STENBOL - Welatiyên ku beşdarî mîtînga li dijî qeyûman a li Qada Kartalê bûn wiha bertek nîşan dan: "Şaredarî yên me ne, qeyûm xesp û darbe ne."
Di 30’yê Hezîranê de bi pêşengiya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê de li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bi dirûşmeya “Em ê ji bo keda xwe û azadiya xwe rê nedin qeyûman” bi hezaran kes beşdarî mîtînga li Qada Kartalê bûn. Di mîtîngê de li dijî polîtîkayên qeyûman, tecrîd, qirkirina jinan, krîza aborî û pêkanînên antî-demokratîk bertek hatin nîşandan.
Welatiyên beşdarî mîtîngê bûn bal kişandin ser "têkoşîna hevpar" a li dijî polîtîkayên qeyûman.
'WÊ ERDOGAN BIÇE'
Zeynettîn Tûran (55) diyar kir ku ev 100 sal in zilm û zordariya li ser kurdan berdewam dike û got ku polîtîkayên qeyûm jî bi van zextan ve girêdayî ne. Tûran ku got "wê Tayîp Erdogan biçe, em ê bimînin" wiha got: "Li Tirkiyeyê gelek partî hatin û çûn, partiya Tayyîp Erdogan jî wekî wan partiyan wê ji holê rabe. Em gel in, em partiya gel in. Ji ber vê yekê jî tu kes nikare me tune bike. AKP di her hilbijartinê de dengan ji gelê kurd dixwaze. Gava dengan ji wan nastîne wan wekî 'terorîst' lanse dike."
Tûran diyar kir ku li Tirkiyeyê krîzeke aborî heye û got ku bi tayînkirina qeyûman pirsgirêk çareser nabin.
‘QEYÛM VÎNA ME TEMSÎL NAKE'
Wetha Bîngulê (51) da zanîn ku bila tu kes tayînkirina qeyûman qebûl neke û wiha got: “Şaredarî yên me ne. Qeyûm nikare bi rûniştina li ser wê kursiyê bibe şaredar û vîna me temsîl bike. Bi desteserkirina îradeyê kes nikare bibe şaredar û rêveber, tenê dibe desteserkar. Bi rastî, qeyûm tê wateya desteserkirinê. Ji ber vê yekê em qeyûman nas nakin. Em tev li mîtîngê bûn û me got em qeyûm naxwazin. Em ne tenê ji bo li dijî qeyûman, her wiha li dijî tiştên li girtîgehan diqewimin û polîtîkayên tecrîdê jî li vir in. Heta ku tecrîd neyê rakirin, li vî welatî wê aştî ava nabe."
Aysel Okan Hoşgitê da zanîn ku desthilat naxwaze gelê kurd li Kurdistanê bibe xwedî gotin û got: “Bi piranî qeyûm li Kurdistanê tên tayînkirin. Li Colemêrgê cara sêyemîn qeyûm tê tayînkirin. Desthilat bi tayînkirina qeyûman dixwaze cihên ku bi hilbijartinan nikarî bi dest bixe, bi dest bixe. Hemû pêkanînên antî-demokratîk, pêşî li Kurdistanê tên sepandin. Ger em li hemberî vê bertekeke xurt nîşan nedin, dê dor were cihên din jî. Ev darbe ye. Çawa di 12’ê Îlonê de darbe hat kirin, niha jî heman tişt tê kirin. Li dijî pêkanînên keyfî û faşîst ên dewletê divê em bi hev re têbikoşin.
Zelîha Şalciyê jî diyar kir: “Qeyûm guh nade vîna gel. Ev jî tê wateya desteserkina mafê dengdanê û hilbijartinê yê gel. Pêwîst e em di her şert û mercî de li dijî vê yekê rabin. Pêşaniya mirovan parastina vîna xwe ye. Ji rojhilat heta rojavayê, ji bakur heta başûrê divê her kes li dijî vê desteserkirina vîna gel dengê xwe bilind bike. Parastina rûmeta mirovbûnê ji vir tê. Em ê li her derê û her dem ji qeyûman re bibêjin na."
MA / Esra Solîn Dal