Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye

  • rojane
  • 21:09 22 Tîrmeh 2024
  • |
img

ÎZMÎR/ STENBOL - Di nobeta qeyûm de wiha hate gotin “Desthilateke ku hurmetê nîşanî sindoqê û vîna hilbijêran nede, rewabûna xwe winda kiriye.”

 
Çalakiyên nobetê yên li dijî qeyûm li Îzmîr û Stenbolê berdewam kirin. Di çalakiyan de hate destnîşan kirin ku mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd tune hatiye hesibandin û peyama ku dê têkoşîn bidome hate dayîn. 
 
ÎZMÎR
 
Nobeda Edaletê ya ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Platforma Meclîsên Sosyalîst (SMF) ve li dijî qeyûm li ber Sumerbankê hatiye destpêkirin vê hefteyê jî dewam kir.
 
Di çalakiya ku gelek nûnerên saziyan û welatî tev li bûn de pêşmalkên ku li ser “Li dijî qeyûm em di nobeta edaletê de ne” dinivîsîn li xwe kirin. Di çalakiyê de pankarta “Qeyûm darbe ye. Şaredarî yên me ne. Hûn nikarin desteser bikin. Li dijî qeyûm di nobetê de ne” hate vekirin û dowîzên “Vîna gel dê serbikeve” , “Em qeyûman qebûl nakin” hatin hilgirtin. Girseyê her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê” , “Qeyûm darbe ye, ji darbeyê re na” û “Colemêrg li ber xwe bide, Îzmîr bi te re ye” berz kirin. 
 
‘QEYÛM PÛÇ Û VALA YE’ 
 
Rêvebera TÎP’ê ya Îzmîrê Sena Yazibagli ya di çalakiyê de axivî, destnîşan kir ku ji aliyê AKP’ê û MHP’ê ve bi awayekî bêhiqûqî qeyûm hatiye tayînkirin û got: “Em li dijî vê bêhiqûqiyê û desteserkirina îradeyê ne. Bi sûcên li ser daxwazê îradeya gel nikare were desteserkirin. Êdî rewabûna desthilateke rêzê ji sindoqan û îradeya hilbijêran re negire nemaye. Şûna bijartiyan kesên tên tayînkirin nikarin bên tayînkirin. Feraseta qeyûm bi xwe di nava dewleteke hiqûqê ya demokratîk de pûç û vala ye
 
POLÎTÎKAYA MÊTÎNGERIYÊ  
 
Endama Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst  Tûgçe Kizildemîr jî bi bîr xist ku provaya tayînkirina qeyûman li Wanê hate kirin û anî ziman ku di encama berxwedana li vir pêşî li desteserkirina îradeyê ya li Wanê hate girtin. Kizildemîr, anî ziman ku heman berxwedan niha li her derê bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo Colemêrgê berdewam dike û da zanîn ku feraseta qeyûm a li dijî îradeya gel ji polîtîkayên mêtîngeriyê serbixwe nînin. 
 
DAD’Ê AŞÛRE BELAV KIR 
 
Piştî axaftinan Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) a Îzmîrê ji ber Meha Mûharremê di Nobeta Edaletê de aşûre belav kir. Hevserokê Şaxa DAD’ê yê Îzmîrê Firat Dîkmen ê piştî belavkirina aşûreyê axivî, wiha got. “Kesên ku qeyûm tayînî îradeya gelê kurd û saziyên elewiyan dikin ji feraseta yezîd in. Em li dijî vê ferasetê li cem canên xwe yên sekna Huseynî nîşan didinin. Em hêvî dikin ku ev lokmeyên me parvekirin bibin wesîleya hem yekitî hem hevgirtina me.”
 
STENBOL 
 
Çalakiya nobetê ku Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê daye destpêkirin di roja 41’emîn de berdewam kir. Di çalakiya ku tîşortên li ser “Qeyûm bicihime” li xwe hatin kirin de pankartên “Taksîm Colemêrg ên me ne, ji 1’ê Gulanê re azadî, qeyûm bicihime” û “Stenbol ji bo Colemêrgê di nobetê de ye” hatin vekirin. Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Qeyûm dê biçin em ê bimînin” hatin berzkirin. 
 
Mamosteyê teqawîd Hûlûsî Zeybel ê di çalakiyê de ewilî axivî, bi lêv kir ku qeyûm tunehesibandina demokrasiyê ye. Pişt re Hevserokê DEM Partiyê Yûnûs Onal axivî. Onal, got ku “Heta ku feraseta qeyûm biçe em ê berxwedana xwe bidomînin” û ev tişt gotin: “Em di sala 2024’an de dibînin ku mafê kurdan ê bijartin û hilbijartinê nîne. Ev şermeke mezin e, faşîzma AKP’ê û MHP’ê ku ev faşîzm aniye welat dê biçe sergoyê dîrokê.”
 
 
 
 
 

Sernavên din

25/07/2024
13:48 AYM’ê di 3 mehan de 529 biryarên binpêkirina mafan da
13:23 Li Mêrsînê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:15 Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
12:37 Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin
12:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:00 Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
12:00 Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
11:32 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
11:27 Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
10:39 Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an
10:11 Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
10:01 Li Muglayê jinek hate qetilkirin
10:01 Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin
09:47 Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan
09:38 Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
09:12 Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye
09:11 Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
09:11 Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn
09:09 Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man
09:06 Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye