STENBOL - Raportorên Taybet ên Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê diyar kir ku Abdullah Ocalan bi tu awayî nikare bi derve re têkiliyan deyne û tu agahî jê nayên girtin. Raportoran gotin ku Tirkiyeyê bi biryarên binpêkirinê nekiriye û jê xwest ku sedema vê rewşê eşkere bike.
Rûniştina 56’emîn a Konseya Mafên Mirovan (KMM) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 18’ê hezîranê de li Ofîsa NY’ê dest pê kir. Rûniştin dê heta 26’ê tîrmehê berdewam bike. Di rûniştinên Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê de dê raporên rêxistinên civaka sivîl ên têkildarî binpêkirinên mafan ên gelek welatan de bên nîqaşkirin.
Rûniştina ewil a Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê di 16’ê tîrmehê de dest pê kir. Di rûniştinê de raporên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Civak û Lêkolînên Hiqûqê (TOHAV), Weqfa Medya û Lêkolînên Hiqûqê (MLSA) û The World Organization against Torture (OMCT) û saziyên din ên li Tirkiyeyê amade kirin hatin pêşkeşkirin û guhdarîkirin.
Di rapora ji Tirkiyeyê pêşkeşî komîteyê hatiye kirin û ji 49 rûpelan pêk tê de rewşa agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar di bin sernavê “îşkenceyê” de cih girt.
Pêşkeşiya têkildarî raporên ji hêla rêxistinên civaka sivîl ve hatin amadekirin bi dawî bûn û di roja duyemîn a rûniştinê de Tirkiyeyê rapora xwe pêşkeş kir. Piştî şandeya Tirkiyeyê, Raportorên Taybet ên Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê Bakhtiyar Tuzmukhamedov û Maeda Naoko di çarçoveya raporên têkildarî Tirkiyeyê pêşkeşiya xwe kirin.
TUZMUKHAMEDOV: TIRKIYE PÊŞNIYARAN BI CIH NAYÎNE
Ji ewil Raportorê taybet Bakhtiyar Tuzmukhamedov axivî û bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyeyê. Tuzmukhamedov, anî ziman ku li Tirkiyeyê gelek bûyerên astengkirina hevdîtina girtiyan a bi parêzer û malbatan re diqewmin û gelek pêşniyarên di Rûniştinên Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê de ji bo Tirkiyeyê hatine kirin nehatine bicihanîn.
ROJNAMEGER Û MUXALÎF DI HEDEFÊ DE NE
Piştî Tuzmukhamedov, Raportora Taybet Maeda Naoko jî têkildarî binpêkirinên mafan pêşkeşiya xwe kir û ji bo şandeya tirk bersivê bide çendek pirs kir. Naoko, da zanîn ku ji ber qanûnên “têkoşîna li dijî terorê” li Tirkiyeyê gelek binpêkirin tên jiyîn û got ku ev qanûn li dijî parastvanên mafanên mirovan, rojnameger û derdorên muxalîf tên bikaranîn.
PIRSA ÎMRALIYÊ JI TIRKIYEYÊ KIR
Naoko, daxuyand ku bi taybet jî têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê ji wan re gelek rapor tên şandin û bal kişand ser rewşa Abdullah Ocalan ku zêdetirî 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Naoko, da zanîn ku li gorî raporên hatine ber destê wan ev zêdetirî 3 sal in girtiyên li Îmraliyê tên ragirtin nikarin bi tu awayî bi cîhanê re têkiliyan deynin û ev tişt anî ziman: “Ji 25’ê adara 2021’ê heta niha ji 4 girtiyên li Girtîgeha Girava Îmraliyê tên ragirtin tu agahî nehatine girtin. Destûra hevdîtinên bi parêzeran re nayê dayîn. Tevî hewldanên dîplomatîk jî derheqê rewşa girtiyan de tu agahî nayên girtin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) beriya niha di doza Abdullah Ocalan de biryar dabû ku xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye binpêkirin. Weke komîteyê em dixwazin sedema rewşa li Îmraliyê bê vegotin.”
Raportorên Taybet ên Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê dê hem li gorî raporên xwe hem jî li gorî yên rêxistinên civaka sivîl dê têkildarî binpêkirinan pirsan ji rayedarên dewleta tirk bikin. Tirkiye jî dê hewl da bersiva pirsan bide.