MÊRSÎN - Yek ji şahidên rojiya mirinê ya mezin Ahmet Şeremet diyar kir ku hêj niha jî li girtîgehan heman sepan di meriyetê de ne û wiha got: “Em tenê bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin bijîn û pêş bikevin.”
Bi pêşengtiya M. Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hat pêşxistin. Bi ser berxwedanê re 42 sal derbas bûn. Şahidên wê serdemê, berxwedana mezin a wan rojan vedibêjin. Ahmet Şeremet ku piştî Darbeya 12’ê Îlona 1980’an li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê ma, şahidiya xwe ya wan rojan vegot.
PÊVAJOYA GIRTINÊ
Şeremet, di sala 1982’yan de li Rihayê hate binçavkirin û piştî 90 rojên binçavkirinê, ji Doza Sereke ya PKK’ê hate darizandin. Şeremet ê ku di bin çavan de rastî gelek îşkenceyan hat, wiha got: “Di wan 90 rojan de bi taybet jî îşkenceya hilcoya Filistînê kirin. Piştre jî em şandin Amedê. Kemal Pîr û Mazlum Dogan hêj dernexistibûn dadgehê. Dema derketim dadgehê ji min re gotin; ‘Tu çawa ji vê komê tê darizandin?’ Dema min got; ‘Gotin Apoyiye û hatim girtin’, ji min re gotin ‘Dema derketî dadgehê tu tiştekî qebûl neke.’ Dema derketîm dadgehê min tiştek qebûl nekir. Lê hatim girtin û şandin Girtîgeha Amedê. Çawa ku anîn girtîgehê yekser li erdê dirêj kirin û tazî kirin. Piştre jî Esat Oktay Yildirin bi botên xwe da ser serê min. Ji min re got ‘tu kî yî? Tu çi yî?’ Wê demê gelek kes anîn. Heman lêpirsîn û îşkence kirin.”
‘RÊYA ME RONÎ KIRIN’
Şeremet, got ku dewletê hewl dida bi rêya îşkenceyê îradeya wan teslîm bigire û wiha domand: “Em rastî îşkenceyên dermirovî hatin. Gelek hevalên me bi îşkenceyê hatin kuştin. Piştre ez derbasî qawîşekê hatim kirin. Hemû hucre tije bûn. Dest û lingên gelek hevalan şikestî bûn. Di rewşa heyî de hewcehî bi berxwedanekê hebû û ev jî bi Mazlum Dogan dest pê kir. Armanca wan ew bû ku îşkenceyan bidin sekinandin û gavekî nû bidin destpêkirin. Fedekariyeke mezin hate kirin. Hinek heval bêyî dudilî ber bi mirinê ve baz dan. Vaye 14’ê tîrmehê ev yek da sekinandin. Xwe kirin mertal û rêya me ronî kirin. Demek çi ye, têkoşîn bedelê dixwaze. Dê bedel bidî û bi ser kevî.”
’PÊDIVÎ BI RUHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ HEYE’
Şeremet, anî ziman ku bi ser re 42 sal derbas bûne lê heman sepan di meriyetê de ne û axaftina xwe wiha qedand: “Li girtîgehan niha heman rewşa Darbeya 12’ê Îlonê heye. Girtî înfaza xwe ya 30-32 salan temam dikin lê nayên berdan. Çima nayên tehliyekirin? Divê mirov li ser vê hizra xwe bike. Ev faşîzm bi xwe ye. Sepanên zext, tundî û îşkenceyê yên li girtîgehê di lûtkeyê de ne. Tekane tişta ku em bikarin bikin yekitî ye û bidestxistina encamê ye. Di esasê xwe de ruhê 14’ê Tîrmehê ev e. Tenê em dikarin bi wî ruhî bijîn û pêş bikevin.”