ÎZMÎR - Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di nava 6 mehan de 6 hezar û 409 ÇED ragihand. Gelemperiya wan ji beşa enerjî û madenan pêk tê. Herî zêde jî li bajarên Kurdistanê hatiye ragihandin.
Ji ber bandora germahiya global demsal diguherin û pileya germahiyê roj bi roj rekoran derbas dike. Girêdayî vê rewşê rêjeya avê ya bendavan kêm dibe û ji bo demsala havînê xetereyeke mezin a hişkesaliyê ava dike. Di tevahiya meha hezîranê de li Amed, Mêrdîn, Îzmîr, Çanakkale, Mugla û li gelek bajarên din bi sedan hektarên daristanan ji ber şewatan bûn xwelî. Li Orduyê jî ji ber barana zêde lehî rabûn. Di serdemeke wiha de rûxandina ekolojiyê jî bênavber domiya. Li gel Santrala Enerjiyê ya Royê (GES) û Santralên Enerjiya Jeotermal (RES), her wiha ji bo madenan jî daristan tên tunekirin. Di heman demê de bi hinceta “ewlehiyê” jî texrîbatên mezin tên kirin.
Di navbera 1’ê çileyê û 30’ê hezîrana 2024’an de li ser malpera fermî ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê bi giştî 6 hezar û 409 dosyayên Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) hatin ragihandin. Ji van dosyayan ji bo 313’an jê biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne”, ji bo 2 projeyan biryara “ÇED neyînî ye” û ji bo 54 projeyan biryara “Betalkirin/îadekirin” hate dayîn. Piraniya dosyayên ÇED’ê ji sektorên enerjî û madenê bûn. Ji 6 hezar û 409 dosyayan 2 hezar û 152 jê yên enerjiyê û hezar û 883 jê yên sektora madenvaniyê bûn. Yên din jî yên pîşesaziyê, xurek, veguhestin, beravêtî, avahî, turîzm, qerax, kîmya û hwd. bûn.
PARA HERÎ MEZIN A ENERJÎ Û MADENÊ YE
Wezareta ku madenan weke “Berjewendiya cemaweriyê” dinirxîne, ji hezar û 883 projeyên madenê yên li qadên daristanan ji bo 628’an biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” da. Ji van biryaran tenê 89 jê ji bo madenên zêr, sifir hwd. û biryarên ji bo destûra lêgerîna petrolê bûn. Her wiha ji bo sektora enerjiyê 380 biryarên "Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hate dayîn. Ji van 368 jê GES in. Ji bo santralên termîkê 2 biryar hatin dayîn. Li Saraykoya Denîzliyê ji bo mezinkirina kapasîteya santrala termîkê ya aydê şîrketa Menderes Tekstîl Pîşesaziyê biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hate dayîn. Ji bo mezinkirina kapasîteya santrala termîkê ya li Afşîn a Mereşê jî biryara “Biryara nîhaî” hate dayîn û li ber nêrînên welatiyan hate vekirin.
HERÎ ZÊDE JI BO KURDISTANÊ HATIN RAGIHANDIN
Ji 6 hezar û 409 dosyayên hatine ragihandin de hezar û 491 jê ji bo bajarên li bakurê Kurdistanê ne. Ji van dosyayan hezar û 410 jê ji bo bajarên Anatoliyaya Navîn, hezar û 244 jê ji bo bajarên Marmarayê, hezar û 10 jê ji bo bajarên Egeyê, 695 jê ji bo bajarên Behra Spî û 459 jê jî bo herêmên Behra Reş in. Ji hêla bajaran ve jî ji dosyayan 307 jê ji bo Stenbolê, 272 jê ji bo Enqereyê, 265 jê ji bo Konyayê, 252 jê ji bo Îzmîrê û 239 jê jî ji bo Antalyayê hatin kirin. Ji dosyayên ji bo Stenbolê hatin ragihandin gelemperî têkildarî sektorên avahî û pîşesaziyê de, 34 jê ji bo madenên xîz, kevir, xîç û madenan hatin kirin. Ji bajarên herî zêde dosya ji bo wê hatine ragihandin de Riha di rêza 6’emîn de cih digire. Li Rihayê 195 dosya hatin ragihandin û ji van 150 jê ji bo enerjiyê û 27 jî di sektora madenvaniyê de ne.
Di biryarên “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” de Stenbol bi 118 biryaran di rêza ewil de ye. Her wiha ji bo Konyayê 85, ji bo Îzmîrê 84, ji bo Antalyayê 72, ji bo Bursayê 70, ji bo Hatayê 65, ji bo Enqereyê 60, ji bo Balikesîrê 59, ji bo Meletî, Kayserî û Rihayê jî 51 biryarên “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hatin dayîn. Hûrgiliya herî balkêş ew e ku di vê pêvajoyê de 32 dosya li Gumuşhaneyê hatine ragihandin û ji van dosyayan ji bo 22’yan biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hatiye dayîn. 10 dosyayên din jî têkildarî destpêkirina pêvajoya dosyayên ÇED’ê yên ji bo wan biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hatiye dayîn in. Anku ji bo tevahiya serlêdanên enerjî û madenvaniyê biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hatiye dayîn. Di vê pêvajoyê de ji bo Licik Erzînganê jî ji bo madeneke kromê, yek a ponzayê û yek jî ya komirê biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hate dayîn.
MA / Tolga Guney