ÎZMÎR - Rojnameger-nivîskar Yûsûf Karadaş diyar kir ku wisa hêsan nîne ku sozên reformê yên serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, di nava sînorên rejîmê de rê li ber guherînê veke.
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û şandeya pê re di 19’ê gulanê de di qezayeke helîkopterê de mirin. Piştî mirina Reîsî, li Îranê hilbijartin hat kirin û Mesûd Pezeşkiyan weke serokkomarê nû hate hilbijartin. Pezeşkiyan weke namzetê “reformxwaz” hat pênasekirin û di tura duyemîn de bi rêjeya ji sedî 53,7'ê hat hilbijartin û bû serokkomarê 9'emîn ê Îranê. Lê hilbijartin di bin siya “boykotê” de derbas bû û bi milyonan kes neçûn ser sindoqan. Rêjeya tevlibûna hilbijartin di ji sedî 49,8’ê de ma.
Pezeşkiyan, di kampanyaya xwe de soz dida ku dê xwe nêzî hêzên rojavayî bike, peymana nukleerê bidomîne û têkildarî dersokê soz dan. Her wiha bal kişand ser pirsgirêkên etnîkî û mezheb û got dê pirsgirêkên aborî û edaletê çareser bike. Di heman demê de got ku dê qedexeya înternetê rake. Têkildarî qetilkirina Jîna Emînî jî Pezeşkiyan wiha got: “Em dixwazin zarokên me biîfet bin. Lê heke ev nêzîkatî wan ji olê dûr bixin, wê demê divê em neceribînin.”
'NIKARE SÎNORÊN HAMANEY DERBAS BIKE’
Rojnameger û nivîskar Yûsûf Karadaş anî ziman ku Îran a hem li hundir hem jî li derve tengijî rê li Pezeşkiyan veke ku hinek gavan biavêje. Karadaş, wiha domand: “Lê wisa hêsan nîne ku di nava sînorên rejîmê de guherînên bingehîn çêbike. Muxalîfên di tura duyemîn de çûyîn kirin ku Pezeşkiyan were hilbijartin. Konseya Qanûnsazên Destûra Bingehîn di 2021’ê de namzetiya Pezeşkiyan erê nekiribûn. Lê niha qebûl kir. Ev nîşan dide ku rejîm pir tengijî ye. Îran hem li herêmê hem jî li hundir tengijî ye. Pezeşkiyan piştî bûyerên qetilkirina Jîna Emînî û di demeke muxalefeta civakî xurt de hat hilbijartin. Ev yek nîşaneya aciziya gel e. Tengijîna rejîmê û sozên reformê yên Pezeşkiyan dibe ku bisînor jî be hinek gavên reformê bên avêtin. Lê divê kesek li benda guherînên bingehîn nemîne. Pezeşkiyan di mijarên qedexeya dersokê, bisînorkirina înternetê û azadiyên kêmnetewan de soz dane. Nediyar e bê ka dê ji wan çiqasan pêk bîne. Di navenda rejîmê de Hamaney heye ku rêberê şoreşê tê pênasekirin û polîtîkaya sereke diyar dike. Lewma serokkomar kî dibe bila bibe, dê nekare sînorên Hamaney xêz kirine derbas bike.”
'DIBE KU REJÎM VÊ VEGUHERÎNE FIRSENDÊ’
Karadaş, anî ziman ku rejîm ji bo hinek bêhnê bistîne dê hewl dide qezenckirina Pezeşkiyan weke firsendekê bi kar bîne û wiha pê de çû: “Dibe ku Îran bikeve nava pêvajoyeke nermbûneke bisînor. Rêjeya kêm a tevlibûnê, nîşaneya aciziya mezin a gel e. Lê avadaniyeke ku vê hêrs û berteka li dijî rejîmê birêxistin bike tune ye. Rejîma Îranê destûrê nade muxalefetê ku avadaniyên bikarin pêşengtiyê ji teqînên mezin re bike ava bike. Dema çalakî tên lidarxistin, rejîm dibêje ‘hêzên derve.’ Vê jî ji bo rewakirina tundiya li dijî muxalîfan dike. Dê tiştên mîna vê rojên pêş diyar bike. Dema em li hevsengî û têkoşîna serdestiyê ya li herêmê dinêrin, divê kesek li benda guherînên wisa mezin nemîne. Wisa hêsan nîne muxalef bi halê heyî re rejîmê hilweşîne û avadaniyeke demokratîk ava bike.”
'REJÎM JI HÊLA GEL VE NEHAT ERÊKIRIN’
Bi domdarî Karadaş anî ziman ku rêjeya kêm a tevlibûna hilbijartinan, rê li ber krîza rewabûnê vekiriye û wiha bi dawî kir: “Rejîmê digot rêjeya tevlibûnê ya zêde dê ji bo wê bibe referandûmek. Ji bo vê propagandeyeke zêde jî hat k irin. Lê rewşekî wiha derket holê. Ev jî nîşan dide ku baweriya bi rejîmê kêm bûye. Heta tê gotin ku rêje hêj kêmtir e. Ji bo Îranê rewşekî zehmet e û rejîma molayan nikarin xwe ji nîqaşan xelas bikin. Nebawerim rejîm di rojên pêş de li herêmê helwestekî cuda rabe bike. Hevrikê wê yê herî mezin Erebistana Siûdî ye. Lê lihev kirin. Îranê ferq kir ku zêdebûna rageşiya li herêmê bi kêrî wê nayê. Ji ber şerê Sûriyeyê hegemonyaya Îranê ya li herêmê zêde bû û dixwazin vê rewşê biparêze. Ji bo vê jî ji lihevkirinê re vekirî ye. Naxwaze ev veguhere şerekî eşkere. Rewşa siyasî û aborî Îranê neçarî vê dike.”
PEZEŞKIYAN KÎ YE?
Pezeşkiyan di 29’ê îlona 1954’an de li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Ji Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Tebrîzê mezûn bû. Di şerê Îran-Iraqê yê 1980-1988’ê de hem şer kir hem jî weke bijîşk cih girt. Piştî şer jî li Zanistên Tenduristiyê ya Zanîngeha Tebrîzê di beşa cerrahiya giştî de perwerdeya xwe domand. Di sala 1993’yan de jî pisporiya cerrahiya dil stand û di navbera 1994-1999’ê de weke Rektorê Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê ya Tebrîzê hate tayînkirin.
Di sala 1997’an di serdema serokkomarê berê Muhammed Hatemî de weke cîgirê wezîrê tenduristiyê hat tayînkirin, di salên 2001-2005’ê de jî wezîrtiya tenduristiyê kir. Di hilbijartinên 2008'ê de weke wekîlê Tebrîzê hat hilbijartin û ji wê rojê ve ev 5 serdem in parlamenter e. Helwesta hikûmetê ya li dijî muxalefetê bi tundî rexne dike û di hilbijartina serokkomariyê ya 2013’an de namzetiya xwe paşve kişand. Di sala 2016'an de 4 salan cîgirtiya Serokê Meclisa Îranê kir û di vê pêvajoyê de peymana nukleerê û têkiliyên baş ên bi rojava re parast.
Namzetiya wî ya serokkomariyê ya di 2021’ê de ji hêla Konseya Qanûnsazên Destûra Bingehîn e hate redkirin. Piştî sala 2005’an, cara ewil e serokkomarekî reformxwaz weke serokkomarê Îranê tê hilbijartin.
MA / Tolga Guney