STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku diyar kir ku cezayê îdamê yê di 29’ê hezîrana 1999’an de li Abdullah Ocalan hatiye birîn, îro bi tecrîda mutleq hewl tê dayîn bê bicihanîn û got: “Bila qasî ku bixwazin bila wî tecrîd bikin, birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye, bi milyonan ji bo azadiya Ocalan li ser piyan e.”
Di nava têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de dîrokeke girîng jî 29’ê hezîranê ye. Yek ji pêşengên berxwedana gelê kurd Şêx Seîd di 29’ê hezîrana 1925’an de hate darvekirin. Li dijî înkara gelê kurd ên di nava damezrandina Komara Tirkiyeyê û bi nasnameya xwe jî di nava Meclisa ewil de cih girtin di 13’ê sibata 1925’an de berxwedanek hate destpêkirin. Ji pêşengên berxwedanê Şêx Seîd û 46 hevalên wî piştî hatin dîlgirtin di 29’ê hezîrana 1925’an de li Amedê hatin darvekirin.
Di danişîna biryarê ya di 29’ê hezîranê de hate lidarxistin de derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê bi komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an radestî Tirkiyeyê hate kirin û li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin de cezayê darvekirinê hate dayîn.
Hevserokê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek têkildarî peyamên li pişt cezayê darvekirinê yê di roja Şêx Seîd hatiye darvekirin de li Abdullah Ocalan hatiye birîn û armancên polîtîkaya tecrîdê ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
WATEYA 29’Ê HEZÎRANÊ
Cengîz Çîçek ê diyar kir ku cezayê darvekirinê yê di 25’ê Hezîrana 1925’an de ku Şêx Seîd hate darvekirin li Abdullah Ocalan hate birîn di nava xwe de gelek peyaman dihewîne, bi lêv kir ku ev dîrok ji bo feraseta netew dewletê ya tirk di nava xwe de wateyeke taybet dihewîne û wiha got: “Ya rast darvekirina Şêx Seîd û birîna cezayê darvekirinê ya li birêz Ocalan nîşaneya wê yekê ye ku netewe-dewleta tirk bi çi rengî nêzî têkoşîna azadî û statuyê ya gelê kurd a sedsalê bûye.”
Çîçek, da zanîn ku Abdullah Ocalan di hevdîtinên parêzeran ên serdemên berê de nirxandibû ku cezayê darvekirinê yê di roja ku Şêx Seîd darvekirin de li wî hatiye birîn ne tesaduf e û wiha got: “Birêz Ocalan beriya çend salan bi rêya parêzerên xwe re ji bo sala 1925’an gotibû ku ‘Roja ku Şêx Seîd hat darvekirin û roja ku cezayê darvekirinê li min birîn, di rastiyê de nîşaneya nêzîkatiya dîrokî ya netewe-dewleta tirk a li têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Sala 1925’an ne tenê destpêka serhildanê ye, di heman demê de destpêka komplo, xiyanet û qirkirinê ye jî’ Komploya li dijî kê? Li dijî gelê kurd. Xiyaneta di nava gelê kurd de parçebûna wan. Qirkirina li dijî kê? Di kesayeta Şêx Seîd û Ocalan de li gelê kurd bixwe. Peyama cezayê darvekirinê ya di kesayeta Şêx Seîd û birêz Ocalan de di 29’ê hezîranê de hatiye dayîn ev bû ‘Ne tenê kurdên li Tirkiyeyê dijîn li dijî hemû kurdên li 4 parçeyên Kurdistanê û cîhanê dijîn qirkirinê bidomînin û israra di tesfiyekirinê de bû.’”
‘YA KU DARVEKIRINA OCALAN ASTENG KIR ÇI BÛ’
Çîçek ê got ku “Heta ku di têkoşîna ji bo azadî û statuya xwe didomînin de rêxistina gel a şoreşgerî pêk neînin û rêxistina wê ya pêşeng li ser piyan nehêlin darvekirin û qirkirin pêkan in” û ev tişt gotin: “Di serdema Şêx Seîd hate darvekirin de rêxistineke gel hebûya wê demê nedihate darvekirin. Ji ber ku em hemû dizanin ku tişta dewlet herî zêde jê ditirsin hêza xwerêxistinkirinê bi xwe ye. Em dibêjin feraseta dewletê ya nayê guhertin, îmha û tesfiyekirin lê tişta li vir divê were bibîrxistin ew e ku kesê jiyana Birêz Ocalan bexş nekir. Lê wê rojê tişta ku darvekirin asteng kir çi bû? Ya ewilî kesên ku li dora çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ laşê xwe kirin çeper bûn. Ev ji aliyê asta rêxistinkirin û zanebûna têkoşîna gelê kurd hîndekar e. An ku gelê kurd li çar aliyê cîhanê li dora birêz Ocalan bûn xelek. Tevgera azadiyê ya kurd bi salan e tevî ku li dora nirxên xwe her cure bedel dide jî li ser piyan dimîne û îro ya ku hêj cezayê darvekirinê asteng dike berxwedana gelê kurd û têkoşîna wî ya rêxistinkirinê ye.”
‘BI TECRÎDÊ CEZAYÊ DARVEKIRINÊ YÊ LI DEMÊ BELAVKIRIN DAN’
Çîçek, bal kişand ku cezayê darvekirinê îro hewl tê dayîn bi polîtîkaya tecrîdê ya mûtleq bê pêkanîn û destnîşan kir ku di asta hatinê de zêdetirî 3 sal in agahî ji Ocalan nayên girtin. Çîçek, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan di nava salan de ev yek bi îfadeyên zelal destnîşan kir. An ku wê rojê bi gotina birêz Ocalan cezayê darvekirinê yê belavî demê hate kirin hate dayîn. Wî bi xwe ji vê re digot ‘Ez di koridora mirinê de me. Dibe ku ez bi awayekî fizîkî nehatim darvekirin lê ez her roj li vir têm darvekirin’. Ya rastî ev yek ji bo me rejîma darvekirinê ye.”
‘LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎNA ME BI XWE’
Çîçek, destnîşan kir ku berxwedana gelê kurd û hêza wî ya birêxistin ku biryara darvekirinê asteng kir yekane hêza ku bikare tecrîda mûtleq bişikîne ye û got: “Ji ber vê yekê divê em hemû rola xwe ya dîrokî bilîzin. Birêz Ocalan ne tenê kesek e, Rêberê Gelê Kurd e û kesekî ku bindestan weke rêber qebûl kiriye ye. Birêz Ocalan di heman demê de dîroka gelê kurd e. Ji vî alî ve, heke em têkoşîna li dijî tecrîda mûtleq a li ser birêz Ocalan weke têkoşîna xwe, ji bo jiyana xwe û pêşeroja xwe weke gel bibînin, em dikarin bi hêsanî vê wezîfeya xwe bi ser bixînin.”
BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ
Çîçek, îşaret kir ku tevî polîtîkayên tecrîdê nekarîn Ocalan ji gel veqetînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila qasî ku dixwazin tecrîd bikin, veqetînin ev yek pir zelal e; birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye. Niha bi milyonan kurd ji bo azadiya birêz Ocalan li ser piyan e. Tişta ku herî zêde dewlet û hêzên faşîst jê ditirsin jî tevgera me ya li dora têkoşînê ye.”
MA / Îbrahîm Irmak