STENBOL - Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe di çalakiya nobedê ya li Qada Şîşhane ya li dijî desteserkirina îradeyê de axivî û got: “Ew ê nikaribin vê têkoşîn, biryardarî û yekîtiyê bişkînin û me bitirsînin. Em li qadan in, em ê dev jê bernedin.”
Çalakiya nobedê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê ku li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê li dijî tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê, dabû destpêkirin di roja 24’an de berdewam dike. Tevî gelek saziyan Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe jî tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de tîşortên "Qeyûm biçe" hatin daliqandin û pankarta "Taksîm, Colemêrg ji bo 1'ê Gulanê ya me ye" hat vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Qeyûm biçe, em ê bimînin", "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.
'QEYÛM DARBE YE'
Hevserokê Navçeya Ûmraniyê yê DEM’ê Halîs Yakut diyar kir ku dewletê di dîrokê de li dijî gelê kurd polîtîkayên qetlîamê pêk aniye û got, “Pergal her tim li gelê Kurd zilmê dike. Îdam û hovîtiya ku li Şêx Seîd tê kirin îro tenê şiklê xwe guheriye. Gelê Kurd her tim berxwedan nîşan daye.”
Piştre welatiya bi navê Aysel Koca axivî û diyar kir ku wê silavên xwe ji Colemêrgê ji nobedarên edaletê re anîne û wiha got: “Ez wekî Colemêrgiyekê bi rûmet im ku li vir im. Qeyûm darbeyek e. Em li vir ji darbeyê re dibêjin na. Em ê heta dawiyê nobeda xwe bidomînin.”
Rêvebera DEM Parti Gîzem Koca gotinên polîsan ên ji Hevşaredara Cizîrê Guler Tunç re bi bîr anî û wiha got: “Yên ku pişta xwe didin mêran dewlet û jinan tehdît bike bila zanibin ku em ê rê nedin berxwedana me bişkînin. Guler Tunç vîna jinê ye. Em rê nadin ku hûn vîna me bişkînin."
Parêzer Kemal Aytaç di axaftina xwe de desteserkirina vîna gelê Colemêrgê weke faşîzm nirxand.
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê yên Stenbolê (OHD) Serhat Çakmak, diyar kir ku hikûmet hiqûqê weke amûr bi kar tîne û got, “Hiqûq ji bo qeyûman dibe rê. Armanca me ew e ku em edaletê pêk bînin."
'EM DEST JÊ BERNADIN'
Di dawiyê de Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe axivî û got, “Ew ê nikaribin vê têkoşîn, îrade û yekîtiyê bişkînin û nikaribin me bitirsînin. Em vê nêzîkatiya qeyûman a darbeyê qebûl nakin. Ev biryar ji bo me derbas nabe. Em jî wekî hevşaredar têne hilbijartin. Ti hêz û biryar nikare vê biryarê biguherîne. Di şexsê min de mafê jinê yê dengdayîn û hilbijartinê ji dest hatiye girtin. Em li qadan in, em ê dev jê bernedin û nikaribin me bêdeng bikin.”
Çalakî bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.