ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî Esad bi bîr xist û wiha got: “Rêya lihevkirina bi Şamê re, ji Qamişlo û Kobanê re derbas dibe.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li Meclisê di civîna koma partiya xwe de axivî. Dayikên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwazin li pêşiya dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daxuyaniyê bidin jî tev li civînê bûn. Dayikan gelek caran dirûşmên “ “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.
KOMKUJIYA MADIMAKÊ
Hatîmogûllari ji ewil spasiya dayikên bertek nîşanî tecrîdê dan kir. Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser Komkujiya Madimakê û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî. Hatîmogûllari, da zanîn ku di doza komkujiyê de sûc weke “Sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin” nehatiye nirxandin. Hatîmogûllari, wiha domand: “Ji bo girtina bersûcên firarî tu gavên birêkûpêk nehatin avêtin. Yek ji kesên hatibû girtin û darizandin ji hêla serokkomar ve hate efûkirin. Dema doz ketî ber demborînê jî Edogan got ‘li ser xerê be.’ Mîna duh, em îro jî bi canên xwe yên elewî re ne. Divê ji ber vê komkujiyê lêborîn ji elewiyan were xwestin. Divê li Meclisê têkildarî komkujiyên li dijî elewiyan, ya Roboskê û hwd. komîsyona hevrûbûnê were avakirin. Û divê daxwazên hemwelatiya wekhev a elewiyan were qebûlkirin.”
'DEREWAN JI BO GEL DIKIN’
Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser nirxandina Hakan Fîdan a “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê” û wiha pê de çû: “Ji Rojhilata Navîn heta Efrîqeyê, li gelek deverên cîhanê şerên wiha hene. Rêveberên vî welatî rastiyê ji gel vedişêrin. Hûn xwe tevî karên navxweyî yên Sûriye, Lîbya, Iraq û hewl didin yê Îranê bikin. Me ev yek her tim rexne kir. Me got çi karê we li wan welatan heye. Bi polîtîkaya sifir pirsgirêk a bi cîranan re derketin rê lê niha li dijî her kesî şer ragihandine.”
Di berdewamê de Hatîmogûllari bal kişand ser têkiliya Tirkiyeyê ya bi komên paramîlîter re û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî bûyera li Kayseriyê li her devera Tirkiyeyê li dijî hemwelatiyên sûriyeyî êriş hatin kirin. Rayedaran gotin; ‘Zarok tirk nîne.’ Zarokeke 5 salî rastî tecawizê hatiye lê ew qala miletê wê dike. Ma çi girîngiya vê heye? Ev yek bêwijdanî ye. Ya din jî girtin û darizandina faîlî peywira cemaweriyê ye. Bêguman bertekên civakî çêdibin lê li Kayseriyê bi vê hincetê xwestin pogramekê pêk bînin. Divê ev yek weke hinceta derxistina koçberan neyê bikaranîn. Em hewldanên ji bo pogromê qebûl nakin. Agirê li vir hatiye vêxistin li gelek bajarên Tirkiyeyê belav bû.”
'XETERE LI SER TEVAHIYA TIRKIYEYÊ HEYE’
Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha domand: “Dibêje ku karê me li Sûriyeyê nîne. Em xwe têkilî karên hundir ên Sûriyeyê nakin. Dostê min Esad ji nişka ve bû dijmin Esed û niha careke din dixwazin vegerin dostê min Esad. Ji bo hevdîtinan ev bi sala ye di nava hewldanan de ne. Ev ne helwestekî nû ye. Baş e lê heke çi karê we bi karên navxweyî nebe, wê demê we çima qeymeqam tayînî Efrînê kir, we çima şaxa Zanîngeha Dîlokê li wir vekirin, we çima PTT vekirin û hûn çima mûçeyê OSO’yê bi lîreyê tirk didin? Ma heke ev xwetevîkirina karên navxweyî nebe wê demê çi ye?”
Hatîmogûllari, got kul tevahiya bajaran ji ber “hucreyên razayî” di bin xetereyeke mezin de ne û ev nirxandin kir: “Tirkiye ji ber cihê xwe yê jeostratejîk, her tim ji bo herêmê û cîhanê bû welatekî girîng. Em tevek di ferqa vê de ne. Em li vir careke din dubare dikin; erê divê Tirkiye bi awayekî fermî bi Sûriyeyê re hevdîtinan bike. Divê bi Esad re hevdîtinan bike. Dema ev hevdîtin tên kirin, divê bi îradeya gelê kurd a li wir re jî hevdîtin bên kirin. Divê li wir bi Qamişloyê re jî hevdîtin bên kirin. Em vê yekê baş dizanin ku heke pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, îxtîmal nîne ku Tirkiye di siyaseta derveyî welat de serkeftî be. Û em vê hişyariyê careke din dikin; Tirkiye li şûna ku bi rêya wezareta karên derve guftûgo û dîplomasiyê bike, van xebatan MÎT dike. Xebatekî îstîxbarî ye, nabe ku siyaseta derveyî welat weke xebatên îstîxbarî bên meşandin. Di vê mijarê de gotina min a dawî ev e; rêya lihevkirineke jêbawer a bi Şamê re, bi çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk pêkan e. Rêya rasteqîn, ji Qamişlo û Kobanê re derbas dibe.”
DAXWAZ: DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN
Dayikên me yên Aştiyê jî li vir in. Jiyan û serpêhatiya van dayikên me her yek ji wan bi serê xwe dibe romanek û pirtûkek. Her yek ji wan bi awayek cuda dilê wan şewitî ye û windahiyên wan hene. Lê belê hemû xwedî êşek hevpar in. Daxwaza van dayikên me yên dilşewat heye; aştî. Tevî hemû êş û xema hatiye serê wan jî dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernadin. Ji her devera Kurdistanê û Tirkiyeyê dayikên me îro livir in. Dayikên me bi israr ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi şiklê demokratîk û aştiyane di têkoşîna xwe de israr dikin. Daxwaza sereke ya dayikên me ew e ku tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin.
EM LI PEY DAXWAZÊN DAYIKAN E
Dayikên me ji Wezîrê Dadê daxwaza hevdîtinê kirin. Belê hevdîtinek pêk hat lê belê Wezîrê Dadê bi qasî serê derziyê ji bo pirsgirêk bên çareserkirin tu çareseriyek pêşniyaz nekir. Niha li girtîgehan çalakiya bi daxwaza rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi şiklê demokratîk berdewam dike. Dayik li aliyekî piştgiriya vê berxwedanê dikin û li aliyekî jî her hefte tên Enqereyê û diçin ber Wezareta Dadê û li vir daxwazên wan tevahiya Tirkiyeyê bihîst. Em jî wek DEM Partiyê dibêjin; em ê heta dawiyê li pey daxwazên we bin. Em ê mil bidin milê hev û têkoşîna xwe bidomînin. Ez bejna xwe li ber têkoşîna we ditewînim.
DIVÊ DEMILDEST DEST JI POLÎTÎKAYA QEYÛMAN BERDIN
Erdogan piştî têkçûna xwe ya di hilbijartina xwecihî de behsa asayîbûnê kir. Asayîbûnek ûcebeyî anî rojeva Tirkiyeyê. Heke li Tirkiyeyê hemû ked û têkoşîn û keda dayikan ji nedîtî ve were dîtin, asayîbûn nayê vî welatî. Gelê kurd tevî hemû zextên li ser xwe jî hevşaredarên xwe bijart. Niha wezîfeya xwe ya li şaredariyan bi rê ve dibin. Li ber rewşa bêhiqûqî û rewşa anormal kar û barên xwe dikin. Ji ber serkeftina partiya me rabûn qeyûm tayînî şaredariya me ya Colemêrgê kirin. Me wek hemû pêkhateyên Tirkiyeyê li Qada Kartalê dengê xwe bilind kir û daxwaza me hemûyan ev bû; em ji bo ked û azadiya xwe qeyûman naxwazin û em ê rê nedin qeyûman. Belê em ê rê nedin qeyûman. Qeyûm ne rewa ye û derqanûnî ye. Qeyûm carek din di 31’ê Adarê de hat binaxkirin. Divê ku demildest dest ji polîtîkaya qeyûm bê berdan. Divê Viyan Tekçe ya ku Meclisa Şaredariya Colemêrgê wê wek serokwekîla şaredariyê bijartiye, demildest ji bo serokwekîliyê bê tayînkirin.
EM Ê HER LI BER POLÎTÎKAYÊN XELET RABIN
Em ê serê xwe li ber polîtîkaya Erdogan û desthilatdariya wî netewînin. Em ê nekevin xefika polîtîkaya wî ya şaş. Em ê her li ber polîtîkayên xelet ên desthilatdariyê bisekinin û rabin. Em ê wek partiyek muxalefetê her li cem karkeran, kedkaran, jinan, feqîran, cotkaran, teqawidan, ciwanan, astengdaran yanî bi hevokek zelal, em ê li cem hemû netew û baweriyên ku keda wan tê xwarin û bindest bin. Em ê li dijî polîtîkayên desthilatdariyê yên xelet, bi awayek xurt li ser pêya bisekinin.”