STENBOL - Di danişîna doza rojnameya Ozgur Gundemê de biryar hat dayîn ku fermana girtina siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle berdewam bike. Danişîn hat taloqkirin.
Danişînên doza rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryara di Hukmê Qanûnê (KHK) hatibû girtin, berdewam dikin. Midûrê Bepirsiyarê Karên Nivîsê ya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya û siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle ji doza rojnameyê bi îdiayên, “Biçûkxistina dewlet, hikumetê û organên wê” û “biçûkxistina meclisê” tên darizandin. Danişîna 27’emîn a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Parêzeran hincetên xwe nîşandan û beşdarî danişînê nebûn.
Danişîn bi ser dosyeyê re hat lidarxistin. Şandeya dadgehê biryar da ku fermana girtina Hatîp Dîcle berdewam bike û danişînê taloqî 16’ê çileya 2025’an kir.