RIHA - Endamê Navenda Lêkolînên Stratejîk ê Rojavayê Kurdyar Direhî bal kişand ku ne pêkane ji diyalogeke gengaz a di navbera Enqere û Şamê de lihevkirinek pêk were û wiha got: “Heke rejîma Sûriyeyê dixwaze ji krîzê derkeve neçare Rêveberiya Xweser qebûl bike.”
Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan, di 28’ê hezîranê de anî ziman ku li pêş hevdîtina wî ya bi Beşar Esad re tu astengî nînin û wiha got: “Em berê çawa bi hev re bûn em ê dîsa bi heman awayî bi hev re tevbigerin û derdekî me yê kut ev li karên hundir ên Sûriyeyê bin nîne.” Rojekê beriya axaftinên Erdogan jî Deriyê Sînor ê nêzî El Babê ji bazirganiyê re hate vekirin.
Axaftinên Erdogan û vekirina deriyê sînor, li qadên komên paramîlîter ên bi Tirkiyeyê re tevdigerin çalakiyên protestoyî bi xwe re anîn. Komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê di serî de El Bab li 16 herêman dest bi çalakiyên protestoyî kirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyariya “Heke Şam û Enqere li hev bikin dê herêmên din ên Sûriyê werin dagirkirin û serweriya wan bi awayekî eşkere were binpêkirin” kir.
DIREHÎ: TIRKIYE LI PEY TIFAQEKÊ YE
Endamê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NLSR) Kurdyar Direhî, geşedanên li herêmê nirxandin. Direhî, bal kişand ku di salên 2011 û 2012’an ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê derket Tirkiyeyê dest bi planên “Osmaniyê ya Nû” kir û wiha got: “Tirkiyeyê xwest ku nexşeya weke Mîsak-i Mîllî penase dikir a beriya komarê têxe meriyetê. Armanc dikir ku vê plana xwe bi dagirkirina Kurdistana Rojava û Başûr pêk bîne. Planên Tirkiyeyê piştî ku Serokê Misirê Mûhammed Mûrsî yê nêzî Birayên Misilman ket û Rûsya kete qadê û mudaxile kirin bêencam man.”
Direhî anî ziman ku piştî Tirkiyeyê hewl da bi Rûsyayê re hevdîtinan bike li Rojhilata Navîn tenê ma û bi lêv kir ku vê “tenêbûnê” di serî de qada aborî û siyasî li gelek qadan ber bi krîzê ve bir. Direhî, axaftina xwe wiha domand: “Têkçûna mezin a Tirkiyeyê ya li çiyayên Kurdistanê, yek ji wan tiştan e ku kir ku di polîtîkaya xwe ya şer de gavekê bi paş ve bavêje. Xwepêşandanên li dijî têkliyên aborî yên Tirkiyê bi Îsraîlê re piştî şerê Îsraîl û Filistînê bû sedem ku Erdogan siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn ji nû ve binirxîne.”
Direhî, anî ziman ku Tirkiye ji bo pêvajoya pirsgirêk a di nav de ye derbas bike dixwaze têkiliyên xwe yên bi Şamê re bi pêş ve bibe. Direhî, diyar kir ku Tirkiye li Rojhilata Navîn dîsa ketiye pey tifaqekê û da zanîn ku aktorên li herêmê li ser Tirkiyeyê xwedî hin polîtîkayan e.
ARMANCÊN RÛSYA Û TIRKIYEYÊ
Direhî, bi lêv kir ku Rûsya bi îdiaya “Amerîka dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleteke nû ava bike” hewl dide Tirkiyeyê bitirsîne û wiha pê de çû: “Rûsya ji Tirkiyeyê re peyama ‘Heke tu bi NATO’yê re bî dê dewleta kurdan were avakirin lê heke têkiliyên te bi Rûsyayê re hebin û weke berê têkiliyên te bi rejîma Sûriyeyê re hebin dê dewleta kurdan neyê avakirin’ dide. Hakan Fîdan di 11’ê hezîranê de di serî de Pûtîn li gel Rûsyayê çend hevdîtin kirin. Nûçeyên pişt re hatin weşandin ev yek nîşanî me da. Rûsya dixwaze ji krîza Sûriyeyê bi serkeftinê derkeve. Lê em dizanin ku li wê maseyê tenê Rûsya nîne. Yek ji alîgira Sûriyeyê Îran jî heye. Di van hevdîtinan an jî peymanên gengaz de tiştekî Sûriyeyê ku winda bike tune ye. Heke dewleteke ku li ser wê maseyê winda bike hebe ew jî Tirkiye ye. Ji ber daxwaza bingehîn a pergala rejîma Sûriyeyê ew e ku Tirkiye ji axa ku dagirkiriye derkeve û bi komên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku rejîm weke ‘terorîst’ îlan kirine têbikoşin.”
Direhî, destnîşan kir ku yekane armanca Tirkiyeyê ew e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kurd bê statû bimînin û ev tişt gotin: “Rejîma Sûriyeyê û Tirkiye dikarin bi hev re biaxivin. Lê di navbera wan de gelek lihevnekirin hene. Ya herî girîng jî dewletên weke Rûsya û Amerîkayê hene. Ji ber wê yekê ev ne tişteke ku bi tenê hevdîtina her duyan were çareserkirin. Heke hevdîtin pêk bê ev dê nebin hevdîtinên ku carek du caran. Dema me pêvajo li ber çavan girt ev yek dê qet nebin hevdîtinên hesan.”
‘SÛRIYE BAWERIYA XWE BI TIRKIYEYÊ NAÎNE’
Direhî, bi lêv kir ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên têkildarî pirsgirêka kurd bûye sedemê krîzan û krîzên derketine jî tê xwestin ku bi êrişên nû yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê derbaskirin. Dirêhî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedemê êrişa Tirkiyeyê ew e ku projeya demokratîk a piştî Şoreşa Rojava pêk hat û gel bi hev re dijîn ji xwe re weke gefekê dibîne. Tirkiye dizane ku heke Rûsya û Amerîka destûrê nedinê nikare van êrişan pêk bîne. Ji ber wê yekê rêyên nû diceribînin. Hevdîtinên bi Iraqê re nêzîkatiya bi rejîma Sûriyeyê re çend ji van tiştan e. Daxwaza Sûriyeyê jî ew e ku çete ji holê bên rakirin û rêveberiya xweser girêdayî wan bê kirin. Ji ber ku hêj ji aliyê rejîmê ve têkildarî statuya rêveberiya xwesr gavên rast nehatine avêtin. Armanca hevpar a her duyan jî rêveberiya xweser e lê daxwazên wan cuda ne. Tirkiye sînorên ‘Misak-i Mîliyê hedef dike. Lê dibêjin ku li dijî yekparebûna axa Sûriyeyê planeke wan nîne. Rejîma Sûriyeyê baweriya xwe bi Tirkiyeyê naîne.”
HEVKÊŞE YA LI ROJHILATA NAVÎN
Direhî bal kişand ku Erdogan bi gotinên xwe dixwaze îmajeke ku Tirkiye li Rojhilata Navîn weke serbixwe tevbigere nîşan bide û anî ziman ku rewşeke wiha nîne. Direhî, axaftina xwe wiha domand: “Tirkiye difikire ku dikare li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî ku bixwaze tevbigere. Lê belê em baş dizanin ku rewş ne bi vî rengî ye. Ji bo Amerîkayê hilbijartinên serokatiyê îsal in. Şerê Filistîn û Îsraîlê rojeva herkesi ye û ditirsin ku ev şer veguheze Lubnanê. Ev rewşa li Rojhilata Navîn ji bo hilbijartinên Amerîkayê gelekî girîng e. Ji bo Rûsyayê jî şerê hêj di navbera wan û Ûkraynayê de rewşeke girîng e. Heke di pêvajoyeke wiha de Tirkiye êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike dê ev yek weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nebe. Gelek beşên li dijî Tirkiyeyê û polîtîkayên wê ne dê li dijî van êrişan bisekinin.”
HEVDÎTINÊN RÊVEBERIYA XWESER Û REJÎMÊ
Direhî yê qala hevdîtinên di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rejîma Sûriyeyê de kir, da zanîn ku rejîm di van hevdîtinan de dest ji feraseta xwe ya beriya 2011’an bernade û got: “Di sala 2022’yan de di navbera rêveberiya xweser û rejîmê de hevdîtinên fermî hatibûn kirin. Lê ji ber vê ferasetê di gelek mijaran de lihevkirin pêk nehat. Yek ji van jî statûya rêveberiya xweser bû. Mijarên din jî bi dorê têkildarî pozîsyona pêşerojê ya hêzên reveberiya xweser, leşkerî û aboriyê bûn. Rejîm dixwaze weke pêvajoya beriya 2011’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu statû pêk neyên. Destnîşan kiribû ku divê rêveberiyên xweser tenê di şaredariyan de hebin. Ji ber vê yekê jî hevdîtin pêş neketin.”
Direhî, da zanîn ku di sala 2024’an de ji bo bingeha diyalogê jinûve bêavakirin hin gotin hatin gotin û wiha domand: “Heke rejîma Sûriyeyê dixwaze ji krîza ketiyê derbikeve û rejîma xwe bidomîne neçare ku rêveberiya xweser qebûl bike. Ji ber ku rejîm, dizane ku heta rêveberiya xweser nebe derbarê pêşeroja van herêman de nikare planekê çêbike. Di tabloyê de hêzên hegemonîk ên ji van krîzan sûdê digirin jî hene. Divê rejîma Sûriyeyê axa wê ya hatiye dagirkirin li ber çavan bigire û ji bo parçe nebe bi rêveberiya xweser re li hev bike. Heke di bingeha demokratîk de rewşeke wê ya ku tevbigere çênabe. Rêveberiya xweser, ji bo statuya xwe bigire û di pêvajoya pêş de bikeve hilbijartinan amadekariyan dike.”
MA / Ceylan Şahînlî