DÎLOK - Penaberên ji Sûriyeyê ji tirsa lînçkirinê, nikarin dikanên xwe vekin, nikarin ji malên xwe derkevin, ji bo wekî ji “Ji Tirkiyeyê ne” hewl didin hînî tîrkî bibin. Penaber wiha gotin: “Em naxwazin bibin berxê nav devê gur.”
Di 30’ê hezîranê de li Kayseriyê li dijî Sûriyeyiyan êrişên nijadperest pêk hatin û êriş belavî Hatay, Riha, Dîlokê jî bûn. Gelek penaberên ku li taxên xizan dimînin, ji ber gefa êrişan ev 2 roj in nikarin dikanên xwe vekin.
Piştî êrişan tîmên polîsan û dolmîşên aîdê Navenda Îdareya Koçê li kolanan çavên xwe li penaberan digerin. Penaber li aliyekî tirsa êrişê li aliyê din ji tirsa şandina paş ve dijîn û nikarin derkevin kolanê.
Ji bajarê ku tirs belav bûye me tiştên hatine serê wan û daxwazên wan ji penaberan pirsîn. Penaberên anîn ziman ku daxwaza wan a tekane “jiyanekî mirovane ye” û dan zanîn ku ew ji ber dibin hedefa gotinên kîndariyê, jiyana zehmet êdî ji bo wan bûye reşe.
EWIL HAT SÛRIYEYÊ, JI SÛRIYEYÊ JÎ HAT TIRKIYEYÊ
S.B. ev 20 sal in li Dîlokê dijî lê belê hêj jî destûra niştecihiyê negirtiye, dayika 4 zarokan e û ev 3 nifş in penaber e. S.B. diyar kir ku ew bi eslê xwe ji Cizîrê, ji ber şerekî navxweyî yê ji ber axê derketiye ew koçî Sûriyeyê kirine wiha got: “Îro di fermiyetê de ez wek penaber tên hesibandin lê belê bajarê min îro maye di nav sînorên Tirkiyeyê de ye. Me dan koçkirin. Ji bo ax nemîne ser me, em mafê xwe nexwazin, me ji van deran dûr xistin. Em îro ji Sûriyeyê tên hesibandin û ji ber vê yekê jî zilmekî din re rû bi rû ne.”
S.B. ya ku li taxa tê de dimîne, debara xwe bi dirûkariyê dike û da zanîn ku ew 2 rojan nekariye dikana xwe veke, ji ber tirsa êrişan kepengên dikana xwe girtî hiştiye.
TIRSA DERSÎNORKIRINÊ
S.B. bi bir xist ku li Tirkiyeyê prosedurên penaberan gelek caran diguherin ew nikarin di rojên asayî de jî derkevin li kolanan, wiha axivî: “Tim cezayan dibirin. Ji ber nasnameya wan bi wan re nîn e mirovan dersînor dikin. Li gel vê yekê dema penaberek tiştekî dike, wê tiştî dixin stuyê hemû penaberan. Ji ber şerê penaberan ê bajarekî din tên deriyê penaberê li Dîlokê didin ber keviran. Em jî dixwazin wek mirovan bijîn. Li vê derê ji bo welatiyê ji Tirkiyeyê bihayê kirê 5 hezar lîre be, dema penaberê ji Sûriyeyê dixwaze, derdixin 20 hezar lireyan. Em jiyanekî wekhev dixwazin. Em naxwazin bibin berxê nav devê gur.”
'NIKARIN SAX VEGERIM GUNDÊ XWE'
S.B. destnîşan kir ku ew kurdekî ji Sûriyeyê ye, îro bixwaze jî nikare vegere li welatê xwe û wiha got: “Xaniyên gelek kesên neçarê koçkirina vê derê mane hatine xerakirin. Gelekî wan bixwazin jî nikarin vegerin. Ez wek kurdekî bixwazim vegerim li gundê xwe divê ji 10 gundan derbas bibim. Ji bo me li her gundekî dijminek heye. Ne pêkan e ku ez sax vegerim li gundê xwe.”
S.B. bi bîr xist ku dema êrişî yekî ji Sûriyeyê dikin bêdengî heye, dema yekî ji Sûriyeyê sucek kir hemû Sûriyeyî tên hedefgirtin. S.B. bilêv kir ku ji, destpêka êrişan heya niha ew ji tirsa parastina zarokên xwe nikare wan derxîne derve.
JI TIRSA HÎNÎ TIRKÎ DIBIN
S.B. qala hin neheqiyên ku li cîranên wê kirine kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li vê derê hin mirov çop datînin li ber deriyê cîranê xwe yê ji Sûriyeyê. Herwiha hinek kes çopê davêjin ser cîranên xwe yên li qatên jêr, tif dikin, gotinên nexweş dibêjin. Lê belê malbatên li vê derê ji tirsa dersînorkirinê nikarin dengê xwe derxin. Gelek penaber ji bo ku tu kes tiştekî nebêje wan, dest bi axaftina tirkî kirin. Roja derbasbûyî 2 jin bo pere bikêşin derketin derve û nasnameyên xwe li malê ji bîr dikin. Di rê de nasnameyên wan ji wan pirsin. Wan dixin wesayîtê û dibin navenda paşve şandinê. Rewşa dawî çi bû nizanim. Dîsa hevaleke min ji bo ji zarokê xwe re derman bistîne çû dermanfiroş, ji ber agahiyên wê nehatine nûkirin, nekarî dermanan bistîne. Dê ev jin bi zaroka xwe ya 2 salî re çi bike?”
S.B. da zanîn ku sedema van sepanan, prosedurên tim diguherin in û wiha pê de çû: “Şevê qanûnek, sibê qanûnek. Piraniya me tirkî nizanin. Ji îdareya koçê ji me re peyamên tirkî dişînin, çi tê nivîsandin em fêm nakin. Di peyamê de mînak roj daye we, heke hûn neçin hûn ê ji sala bê re karibin rendevuyê bistînin. Heye sala tê tu biçî ku derê ji te re dibêjin te çima nasnameya xwe nû nekiriye. Di nivîsandina nasnameya min de xeletiya tîpekî heye. Min ji bo vê yekê randevu stend lê belê hêj jî randevu nedane min. Jixwe tirsên me hebûn, ji ber van êrişan em nikarin ji malên xwe derkevin. Ji ber kesekî komekê dişewitînin. Ev çawa tê qebûlkirin.”
SERÊ SAETÊ HEV KONTROL DIKIN
Penaberekî nexwestiye navê xwe eşkere bike anî zinam ku ew kurd e, li Helebê dijiya, bi destpêkirina şer di sala 2013’an de hatiye li Dîlokê ev tişt anî ziman: “Dema em 24 saetan dikana li vê derê vekirî dihêlin, dikarin debara xwe bikin. 6 zarokên min hene. Min bi pereyên 10 salan ên li Sûriyeyê komkiribûn li vê der wesayitek stend. Bi destpêkirina bûyeran heval û cîranên me yên li vê derê li me geriyan û gotin ‘wesayîtan dişewitîinin’. Min wesayîta xwe xist li cihekî ewle. Me dît ku bûyer mezin bûn, êdî me nekarî ji malên xwe derkevin. Li Tirkiyeyê cîranên me yên kurd hene. Telefonê li me dikin û dibêjin ‘Ya bi we kirine, li me kirine’ li cem me sekinîn. Em gelek tirsiyan, hêj jî ditirsin. Hevjîna min her serê saetê li min digere pirsan ji min dike bê ka êriş li min hat kirin an nehat kirin.”
MA / Ceylan Şahînlî