Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê kampanya: Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in

  • jin
  • 11:04 20 Tîrmeh 2024
  • |
ENQERE -Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê starta kampanyaya “Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in, em xwe birêxistin dikin” da. Turkoglû, diyar kir ku armanca wan rêxistinbûna herî mezin a jinan e. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, li navenda giştî ya partiya xwe starta kampanyaya bi serenavê “Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in, em xwe birêxistin dikin” bi civîna çapemeniyê da.
 
Turkoglû, di destpêka axaftina xwe de 33 kesên ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di encama êrişa DAIŞ’ê ya xwekujiyê de hatin qetilkirin bibîranîn û diyar kir ku dê xeyalên ciwanan nîvco nehêlin. 
 
Turkoglû, 12'emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û got: “Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava aştiyê de dijîn. Ev model wan bi rê ve dibe. Tirkiye li şûna ku Şoreşa Gelên Rojava bi aştiyane pêşwazî bike hewl dide ku têk bibe. Em baş dizanin ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ku polîtîkaya xwe ya 12 salan a dijminatiya li dijî Rojava ava kiriye, îro dixwaze bidomîne. Hewldanên asayîbûnê bi Sûriyeyê re dixwaze pêş bixe. Em baş dizanin ku li vir mijara bazariyê kurd e û şoreşa jinê ya ku gelê kurd li wir afirandiye.”
 
DIVÊ DEMILDEST ÊRIŞ BÊN SEKINANDIN
 
Turkoglûyê bal kişand ser rewşa Herêma Kurdistanê û wiha axivî: “Li vir dagirkirinek heye. Ji ber êrişan gund hatin valakirin û welatiyan gundê xwe valakirin. Divê demildest ev êriş bên rawestandin.”
 
KOMKUJIYÊN JINAN
 
Turkoglûyê, diyar kir ku di nava 6 mehên dawiyê de 205 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin û wiha domand: “Lê li şuna ku desthilat li dijî qetilkirina jinan raweste hewl dide ku malbatibûnê bi hêz bike. Sererastkirinên 9'emîn Pakêta Darazê de mijara paşnavê tê wateya serdestiya mêr a li ser jinê. Wê yekê ji xwe wek wezîfeyek dibîne. Ev yek tê vê wateyê ku li malê mêr serdest bin. Malbat li gorî vê yekê bên dizayn bikin. Jin dê di rewşa duyemîn de bin.”
 
EM Ê BI RÊXISTINÎ TÊBIKOŞIN
 
Turkoglûyê, di berdewama axaftina xwe de wiha behsa kampanyaya nû kir: “Em ê bi vê kampanyayê jinên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cihanê bînin cem hev. Dê li dijî şer tifaqa herî mezin ava bikin. Tevgera Jinên Kurd, Tevgera Jinên Tirk û femînistan dê bi têkoşîneke hevpar li dijî rejîma qeyûmê têbikoşin û rejîmê têk bibin. Dê rê nedin polîtîkayên xespkirina destkeftiyên jinan. Jehrkuja faşîzmê têkoşîna jinê ye û piştevaniya jinê ye. Em ê li her bajarî li dijî qeyûm û şer, bi rêxistinî têbikoşin û çalakiyên xwe mezin bikin." 
 
Turkoglûyê, daxuyand ku di şaredariyên ku desthilat hewl dide xesp bike dê bi feraseta “hilberîn û birêvebirinê” û pergala hevserokatiyê polîtîkayên aborî yên civakî bixin meriyetê û got: “Ji bo jiyaneke bi rûmet, azad û wekhev û her wiha li dijî xizaniyê em ê li bajaran hevdîtinan pêk bînin.”
 
LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET DÊ RÊXISTINBÛYÎNÊ MEZIN BIKIN 
 
Turkoglûyê, di axaftina xwe de wiha behsa polîtîkayên şerê taybet kir: “Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet di serî de jinên kurd û jinên ciwan ên kurd hedef digire. Tundiya bi unifomayî, hişbir, destdirêjî ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê her roja ku derbas dibe zêde dibe. Desthilata AKP’ê û MHP'ê, têkoşîna jinan, nasnameya jinan û destkeftiyên jinan bi polîtîkayên şerê taybet hedef digire. Em jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn li dijî polîtîkayên şerê taybet dê li taxan xebatên xwe yên rexistinbûnê mezin bikin. Her wiha em ê polîtîkayên îktîdarê teşhîr bikin û hesabê bipirsin. Her wiha di atolyeyên xweparastinê de em ê xwe bighînin jinên ciwan û em ê rê nedin qetilkirin û bikaranîna hişbirê." 
 
‘EM Ê MECLISÊN XWE YÊN JINAN HÎN XURTTIR BIKIN
 
Turkoglûyê, bal kişand ser rêgeza pergala hevserokatiyê, temsîliyeta wekhev û esaskirina gotina jinan û got: “Deskêftiyên jinan her roja ku derbas dibe mezin dibin. Em dizanin ku ev têkoşîn li her derê li dijî serdestiya mêr rêya berxwedanê nîşan da ye. Dema ku em di nava xwe de bi têgihiştinên serdest ên mêr re têdikoşin; meclîsên me yên jinan bi rêxistinbûna xwe ya xweser dibin kirdeya guhertinê. Ji ber vê yekê em ê meclîsên xwe yên jinan hîn xurtir bikin û li cihên ku meclîs tuneye. meclîsên jinan ava bikin.”
 
Turkoglûyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca kampanyaya me rêxistinbûna jinê ye û dê di konaxa yekem de Konferansa Rêxistinbûna Jinan bê lidarxistin. Ji îro ango ji 20'ê tîrmehê heta 5'ê tebaxê li bajaran, di 23'yê Tebaxê de Komxebata Rêxistinbûna Jinan, li Enqerê jî di 12 -13'yê Îlonê de jî konferansa rêxistinbûna jinan dê bên lidarxistin. Weke Meclisa Jinan a DEM Partiyê kampanyaya têkoşîn û rêxistinbûnê ya 6 mehan em deklare dikin. Rêxistinbûn, atolye, çalakî, hevdîtin hwd. bi piştevaniya jinan di pêvajoyên polîtik û civakî de hevdîtina li dar bixin. 
 
Bijî piştevaniya jinan, Jin jiyan azad.”
 

Sernavên din

23/07/2024
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 Pekoz: Tirkiye dê neçar bimîne hem ji Iraqê hem jî ji Sûriyeyê derkeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
21/07/2024
23:37 Êrişî 5 gundên Minbîcê hate kirin
22:57 Zarokê 4 salî yê kete Çemê Xabûrê jiyana xwe ji dest da
21:15 Serokê Amerîkayê Joe Biden xwe ji namzetiyê vekişand
20:45 Bertek nîşanî PDK’ê dan: Navnîşana çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn diyar e
20:19 Nasnameya endezyarê li Gabarê jiyana xwe ji dest da hate aşkerekirin
20:02 Ji Wênegir Mûrat Yazar agahî hate wergirtin: Hate berdan
18:27 Li Bagcilarê bi rojeva tecrîdê civîna gel hate lidarxistin
18:14 Şandeya DEM Partiyê li Çiyayê Gabarê lêkolîn kir
17:31 Li Bagcilarê ‘dagirkirin û xiyanet’ hate şermezarkirin
17:12 Endezyarê li Gabarê di bin kavil de ma jiyana xwe ji dest da
17:04 4 kesên ku di wesayîta kete golê de bûn jiyana xwe ji dest dan
15:40 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ hat lidarxistin
14:55 Midûrê emniyetê çû serdana xebatkarên bankamatîkê yên provakator
14:00 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Bi PYD’ê re hevdîtinê bikin
13:32 Walîtiya Şirnexê: Ji 3 karkeran 2 jê hatin xelaskirin
13:01 Rêveberê DAIŞ’ê Hebîba hate girtin
12:39 Li Gabarê quleya sondajê wergeriya
12:38 Bayindir: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo Kurdistanê statû
11:17 Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
10:39 Bakirhan: Xelk ketiye derdê pariya nanê xwe lê ev li pey şer in
09:49 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:43 Li Peyasê atolyeya ‘şerê taybet’ hat lidarxistin
09:24 Tevî biryara dadgehê jî kedkarên tenduristiyê bi kamerayan tên şopandin
09:23 Li Edeneyê erdhej çêbû
09:20 Li Girtîgeha Yozgatê binpêkirin di lûtkeyê de ne
09:20 DEDAŞ’ê Azadê biçûk bênefes hiştiye!
09:15 Girtiyê ku ji sedî 50'î astengdar e di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:11 Partiyên sosyalîst: Li dijî êrişan divê em mil bidin milê têkoşîna gelê kurd
09:08 Rojnamevan Işik: PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariyê dike
09:06 Dosyeya ku ‘Pêvajoya Çareseriyê’ qedandî 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin
09:03 Krîza aborî bandora xwe li ser cil û bergên kurdî jî dike
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2024'AN
20/07/2024
22:26 Ji 14’ê tîrmehê ve agahî ji wênegir Mûrat Yazar nayê girtin
22:09 Nobedên dijî qeyûm berdewam dikin: Dest ji zîhniyeta qeyûm berdin
21:53 Li Geverê maça fînalê ya tûrnûvûya Gulistan Dokû hat lîstin
19:19 Li gelek bajaran bang li PDK’ê hat kirin: Dev ji xiyanetê berde
18:12 Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan bi dawî bû: Jin dikarin çareseriyê li pêş bixin
16:40 Cezayê hucreyê dan girtiyê nexweşê giran
15:55 Kuday û Menteş serbest berdin
15:33 Li Efrînê 9 kes hatin revandin
15:03 Rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn: Qûrnefîl û pêlîstok danîn ser gorên wan
14:05 Di êrişa kafeyê de kesekî din jî hate binçavkirin
13:52 Rayedarê midûriyeta polîsan got ‘di bin çavan de ye’ lê 32 sal in agahî jê nayên girtin
13:28 Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê hate binçavkirin
13:19 Li Wanê komxebata Jinan: Demokrasiya herêmî bi jinan dest pê dike
12:51 Malbatê windakiriyan li 4 bajaran daxwaza edaletê kir
12:12 Hate îdiakirin ku girtiyê edlî xwe şewitandiye
11:59 Cenazeyê girtiyê 30 salan Yaşa li Amedê hate veşartin
11:46 Qurbaniyên Pirsûsê hatin bibîranîn: Xeyalên wan dê nîvco nemînin
11:35 Rêxistinên Ekolojiyê dê li dijî qirkirina xwezayê 28'ê tirmehê li Şirnexê bin
11:16 Li Herêma Kurdistanê yarbayek hate kuştin
11:04 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê kampanya: Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in
10:50 Melayê şêladizêyî bertek nîşanî PDK'ê da: Em azadiya herêma xwe dixwazin
10:34 Endamê CPT yê berê Restellini: Pêwîste CPT dîsa serdana Îmraliyê bike
10:26 Li Şirnexê krîza tenduristiyê kûr dibe: Emeliyatxane girtî ne
09:40 ‘Armanc ew bû ku şoreşa li Kobanê bînin ser vê axê’
09:21 Li şûna darên ku tên birîn kaleqol û qereqol tên avakirin
09:16 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Em taştê bin, ew ê firavîn bin
09:13 Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê: Em hemû hunermenda vedixwînin ku li ber şer rabin
09:10 Parêzera rojnamevan Topaloglû: Bi rêya medyayê operasyon hat kirin
09:08 'Helwesta PDK’ê helwestek xiyanetkar û hevkariyê ye’
09:06 Rewşenbîr ji şer re dibêjin na: Pirsgirêka kurd bi şer nayê çareserkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:34 Li Bêgiriyê Şahiya Gel: Em rê nadin qeyûman
19/07/2024
22:55 Êriş û hevkarî hatin protestokirin: Bimire xiyanet, bijî berxwedan
22:33 Komeleya Birca Belek şahiya mezûniyetê li dar xist
21:43 Ji bo 33 qurbaniyan xeleka ji mirovan hat çêkirin