NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin. Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê li herêmê 3 milyon û 789 hezar hilbijêr hene.
Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku hejmara dengdêrên Herêma Kurdistanê ya ji bo hilbijartina Parlamentoyê zêdetirî 3 milyon û 789 hezar dengdêrane û got: “Heta niha 2 milyon û 901 hezar dengdêr kartên xwe yên bimometrîk derxistine.”
Amadekariyên ji bo lidarxistina hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku biryare di 20’ê cotmehê de were lidarxistin, berdewamin.