AMED - Îro salvegera mirina 13’emîn a rojnamevan Mazlûm Erencî ye. Ji bo ew bibe dengê gelê xwe di temenek biçûk de dest bi rojnamevaniyê dike. Malbatê got bîranîna lawê wan îro jî zindî ye.
Mazlûm Erencî di sala 1992'an de li Amedê tê dinyayê û hê di temenê biçûk de tevgera azadiya kurd nas dike. Erencî di zarokatiya xwe de dixwest bibe rojnameger û di 12-13 saliya xwe de bi belavkirina rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê (bi KHK’ê hatin girtin) dest bi rojnamgeriyê kir. Erencî di 16 saliya xwe de rûyê rast ê dewletê baş nas dike. Dadgeha Amedê, Erencî dixe Girtîgeha Tîpa E ya Amedê k udi hovîtiya 12'ê Îlonê de bûbû remza îşkenceyê. Erencî di girtîgehê de li qawîşa 28 kesî bi 37 hevalên xwe re dimîne û li wir bi zext û îşkenceyê re rû bi rû maye. Piştî Erencî ji girtîgehê derket berê xwe dide çiya û li wir têkoşîna xwe domand. Ew di 29’ê hezîrana 2011’an de li çiyayê Dêrsimê di şerekî de jiyana xwe ji dest da.
Dayik û bavê Erencî bi wesîleya salvegera şehadeta kurê xwe ji ajansa me re axivîn.
‘EW EVÎNDARÊ ZIMAN Û ÇANDA XWE BÛ’
Dayika Mazlûm, Remziye Erencî diyar kir ku her çiqas 13 sal bi ser şehadeta lawê re derbas bûbûn jî lê her kêlî li ber çavê wê ye û bîranîn û wêneyê lawê xwe li ba xwe digire. Remziye Erencî anî ziman ku Mazlûm li her dere bi kurmancî diaxivî û ew evîndarê ziman û çanda xwe bû û got: “Dema ez mecbûrî nemînim ji bo xatirê bîranîna lawê xwe bi tirkî xeber nadim. Dema ez bi tirkî diaxivim qey ez dibêjim min xiyanet kiriye. Mazlûm û hey Mazlûm. Kesekî pir dirûst bû. Dil û zimanê wî yek bû. Heke ku şehîd neketa wê gelek tiştan bikira. Gelek dixwest skeçên kurdî çêke.”
‘MIN LI BER XWE DA’
Erencî da zanîn ku dema lawê wê jiyana xwe ji dest da wê xwestiye têk neçe û li ber xwe bide û got: “Min got bila dijminan li ser min rehet nebe. Bila dilê polîsan li me rehet nebe. Xwedê qewet da min û ez li ser pêya mam û ez li ber polîsan negiriyam.”
‘HEM EWLADÊM IN BÛ HEM HEVALÊ MIN BÛ’
Erencî diyar kir ku Mazlûm ji aliyê hevalên xwe yên rojnamevan û girtîgehê ve gelek dihat hezkirin û got: “Mazlûm xatir ji me xwest lê me viya qet qebûl nekir. Ew di ruh, hiş û dilê me de dijî. Em ê wî ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Çimkî her gav û kêliyê bîranînek wî heye. Mazlûm hem ewladê min bû hem jî hevalê min bû. Mazlûm nemirî ye. Lewma jî her tim bi min re ye. Her wêne, bîranîn û wextî wî tiştekî ji min re dibêje…”
LI HEMBERÎ PIRTÛKA ‘ÇILGIN TURKLER’ PIRTÛKA OCALAN NÎŞAN DAYE
Bavê Mazlûm, Erkan Erencî jî behsa bîranînên lawê xwe kir û da zanîn ku dema lawê wî ji dibistanê derdiket her tim diçû partiyê û bi vî awayî hişmendiya wî ya kurdbûnê çêbû. Erencî bi bîr xist ku polîsan ji bo lawê wî ji du mehan carek bi ser mala wan ve digirt û ev zextên polîsan girêdana wî ya bi partiyê re zêdetir kir. Erencî anî ziman ku dema Mazlûm lîse dixwîne mamosteyek wî pirtûka bi navê “Çilgin Turkler” dide û piştî xwend xwest nîqaş li serê bike û got: “Reklama wê pirtûkê ji aliyê çapemeniya nijadperest ve pir hatibû kirin. Mazlûm êvarek hat malê û qala tiştên hatine serê wî kir. Got, ‘ev pirtûk çi ye?’ Min jê re got, ‘ev pirtûk propagandaya tirkan dike. Di wir de qehemanek sexte ji xwe re afirandine. Ji vê re jî dibêjin dîroka tirkan’. Mazlûm jî radibe pirtûka parastinê ya Abdullah Ocalan bi xwe re dibe dibistanê. Ji mamoste re dibêje, ‘Wê pirtûka tu qala wê dikî biçe li rojava bide xwendekaran bila bixwînin’. Pirtûka Ocalan nîşan dide û dibêje, ‘Em vê pirtûkê dixwînin. Em dîroka xwe ji jî ji vir hîn dibin’. Li ser vê yekê wî ji dibistanê diavêjin. Piştre dibistan li ber çavê wî reş bû û neçû dibistanê. Paşê li rojnameya Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir.”
‘JI BO ZIMAN Û ÇANDÊ XWEDÎ REFLEKS BÛ’
Erencî destnîşan kir ku Mazlûm dixwest ji bo gelê xwe bibe kesayetek mînak û bi fêde û wiha got: “Jiyana Abdullah Ocalan pir meraq dikir. Pirtûkên Ocalan dixwend. Dixwest pirtûka ‘Evîna Kurd’ a Ocalan wergerîne kurdî. Nîvî jî werger kiribû. Lê em nizanin pê çibû û li ku ye. Ji bo çand û ziman û hebûna gelê kurd xwedî refleks bû yanî zû bi zû diket tevgerê. Em ê jî xwedî li bîranîn û xeyalên wî derkevin.”