STENBOL - DMME’yê têkildarî serlêdana ji bo nedayîna rêzepirtûkên “Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” a ji hêla Abdullah Ocalan ve hatin nivîsandin, biryar da. DMME’yê got; “mafê wergirtina fikr û agahiyan hatiye astengkirin.”
Ji bo serlêdana têkildarî nedayîna pirtûka “Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” a ji hêla Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatiye nivîsandin û ji 5 cîldan pêk tê, biryara binpêkirinê hate dayîn. Girtî Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 40 meh in agahî jê nayên girtin, ji ber ku rêveberiya girtîgehê cîldên pirtûkê nedabûnê, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. Daîreya Duyemîn a DMME’yê biryara xwe ya têkildarî serlêdanê da.
BIRYARA BINPÊKIRINÊ
Serlêdan bi sedema “Mafê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin” hatibû kirin û DMME’yê di 18’ê hezîranê de biryara xwe da. Di biryara “Doza Aktaş v. Tirkiye”yê de hat destnîşankirin ku mafê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin. Nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan weke “Astengkirina mafê wergirtina fikr û agahiyan” hate nirxand. Di heman demê de hezar Euro ceza li Tirkiyeyê hate birîn û jê hat xwestin ku di nava 3 mehan de bide.
ÇI BÛBÛ?
Kopyaya rêzepirtûkên ji 5 cîldan pêk dihat a “Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” a Abdullah Ocalan bi rêya postayê ji Veysî Aktaş re hate şandin. Lijneya Perwerdeyê ya Girtîgeha Îmraliyê di 6’ê cotmeha 2015’an de biryar da ku pirtûk neyên dayîn. Lijneyê ji bo vê biryarê jî biryara qedexeyê ya ku Dadgeha Cezayên Sulhê ya Mêrsînê di 14’ê tebaxa 2015’an de dabû weke hincet nîşan da.
Aktaş, li dijî biryara lijneyê li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê îtîraz kir. Dadgeriyê jî di 13’ê mijdara 2015’an de diyar kir ku biryara Dadgeha Cezayên Sulhê ya Mêrsînê bi taybet jî ji bo cîldên yekemîn, duyemîn, sêyemîn û pêncemîn hatiye dayîn. Dadgeriyê destûr da ku cîlda çaremîn were weşandin û biryar bi leha serlêdêr de da. Aktaş jî xwest ku her 4 cîldên din jî bên dayîn û li dijî biryarê îtîraz kir. Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê jî got ku biryar li gorî hiqûq û usûlan e û îtîraz red kir.
Aktaş, piştre jî bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Lê belê AYM’ê jî heman biryar da û ji bo serlêdanê got “nayê qebûlkirin.” Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî piştî rêyên hiqûqa navxweyî nemayîn, di 6’ê kanûna 2016’an de serî li DMME’yê da. Di serlêdanê de hat gotin ku xala 10’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ya “Azadiya xweîfadekirinê” hatiye binpêkirin. DMME’yê jî di 18’ê hezîranê de biryar da û Tirkiye mehkûm kir.
DADGEHA BILIND JÎ BIRYARA ‘BINPÊKIRINÊ’ DA
Biryara binpêkirinê ya têkildarî parastinên Abdullah Ocalan tenê bi vê bisînor nîne. Daîreya 3’yemîn a Dadgeha Bilind jî cezayê ji ber rêzepirtûkên behsa xeberê hatibû dayîn betal kiribû. Ji ber çapkirina pirtûkê, 2 sal û 6 meh cezayê hefsê li avakarê Weşanxaneya Çapemeniyê ya Amarayê Ridvan Saîn hatibû birîn û Dadgeha Bilind ev biryar “derhiqûqî” dîtibû. Saîn jinûve hate darizandin û Saîn beraet kiribû.
MA / Dîren Yurtsever