SÊWAZ - Siyasetmedaran bi bîr xistin ku doza Komkujiya Madimakê ji ber demborînê betal bûye û gotin ku di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe. Siyasetmedaran xwestin ku biryar bê betalkirin û bersûc ji ber sûcê li dijî mirovahiyê bên darizandin.
Di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de li Hotêla Madimakê ya li navenda Sêwazê de 33 rewşenbîr hatin şewitandin û qetilkirin. Qurbaniyên komkujiyê di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de hatin bibîranîn. Bi hezaran kesên bi pêşengtiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) û Federasyona Haci Bektaşi Velî hatin gel hev, li pêşiya Komeleyên Haci Bektaş Velî ber bi Hotêla Madimakê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de wêneyên kesên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Di heman demê de pankarta “Rêya we pîroz e, ronahiya me venamire, Pîr Sûltan Abdal ê ber bi bêdawîtiyê ve dimeşe namire” hate hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Yên Sêwaz şewitandin ew kes in ên AKP ava kirin”, “Can şewitîn lê sûcdar li ku ne?” û “Ronahiya Sêwazê dê venemire” berz kirin. Di dema meşê de navên kesên hatin qetilkirin yek bi yek hatin gotin û dema navên wan hatin gotin girseyê bi yek dengî got “Dijî.”
Meş, li pêşiya Hotêla Madimakê temam bû. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel û Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş,rêxistinên elewiyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî di kortejan de cih girtin.
'DIVÊ WEKE SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ BÊ NIRXANDIN’
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel li pêşiya hotêlê axivî û got ku ji bo Komkujiya Madimakê nedin jibîrkirin du daxwazên wan hene. Ozel, ev daxwaz wiha rêz kir: “Ya yekemîn daxwaza me û ya malbatan a hevpar e. Ew jî ew e ku Madimak bibe muzeya şermê. Malbat dema vê nivîsa navenda zanist û çandê dibînin dilê wan dişewite. Dibêjin ‘me ev heq nekiribû. Zanista çi, çanda çi? Ma kuştina mirovan di çanda me de heye? We mirovên ji zanist û çandê bawer dikirin li vir şewitandin.’ Dê ev der bibe muzeya şermê. Ya duyemîn jî, hêviya me ya îstînafê didome. Lê di dawiya dawî de divê ev biryar were betalkirin û ev komkujî weke sûcekî li dijî mirovahiyê bê nirxandin.”
Di berdewamê de Ozel derhiqûqtiyên di dema doza komkujiyê de û faîlên firarî bi bîr xist û wiha pê de çû: “Kesên firarî qaçax in. Dikare derheqê wan de biryar were dayîn. Lê belê divê ev biryar di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê de were dayîn. Ji bo me ev girîng e. Kesên li vir jiyana xwe ji dest dayîn mezinên me tevan bûn, dilê me ji bo wan dişewite.”
'FAÎLÊN ESASÎ NEHATIN DERXISTIN’
Piştre Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û ev tişt anî ziman: “Li vê derê bi eşkereyî cînayet kirin. Dema ev cînayet hate kirin, serokkomarê demê weke bûyereke munferît pênas kir û îdia kir ku hêzên ewlekariyê peywira xwe bi cih anîne. Serokwezîrê demê jî heman axaftin kir û got; ‘Şikir ku tu ziyan negihiştiye gelê me.’ Anku ew canên di wir de hatin şewitandin, êş û elemên elewî û kurdan tune hesibandin. Di dema rêveberiyeke wiha de cînayet û komkujiyek hate kirin. Faîlên rast dernexistin holê. Tenê çendek kesên li vir hatin darizandin ku piraniya wan hatin berdan, beraet kirin. Bi efûya serokkomar hatin berdan.”
'HELBET WÊ BERPIRSIYARÊN RASTEQÎN DERKEVIN HOLÊ’
Bakirhan destnîşan kir ku Komkujiya Madimakê sûcê li dijî mirovahiyê ye ku pêk hatiye û wiha domand: “Em ê wek DEM Partiyê her şopînerên qurbaniyên komkujiyan bin û li cem hemwelatiyên xwe elewî bin. Em ê mil bidin milê hev û li dijî komkujiyan, cihêkariyê û zilmê têbikoşin. Helbet wê rojekê li ser vê axê dozên ku bi polîtîkayên bêcezhiştinê encam dane, derkevin pêşberî darazê û berpirsiyarên rasteqîn derkevin holê. Heta ku berpirsiyarên rastî derkevin holê em ê mil bidin milên hevrêyên xwe elewî û bi tevî saziyên xwe ve têkoşîna xwe bidomînin. Wê tu cînayetek li vî welatî qewimî ye, tu komkujiyên qewimî ne wê bêceza neyên hiştin. Ez dîsa dubare dibêjim ez hevxemê êşa hemwelatiyên me yên elewî û kurd im û li cem têkoşîna we me.”
Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî axivîn.
‘DESTHILARDARÎ BI XWE BERSÛC E’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku komkujî ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hatiye kirin û got: “Doza komkujiyê 30 sal berdewam kir û bi demboriyê encam bû. Zîhniyeta vê komkujiyê 31 salan berdewam kir. Desthilatdariyê rê li ber polîtîkaya bêcezahiştinê vekir ku kujerên elewiyan neyên cezakirin. Desthilatdarî piştî 31 salan bi xwe li ser kursiyê bersûc rûnişt û kujeran parast. Divê ya ku bi demboriyê re rû bi rû bê hiştin desthilatdarî bi xwe ye. Em ê wek kurdên elewî tu carî komkujiyên tên kirin, ji bîr nekin û hesab ji berpirsiyaran bixwazin.”
Piştî axaftinan beşdaran ango girseyê qerenfîl danîn ber otêlê û bernameya bîranînê bi dawî bû.