BÛRSA - Ocaxên Ulkucuyan Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dîsa hedef nîşan dan. Parêzerê Demîrtaş dê gilî bike.
Li Taxa Dîkkaldirim a girêdayî navçeya Osmangazî ya Bûrsayê pankarteke ku Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş hedef nîşan dide hate daliqandin. Di pankarta ji aliyê Ocaxa Ulku ya Dîkkaldirimê ve hate daliqandin de gotinên “Selahattîn Demîrtaş terorîst e” cih digirin.
Bûyereke bi heman awayî jî di 2’yê tîrmehê de li navçeya Înegol a Bûrsayê jî qewimî. Heman pankart, bi Serokatiya Ocaxên Ulkuyê yên Înegolê ve jî hatibû daliqandin.
Hat ezanîn ku parêzerê Demîrtaş Mahsûnî Karaman dê têkildarî mijarê sibê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bide û gilî bike.