta ku kesên rayedar nebin zehmet e ku ji wan sînoran derbas bibin. Li vir beriya 4 salan kelekek noqî avê bû û yek jê zarok 61 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dihate gotin ku di kelekê de sedan zêdetir mirov hebûn. Di dosyayê de kesekê ceza wergirt û 10 kesan ji dosyayê beraet kir. Lê heke ev pêvajo hatibûya şopandin li ser pirsên ‘Ev penaber çawa hatin wir? Kî bûn navbeynkar û kî ji vê rantê sûd wergirtin?’ hatibû sekinandin da personelên dewletê yên li vir qisûreke wan hebûya jî hatibûna darizandin. Li gorî îdiayeke din jî tê gotin ku kesê ceza wergirtiye ew kar nekiriye, bi wî dane kirin. An ku kesek bi tenê nikare vî karî bike û ev dosya derxistin paqijiyê û hate beraetkirin. Helbet di vê dozê de darizandineke adil çênebû.”
‘MAFÊN XWE NIZANIN’
Bayhan, destnîşan kir ku divê kesên di qada mafên penaberan de dixebitin mafên penaberan ji wan re vebêjin û bi lêv kir ku ji ber penaber mafên xwe nizandin îşkence li wan tê kirin. Bayhan, anî ziman ku di vî alî de divê qadên perwerdehiyê ku penaber bikarin mafên xwe jê bizanin bên vekirin û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Em dikarin bi zanebûnê penaberan ji vê rewşa îşkenceyê derxînin. Ji bo ku penaber mafên xwe nizanin nikarin îltîca jî bikin. Nikarin bûyerên bi serê wan hatî ji merciyên pêwîst re bibêjin. Mafê penaberan ên mirovî û hemwelatîbûna cîhanê hene. Ji ber vê yekê divê em mafên wan paşguh nekin û wiha tevbigerin.”