NAVENDA NÛÇEYAN - Şevê din ji ber barîna barana zêde li gundê Pîrkalê yê navçeya Qelqeliyê lehî rabû. Di mal di bin avê de man û mînîbûsekê jî qeza kir.
Şevê din ji ber barîna barana zêde li gundê Pîrkalê yê navçeya Qelqelî ya Wanê lehî rabû. Di lehiyê de du mal di bin avê de man. Mînîbûsa ku ji ber lehiyê ji rê derketî jî qeza kir. Sê kesên di wesayîtê de birîndar bûn. Rêya di navbera Wan-Qelqeliyê de ji ber lehiyê heta demekê hate girtin. Komên şaredariyê li malên di lehiyê de di bin avê de mabûn xebata paqijiyê dan destpêkirin.
PANOS
Li navçeya Pansoê ya Agiriyê jî ji ber barînên zêde av rabûn. Li Bûlwara Ataturkê û Taxa Alpaslanê malek û kargehek di bin avê de man.
ERZIROM
Yek ji cihên ku baraneke zêde lê bariyayî jî Erzirom bû. Ji ber barîna zêde li navenda bajar av rabûn. Li navendê gelek kargeh di bin avê de man û rêwî di rêyan de asê man.