ÇEWLIG - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku da zanîn ku li dijî bikaranîna tiryakê ya li Çewligê gelek caran bang li rayedaran kirin û mijar xistine rojeva Meclisê jî lê dîsa jî tevdîr nehatine girtin. Hulaku, got: “Li dijî bazirganiya tiryakê û bikaranîna wê tevdîr nayên girtin.”
Li bajarên bakurê Kurdistanê temenê bikaranîna tiryakê heta 8 saliyê jî ketiye. Li dijî firotina tiryakê ya li park, kolan û li ber deriyên dibistanan tu tevdîr nayên girtin. Ji ber xemsariya rayedaran, bikaranîna tiryakê roj bi roj zêde dibe. Yek ji mînakên wê yên şênber jî di 24’ê tîrmehê de li Çewligê hate dîtin. Emîr Can Zazaoglû yê 19 salî ku hat gotin tiryakkêş e, bi kêran êriş kir. Di êrişê de 4 kes mirin û gelek kes birîndar bûn. Ciwanê 19 salî hate girtin û serdozgeriyê têkildarî dosyayê biryara nepeniyê da.
Derket holê ku bav M. Zazaoglû 8 meh beriya bûyerê di 28’ê mijdara 2023’yan de serî li Dadgeha Hiqûqê ya Sulhê ya Çewligê daye û xwestiye kurê wî bê tedawîkirin. Dadgeriyê di 5’ê tîrmehê de daxwaza tedawiyê red kiriye û li ser vê yekê bav Zazaoglû di 21’ê sibatê de serî li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) daye. Lê belê serlêdan hatiye paşguhkirin.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Çewligê Omer Faruk Hulaku têkildarî bikaranîna tiryakê û polîtîkayên dewletê axivî.
‘SEDEMA ESASÎ POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET E’
Hulaku, da zanîn ku sedema zêdebûna bikaranîna tiryakê ya li Kurdistanê, polîtîkayên şerê taybet ên AKP-MHP’ê ne û wiha got: “Polîtîkayên ewlehiyê giran dikin, zexta li ser civakê zêde kirine û ev yek jî bandoreke neyînî yê psîkolojîk li ser ciwanan dike û berê wan dide tiryakê. Polîtîkayên aboriyê yên îktîdarê jî bêkarî û xizaniyê zêde dike. Ciwanên bêçare dihêlin. Derfetên xwegihandina perwerde, îstîhdam û xizmetên civakî tune dikin û ev jî berê ciwanan dide tiryak û madeyên xerab.”
‘TEVDÎRÊN PÊWÎST NAYÊN GIRTIN’
Bi domdarî Hulaku, got ku wan ji ber bikaranîna tiryakê ya li Çewligê pirî caran bang li rayedaran kirine û xistiye rojeva Meclisê. Hulaku, wiha pê de çû: “Lê me encamek negirt. Hêzên ewlekariyê û amirên îdarî-milkî di mijara têkoşîna li dijî tiryakê de kêm dimînin. Îktîdar; hêzên ewlekariyê, amirên îdarî-milkî û pergala darazê ji bo armancên xwe bi kar tîne. Lewma tevdîrên girîng ên li dijî bazirganî û bikaranîna tiryakê nagire. Xizmetên civakî û navendên rehabîlîtasyonê kêm in û ev jî dike bendiyên tiryakê dîsa berê xwe bidin tiryakê.”
‘TÊKOŞÎN ŞERT E’
Hulaku, anî ziman ku divê li dijî bikaranîna tiryakê ya li Kurdistanê têkoşînek hebe û axaftina xwe wiha qedand: “Divê em ji bîr nekin ku di vê mijarê de em bi tenê ne. Divê em bernameyeke berfireh pêş bixin. Divê em ji bo ciwanan qadên îstîhdamê ava bikin. Divê navendên xizmeta civakî û rehabîlîtasyonê bên zêdekirin û qelîteya xizmetê bê başkirin. Çi dibe bila bibe em ê dev ji têkoşîna li dijî vê lanetê bernedin.”
MA / Mujdat Can