Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman

  • rojane
  • 10:40 23 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED - Zarokên parlamenterên AKP’ê jî di nav de li Amedê herî kêm 25 kes di serdema qeyûman de weke weke midûrên “Nivîsgeha taybet” girtin kar û piştre bûn memûr. AKP’iyên ku bûne kadro, tavilê li bajarên weke Trabzon, Konya û Antalyayê hatin tayînkirin. 
 
Derket holê ku qeyûmên di navbera salên 2017 û 2023’yê de li Amed û navçeyên wê hatin tayînkirin, zarokên parlamenterên AKP’ê jî di nav de gelek kes weke midûrên “Nivîsgeha taybet” girtine kar û li ser vê peywirê bûne kadro. Li gorî xala 59’emîn a qanûna hejmar 657’ê; kadroyên Midûriyeta Nivîsgeha Taybet weke kadroyên “memûriyeta îstîsnaî” tên hesibandin. Bi vê yekê re kesên weke Midûrên Nivîsgeha Taybet ên tayînkirin, bêyî ezmûnê dikarin bibin memûr. Bi vê sepanê re ku Dîwana Çavdêriya Darayî derheqê wê de rapora “dibe sedem ku cemawerî zirar bike” amade kiribû, qeyûman gelek AKP’î bi vê sepanê kirin memûr. 
 
BÛN KADRO Û ŞANDIN BAJARÊN CUDA 
 
Rifat Hayrûllahoglû: Li Şaredariya Bismilê weke Midûrê Nivîsgeha Taybet girtin kar. Piştre jî bû memûr. 
 
Berfû Nîdem Firat: Weke Midûra Nivîsgeha Taybet a Şaredariya Bismilê girtin kar. Keça parlamenterê AKP’ê yê Semsûrê yê berê Salih Firat e. 3 meh piştî vê peywirê weke memûr li midûriyeta Çandiniyê ya Bajar a Enqereyê hate tayînkirin. 
 
Harun Gulaçar: Li Şaredariya Bismilê weke Midûrê Nivîsgeha Taybet girtin kar. Şêwirmendê parlamenterê AKP’ê yê Wanê yê berê Osman Nûrî Gulaçar e. 
 
Yurdagul Ezgî Karaaslan: Di 8’ê çileya 2019’an de weke midûr li Şaredariya Sûrê girtin kar. Karaaslan, 21 roj piştre weke memûr li Midûriyeta Nifûsê ya Konyaalti ya Antalyayê hate tayînkirin. 
 
Serkan Tellî: Serokê Karên Siyasî î Hiqûqî yê Baskê Ciwanan ê AKP’a Peyasê bû. Tellî, di 5’ê adara 2019’an de li Sûrê girtin kar. 2 roj piştre weke memûr li Şaredariya Sûrê bû kadro. 
 
Ozgur Kuruhasanoglû: Di 17’ê îlona 2019’an de li Şaredariya Sûrê girtin kar. Di 9’ê mijdara heman salê de li Şaredariya Bayrampaşayê ya AKP’ê de weke memûr hate tayînkirin. 
 
Emîne Çelîk: Di 2’yê tebaxa 2021’ê de li Sûrê girtin kar. Di 6’ê çileya 2022’yan de li Qeymeqamtiya Gerede ya Boluyê hate tayînkirin. 
 
Mûstafa Burak Polat: Biraziyê endama MYK’a AKP’ê Vîldan Polat e. Di 4’ê tîrmeha 2022’yê de li Sûrê girtin kar. Di 16’ê tebaxa heman salê de weke memûr şandin Şaredariya Karakopru ya Rihayê ku di destê AKP’ê de ye. 
 
Mehmet Kandaz: Şêwirmendiya parlamenterê AKP’ê Salih Cora bû. Di 3’yê sibata 2023’yê de girtin Şaredariya Sûrê û 3 meh piştre tayînî Midûriyeta Giştî ya Îllerê hate kirin. 
 
JI TRABZONÊ ŞANDIN FARQÎNÊ 
 
Furkan Lemahmutoglû: Furkan Lemahmûtoglû Serokê Yekitiya Xwendekarên Tirk a Trabzonê bû û di 22’yê kanûna 2022’yan de li Şaredariya Farqînê girtin kar. 4 meh piştre di 14’ê nîsana 2023’yê de weke berpirsyarê Kontrolkirina Amedekirina Daneyan a Midûriyeta Giştî ya Wezareta Karên Hundir hate tayînkirin. 
 
Betul Taş: Di 9’ê hezîrana 2023’yê de girtin Şardariya Farqînê. Ji bo hilbijartinan 5 roj mabûn ku bû memûr. Hat zanîn ku ji 6’ê mijdarê heta niha Taş di “destûra bêpere” de ye. 
 
JI AMEDÊ TAYÎNÎ ÇORUMÊ KIRIN
 
Muhammed Saîd Kaya: Di 30’ê kanûna 2019’an de li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê girtin kar. Di 15’ên gulana heman salê de tayînî Walîtiya Çorumê kirin. 
 
Amîne Bariş: Di 15’ê nîsana 2021’ê de girtin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Di 2’yê mijdara 2021’ê de li Walîtiya Amedê weke memûr dest bi kar kir. 
 
Tuncay Turetken: Ji Kocaeliyê anîn Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Di 24’ê mijdara 2021’ê de bû midûrê nivîsgeha taybet. Turetken, di 6’ê hezîrana 2022’yan de weke memûr tayînî Şaredariya Gebzeyê bû. 
 
Cîhan Zengîn: Di 26’ê nîsana 2023’yan de li şaredariya bajarê mezin girtin kar. 2 roj piştre weke berpirsyarê Kontrolkirina Amedekirina Daneyan a Midûriyeta Giştî ya Wezareta Karên Hundir hate tayînkirin. 
 
BÛRAYÊ QEYÛM KIRIN MEMÛR
 
Fatîh Salihoglû: Bûrayê qeyûmê Sînan Başak e ku di 217’an de tayînî Şaredariya Liceyê hatibû kirin. Salihoglû ji navçeya Ofê ya Trabzonê ye û di 12’ê sibata 2017’an de girtin kar. Qeyûm Cûmalî Atîlla di 23’yê tîrmeha 2018’an de Salihoglû li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê girt kar. 7 roj piştre jî dîsa vegeriya Şaredariya Liceyê. 
 
Emîne Altuntaş: Cîgira Seroka Baskê Jinan a AKP’a Trabzonê ye. Di destpêka sala 2017’an de li Midûriyeta Giştî ya îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) weke midûra nivîsgeha taybet girtin kar. 2 meh piştre bû Cîgira Midûrê Malbat û Xizmetên Civakî yê Trabzonê. 
 
KURÊ PARLAMENTERÊ AKP’Î BÛ KADRO 
 
Rûken Canbey: Yek ji wan kesan e ku li pêşiya avahiya HDP’a Bajarê Nû rûdine. Li Şaredariya Bajarê Nû girtin kar û piştre jî tayînî Midûriyeta Jin û Xizmetên Malbatê. 
 
Yekta Bariş Turan: Kurê parlamenterê AKP’ê yê Îdirê yê berê Ferdî Turan e. Li Şaredariya Bajarê Nû girtin kar.
 
Mehmet Veysel Ser: Li serokatiya Komeleya Ilm Îrfan Ciwan û Alîkariyê ya Dîcleyê (DÎGED) kir. Di 30’ê kanûna 2020’ê de li Şaredariya Peyasê girtin kar. Di 20’ê sibata 2021’ê de jî weke memûr derbasî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû. 
 
Cîhat Kayhan: Di 22’yê cotmeha 2019’an de li Peyasê girtin kar. Piştre jî bû cîgirê serok. 
 
Mehmet Arîf Mollayakupoglû: Di 27’ê tîrmeha 2021’ê de li Peyasê girtin kar. 27 roj piştre derbasî Şaredariya Umraniye ya Stenbolê kirin. 
 
Mert Cesur: Di 2’yê hezîrana 2023’yan de li Peyasê girtin kar. 19 roj piştre şandin Şaredariya Yalovayê. 
 
Sevgî Sevîm: Li Bajarê Nû girtin kar. 
 
Fadîme Demîrcî: Li Bajarê Nû girtin kar. Di 9’ê sibata 2023’yan de li saziyeke din hate tayînkirin. 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

25/07/2024
13:48 AYM’ê di 3 mehan de 529 biryarên binpêkirina mafan da
13:23 Li Mêrsînê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:15 Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
12:37 Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin
12:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:00 Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
12:00 Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
11:32 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
11:27 Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
10:39 Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an
10:11 Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
10:01 Li Muglayê jinek hate qetilkirin
10:01 Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin
09:47 Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan
09:38 Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
09:12 Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye
09:11 Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
09:11 Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn
09:09 Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man
09:06 Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye