NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî pêwendiyên bi Sûriyeyê re wiha got: “Di navbera me de danûstandin hene. Lê peymanek tune ye. Rejîma Sûriyeyê ji bo çareseriyê hêj amade nîne.” Ebdî, ji bo hevdîtinên bi Tirkiyeyê re jî got ku divê dagirkerî bê bidawîkirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî têkildarî geşedanên dawî pirsên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bersivand. Ebdî, bal kişand ser têkiliyên bi rejîma Sûriyeyê re û êrişên dewleta tirk.
Mazlum Ebdî diyar kir ku hewldanên ji bo tunekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û wiha got: “Beriya her tiştî rêjîma Sûriyeyê diyalogê qebûl nake, lewma li dijî me bi awayekî ne raste rast şerekî dide meşandin. Dixwaze yekitiya pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya fitne û dek û dolaban xirab bike. Dewleta tirk jî dixwaze projeya Rêveberiya Xweser û HSD’ê ji holê rake û herêmên din dagir bike.”
‘NE MUMKIN E EM VEGERIN REWŞA 12 SAL BERÊ’
Bi domdarî Ebdî anî ziman ku dewleta tirk û rejîma Sûriyeyê ditirsin ku rastiya gelê kurd qebûl bikin û wiha pê de çû: “Naxwazin gelê kurd xwedî statû be. Diyalogên me bi her kesî re hene, lê di mijara qebûlkirina statuya gelê kurd de pirsgirêkek heye, bingeha dijbertiyê ev e. Ew baş dizanin ku heke destkeftiyên şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîsoger bibin, dê gelek pirsgirêkên bingehîn çareser bibin. Pêşketin, parastin û girtina satuyekê, hesabên rejîma Sûriyeyê, dewleta tirk û hinek hêzên navnetewî serûbino dike. Piştî 12 salan êdî divê bigihîjin vê baweriyê ku dest ji dijbertiya xwe berdin. Ne mumkine em vegerin beriya 12 salan.”
TÊKILIYÊN ŞAM Û ENQEREYÊ
Têkildarî hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo rejîma Şamê jî Ebdî ev nirxandin kir: “Dewleta tirk li hundir û derve tengasiyê dikişîne. Ji 2011’an heta niha hemû planên wê yên têkildarî Sûriyeyê vala derketin. Dagirkerî pêk anî, bû beşek ji pirsgirêka Sûriyeyê, nebû beşek çareseriyê. Ketin nav çirava Sûriyeyê. Hedefa dewleta tirk a esasî têkbirina hêzên me HSD û sîstema Rêveberiya Xweser e. Bi gelek şêwazan xwest têk bibe lê negihîşt hedefa xwe, niha jî xwe diceribîne. Rêjîma Sûriyeyê tam ne li dijî vê yekê ye, xwestekên wê jî hene. Dibe ku ew û dewleta tirk karibin li hev bikin, lê xwestekên wan yên cuda jî hene. Rejîma Sûriyeyê dixwaze Tirkiye dest ji muxalefetê, Îxwan El-Mislimîn, komên çekdar yên ku li Idlibê, Efrîn û Serêkaniyê û hêzên din berde. Dema rêjîma Sûriyeyê dibêje bila dewleta tirk ji vir vekişe, hedefa wê ya esasî ew e ku Tirkiye piştgiriya ji bo van hêzan bibire ku karibe wan herêman careke din kontrol bike. Lê zehmete ku lihevkirineke Şam û Enqereyê pêk bê.”
HEVDÎTINÊN BI REJÎMA SÛRIYEYÊ RE
Ebdî, têkildarî hevdîtinên bi rejîma Sûriyeyê re jî ev nirxandin kir: “Ev 12 sal in em hewil didin bi rêjîma Sûriyeyê re bi rêya diyalogê xwe bigihînin çareseriyekê. Em bawer dikin ku dê çareserî bi rêjîma Sûriyeyê re çêbibe. Em ê ji îro û pê ve jî hewildanên xwe dewam bikin. Danûstandin di navbera me de hene. Lê lihevhatin nîn e. Ji ber ku hîn rêjîma Sûriyeyê ji bo çareseriyê ne amade ye. Şertên wê hene, dixwaze vegere rewşa beriya 2011’an. Meseleyê tenê di çarçoveya efûyê de dinirxîne. Li Suriyeyê pirsgirêka Kurd gelekî mezine. Rejîmê heta niha tenê hefteyê 2 dersên bi zimanê kurdî qebûl kirine. Nêzîkatiyeke wê ya çareseriyek berfireh nîn e.
Me dixwest di dema borî de li ser hinek mijarên ku pêkanîna wan mumkun e yên wekî deriyê sînor, meseleyên aborî, bazirganî û perwerdeyê de hinekê li hev werin, lê ji vê re jî ne vekirî ye. Divê rêjîma Sûriyeyê nêzîkbûna xwe ya ji bo çareseriyê di ber çavan re derbas bike û hewildanên Rêveberiya Xweser wekî derfetekê bibîne. Tişta ku dê Sûriyeyê aram û pirsgirêkan çareser bike ev e.
Ev 12 sal in li vir rastiyek hatiye avakirin; rewşeke ewlekarî, leşkerî, rêveberiyê heye. Zarok bi zimanê Kurdî derbasî zanîngehan bûne, ne mumkine em vegerin wekî berê. Divê rêjîma Sûriyeyê di vî warî de nêzîkatiyên xwe di ber çavan re derbas bike da ku em karibin vê çareseriyê hinekî din pêş ve bibin. Niha hinekî zehmete ku rejîm gavan biavêje lê me hêviya xwe winda nekiriye. Ji ber wê jî hevdîtinên me bi wan re dewam dikin. Pirsgirêkên wan ên aborî û ewlekarî jî hene, heke em rewşa wan û ya me bi hev re muqayese bikin, a me ji wan gelekî baştire. Ew bi xwe jî dibêjin û qebûl dikin. Lê tevî wê jî înat dikin. Divê li ser wan zexteke xurtir bê kirin ku ji çareseriyê re vebûnekê çêbikin.”
PEYAMA JI BO TIRKIYEYÊ
Ji bo hevdîtinên bi dewleta tirk re jî Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî ev tişt anî ziman: “Em ji bo hevdîtinan, ji hemû kesên Sûriyeyî, hêzên herêmî û navnetewî yên bi dosyaya Sûriyeyê re eleqeder in re, vekirî ne. Em bawerin ku pirsgirêka Sûriyeyê bi şer nayê çareserkirin, bese, 12 sal şer hatiye kirin; ne mumkune wiha çareseriyek çêbibe. Bi şêwazê ewlekariyê çareserî çênabe, divê bi diyalogê çêbibe. Helbet diyalog ne tenê bi rêjîma Sûriyeyê re, divê bi hemû aliyan re hebe. Kesên niha li Idlib, Efrîn û cihên din ên hatine dagirkirin, ger ji diyalogê re vekirîbin û şertê me yê esasî qebûl bikin, em ji diyalogê re vekirî ne.
Ji bo Tirkiyeyê û yên pê ve girêdayî şertê me yê esasî ev e ku beriya her tiştî em li ser bidawîkirina dagirkeriyê nîqaş bikin. Şertên wan jî hene, yên me jî hene. Şertê me ew e ku divê dagirkeriya Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi dawî bibe. Di vê çarçoveyê de ji bo ku em van pirsgirêkan di nava xwe de çareser bikin, em ji bo danûstendina bi van hêzan re vekirî ne.
Dewleta tirk jî piştgiriya komên çekdar dike, hêzeke dagirker e; ji bo ku dagirkerî bi dawî bibe em amade ne bi wan re jî danûstendinê bikin. Lê belê ev hinekî zehmete. Ji ber ku dewleta tirk niha di êrişê de ye, êrişî kurdan dike. Li Qadên Parastina Medyayê û li vir her roj êriş dike. Lê wekî prensîbeke çareseriyê em ji diyalogê re vekirî ne. Ew jî divê bighêjin vê qenaetê ku piştî 12 salan bi rêya kuştin, êriş û dagirkirinê ev pirsgirêk nayê çareserkirin.”
HEWLDANÊN IRAQÊ YÊN JI BO LIHEVANÎNA ŞAM-ENQEREYÊ
Mazlum Ebdî hewldanên Iraqê yên ji bo lihevanîna Enqere û Şamê jî wiha got: “Ez di wê baweriyê de me ku dê tu pêşketin çênebe. Ew jî berdewamiya hevdîtinên ku berê li Moskova çêbûn e. Ji xwe Rûsya jî dibêjê ‘em ne li derveyî vê pêvajoya ku hikûmeta Iraqê dixwazê pêş bixînê ne’. Ez bawer nakim ji berê cûdatir encamek derkeve. Ev hewildanek nerast e û ne mimkune biser bikeve. Pirsgirêk ne tenê rejîma Sûriyeyê ye. Hêzên din hene, em jî li vir in. Li ser hesaba beşên din ên vî welatî tenê di navbera dewleta Tirk û hikûmeta Şamê de hevdîtin çêbibe, şaş e. Eger Hikûmeta Iraqê dixwaze tiştek bi vî rengî pêş bixîne, divê bang li nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bike.”