Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome

  • rojane
  • 16:47 22 Tîrmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya xizmên girtiyan de daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî hate kirin. 

 
Xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, li Îzmîr û Mêrsînê li pêşiya girtîgehan hatin gel hev. Di çalakiya “Deng bide azadiyê” de hêrsa li dijî tecrîdê derket pêş. 
 
ÎZMÎR
 
Xizmên girtiyan û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Buca ya Îzmîrê daxuyanî dan. Gelek nûnerên saziyan û xizmetên girtiyan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hate hilgirtin. Her wiha beşdaran pêşmalkên “Na ji tecrîdê re” li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî" berz kirin. 
 
'EM LI DIJÎ LI BER XWE DIDIN’
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut diyar kir ku ew li dijî tecrîdê çalakiyê li dar dixin û wiha got: “Dê berxwedana me ya li dijî tecrîdê bidome. Tevî hemû zextan jî em li ser pêya ne.” 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN
 
Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Kampusa Tarsusê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di hefteya 14’emîn a çalakiyê de beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Gelek caran jî dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan tavilê bên bidawîkirin. Aşan, wiha domand: “Tecrîd, welat ber bi tunebûnê ve dibe. Bi girankirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan re meseleya kurd jî tê girankirin. Destûrê nadin ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ev îzolasyon li tu devereke cîhanê nîne. Rewşeke wisa ye ku di dîrokê de tiştekî wiha nehatiye dîtin. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin, binpêkirina qanûnên wan bi xwe ye. Heke hûn bi qanûnên vê destûra bingehîn jî nekin, wê demê dê çawa destûreke nû ya bingehîn amade bikin. Banga me ji bo îktîdarê ye; tecrîdê rakin û bila muzakere dest pê bikin. Ev yek dê ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn baştir bibe. Em careke din polîtîkayên tecrîdê şermezar dikin.” 
 
Çalakî, bi dirûşman bi dawî bû. 
 
AMED
 
Di pêşengtiya malbatên girtiyan de li ber Girtîgeha Kampusa AMedê çalakiya “Deng bide azadiyê” hate lidarxistin. Dayikên Nobetên Edaletê, HEvseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sûltan Yaray, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Amedê, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û gelek welatî beşdar bûn. Kesên tev li çalakiyê bûn pêşmalkên ku li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Çalakvanên ku pankarta “Deng bide azadiyê” hilgirtin her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Heq hiqûq edalet” berzkirin. Çalakvanan bi tilîlî û çepikan tecrîd şermezar kirin. 
 
‘EM BI PAŞ VE GAVÊ NAAVÊJIN’  
 
Yek ji malbata girtiyan Halîme Topûz, diyar kir ku çalakiya wan 8 meh in bênavber didome û ev tişt gotin: “Em weke dayikên ku dilê wan 8 meh in dişewitin, ji bo rakirina tecrîdê û aştî were welatî li ber girtîgehan tên bahev. Zarokên me di zindanan de ne. Em careke din bang li Wezîrê Edaletê dikin; Vê tecrîda li ser gelê kurd û birêz Ocalan rakin. Heta ku tecrîd neyê rakirin em û zarokên xwe bi paş ve gavê naavêjin. Daxwaza me dayikan li holê ye. Weke herkesê em jî heq û hiqûq û edaletê dixwazin. Bila dewleta tirkiyeyê vê qebûl bike. Em û zarokên xwe azadiya birêz Ocalan weke azadiya xwe qebûl dikin.”
 
EDENE
 
Di pêşengtiya malbatên girtiyan de bi tevlibûna partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî li ber Kampusa Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê daxuyanî hate dayîn û çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edeneyê Akdenîzê (AATUHAY-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) beşdarî çalakiyê bûn. 
 
‘TECRÎD SIYASÎ YE’  
 
Girseya nêzî girtîgehê ji wesayîtên xwe peya bûn, pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hilgirtin û bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Ji tecrîdê re na, berî her tiştî aştî” , “Zext nikarin me têk bibin” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” ber bi girtîgehê ve meşiyan. Di çalakiyê de malbatên girtiyan pêşmalkên ku bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Girseya ku li noxteyeke nêzî girtîgehê ji aliyê polîsan ve hate rawestandin, di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr, polîtîkayên şer ên desthilatê rexne kirin û weke navnîşana çareseriyê Îmrali nîşan da. Aydemîr ê diyar kir ku tecrîd biryareke siyasî ye, destnîşan kir ku darbeyeke li aştiya Tirkiyeyê ye û xwest ku tecrîda li Îmraliyê demildest rabe. 
 
Piştî axaftinan girseyê çalakiyê rûniştinê li dar xistin û bi çalakiya deng derxistinê çalakî bi dawî kir.  
 

Sernavên din

25/07/2024
13:48 AYM’ê di 3 mehan de 529 biryarên binpêkirina mafan da
13:23 Li Mêrsînê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:15 Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
12:37 Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin
12:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:00 Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
12:00 Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
11:32 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
11:27 Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
10:39 Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an
10:11 Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
10:01 Li Muglayê jinek hate qetilkirin
10:01 Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin
09:47 Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan
09:38 Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
09:12 Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye
09:11 Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
09:11 Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn
09:09 Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man
09:06 Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye